ENQERE - Sendikayên DÎSK, KESK û odeyên TMMOB û TTB'ê HDP ziyaret kirin û li dijî tayînkirina qeyûman peyama têkoşîna hevpar dan. Li ser navê sendîkayan Hevserokê Giştî yê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk, diyar kir ku wê têkoşîna hevpar pêş bixin û piştevaniya xwe ya HDP'ê anî ziman.
Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DİSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) û Yekîtiya Odeyên Mîmar û Endezyaran a Tirk (TMMOB), li dijî tayînkirina qeyûman ji bo piştevaniyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ziyaret kir. Di ziyaretê de Hevserokên Giştî yên KESK'ê Aysun Gezen û Mehmet Bozgeyik, Seroka Giştî ya DİSK'ê Arzu Çerkezoglu, Serokê duyemîn ê Rêveberiya MYK' a TMMOB'ê Selçuk Uluata, Serokê Konseya Navendî ya TTB'ê Sinan Adıyaman Navenda HDP'ê ziyaret kir. Heyet ji aliyê hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî û koma pêre hat pêşwazîkirin. Ziyaretê ewil ji çapemeniyê re girtî dewam kir. Piştre li Navenda Giştî ya HDP'ê daxuyaniya hevpar dan. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, diyar kir ku ziyaretên 4 rêxistinan ji bo wan pir girîng û bi wate ye û wiha got: “Em dixwazin li Tirkiye hemû polîtîkayên ku tundiyê rewa dike bi dawî bibin. 19'ê Tebaxê ji bo Tirkiye rojek reş e. Em tenê bi qeyûm re ne rû bi rû ne. Em bi darbeya li dijî Tirkiyeyê re rû bi rû ne. Îktîdara ku nikare bêyî qeyûm û OHAL’ê welat bi rêve bibe tundiyê dixe meriyetê. Bi zilm û zorê welat bi rêve dibe. Ya me li dijî vê zilm û zordariyê têkoşîna demokrasî, hiqûq û edaletê ye. Ev xuya dike ku wê tenê qeyûm bi 3 bajaran bi sînor nekin. Divê heta aştî û demokrasî pêş bikeve têkoşîn û piştevaniya me berdewam bike. Em ê li her derê piştevanî û têkoşina xwe ya hevpar xurt bikin."
BOZGEYÎK: EM QEYÛMAN QEBÛL NAKIN
Piştre Hevserokê Giştî yê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk jî tayînkirina qeyûman rexne kir û wiha got: "Em ji peyvirgirtina hevşaredaran û tayînkirina qeyûman qebûl nakin. Bi vê yekê mafê gel ê bijartin û hilbijartinê xezp kirine. Tirkiye demek dirêj ji makeqanûnê dûr ketiye. Bê makeqûn e. Di pêvajoya 15'ê Tîrmehê de mafê azadiya rêveberan ên sendîkayî ji destê wan hat girtin. Bi sed hezaran karmend ji peywirê hatin dûrxistin ji ka hatin avêtin. Ji bo aştî serdest bibe em têkoşîna hevpar dimeşînin. AKP bi van politîkayan bê hiqûqiyê pêş dixe. Tirkiye bi tayînkirina qeyûmê peyamê dihe hemû hêzên muxalif. Em dixwazin hikûmet tayînkirina qeyûm a Wan, Amed û Mêrdînê paşve bikişîne. Em dixwazin dîsa erka hevşaredar û endamên meclîsê bidin wan."
Bozgeyîk, anî ziman ku wê saet di 12.30’an de Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kılıçdaroglu ziyaret bikin.