Temellî: Em ne mecbûr in çavkaniyên xwe bidin van talanger û dizekan

img

ENQERE – Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî got ew li dijî qeyûman bêîtatiya sivîl berbelav dikin û got: “Yên me tune dihesibînin, bi tu awayî mafê wan nîne me bixin bin berpirsiyariyê. Em ne mecbûr in rizabûnê nîşanî derewên wan bidin û çavkaniyên xwe bidin talanger û dizekan.”

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dijî tayînkirina qeyûman ser şaredariyên bajarên mezin a Amed, Wan û Mêrdînê li gelek deveran çalakiyên xwe dewam dike. Li aliyê din jî HDP di çarçoveya “Destûra bingehîn a demokratîk”, “Îtîfaqa demokrasiyê” û “Pakatê darazê” de bi gelek aliyan re tê cem hev. 
 
Çalakiyên HDP li dar dixe wê çawa li pêş bikeve û dê HDP ji niha şûn ve çi bike mijara meraqê ye. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî ji ajansa me re axivî. 
 
‘LI HER DEVERÊ PIRSGIRÊK DIPIJIQIN’ 
 
Temellî di destpêkê de got: “Tirkiye vî wêneyê kesên çareseriyê dixwazin û kesên li dijî çareseriyê ne baş dît. Rûyê aştîxwaz û şerxwazan baş eşkere bû. Rûyê darbekaran û demokrasîxwazan eşkere bû. Ev pir zelal derketiye holê. Peyama Ocalan a beriya tayînkirina qeyûman gelek watedar û girîng e. Di esasê xwe de peyamên Ocalan ên ji bo çareserî û aştiyê dide ji roja ewil ve wêneyê Tirkiyeyê radixîne ber çavan. Ev wêne çi ye? Ev wêneyê aştiya civakî ye û pêşniyara modela li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev e. Yên vê ji nedîtî ve tên maseya Dolmabahçeyê qelibandin û siyaseta demokratîk tasfiye kirin û tundiyê li gelan ferz dikin. Me herî dawî di tayînkirina qeyûman de vê yekê dît. Yanî li cihekî aqilê demorkasiyê, li cihekî aqilê qeyûm, li cihekî aqilê şer û li cihekî aqilê aştiyê… Li her deverê pirsgirêk di pijiqin. Li şûna aştiyê heke hûn şer bixwazin wê ew agir her deverê bişewitîne. Ji ber vê yekê bang û peyamên Ocalan gelek bi nirx in.”
 
‘TAYÎNKIRINA QEYÛMAN DEWAMA TECRÎDÊ YE’ 
 
Temellî bal kişand ser hiqûqa dewletê ku ji holê hatiye rakirin û mekanîzmaya darbeye û got: “Ev gelek eşkere ye. Ji bo hûn vê xespê bikin û ji bo hûn ji cûreyek dijqanûnî pêk bînin divê hiqûq were tasfiyekirin. Li holê hiqûq nemaye. Baş e, li cihê hiqûq nîne em çi dibînin. Em wêneyê tecrîdkirinê dibînin. Ji ber vê yekê em dibêjin tenê tecrîd ne li Îmraliyê ye. Tecrîd li ser hemû welat pêk tê. Tecrîd dibe sedemê neçareserkirina pirsgirêka kurd. Li cihê pirsgirêka kurd nayê çareserkirin, pir hêsan dikarin derkevin derveyî hiqûqê. Kesên hiqûqê binpê dikin va eşkere bi destên qeyûman van pêkanînan gelek hêsanî pêk bînin.” 
 
‘WÊ EV FELAKET TIRKIYEYÊ BI XWE RE BIBE’ 
 
Temellî bal kişand ser tayînkirina qeyûman ên ser şaredariyên wan û got: “Pêkanîna qeyûm, înkarkirin erka xwe ya siyasî ye. Tayînkirina qeyûm tasfiyekirina sindoqan e. Kesên tasfiyekirina pîroza dikin, di esasê xwe de xwe jî tasfiye kirine. Em carek din bang li Serokkomar û îktîdarê dikin, gavek berê gavekê dest ji vê biryarê berdin. Ev tayînkirina qeyûman bû sedema nerazîbûna gelên Tirkiyeyê. Bi rêvebirin qeyûman sûc e. Xeletiy e. Divê demildest hevşaredarên me vegerin ser wezîfeya xwe. Wê felaketek mezin Tirkiyeyê bi xwe re bibe. Pêwîste Tirkiye demildest dest ji şaşîtiyan berde ku ev felaket wê bi xwe re nebe.” 
 
‘EW JI HIQÛQÊ FÊM NAKE’ 
 
Temellî daxuyaniyên Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu rexne kir û got: “Li gorî texmîna min Wezîrê Karê Hundir, nizane dewlet, dewleta hiqûqê, dewleta destûra bingehîn çi ye û di van mijaran de ne xwedî agahî ye. Çimkî ew bi emelê xwe yê datîne holê tê fêmkirin ku ji dewletê fêm nake.” 
 
‘EM NE MECBÛR IN ÇAVKANIYA XWE BIDIN TALANGERAN’ 
 
Temellî da zanîn ku ji roja ewil ve gel li dijî tayînkirina qeyûman bi hêrs e û berteka xwe tîne ziman û got: “Divê bertek tenê ne li Amed, Mêrdîn û Wanê bên nîşandan, divê li her devera Tirkiyeyê were nîşandan. Qeyûm tenê tayînî ser HDP’ê nekirine, tayînkirina qeyûm xespkirina ji mafên me wêdetir tiştek e. Ev pêngava ku her devera Tirkiyeyê bikin qeyûm û bi qeyûman birêve bibin. Bêqeyûm nikarin birêve bibin. Heta Serokkomar derket Enqere û Stenbolê jî tehdît kir. Wê demê divê her kes li dijî qeyûman xwe bike înîsiyatîf û vîna xwe deyne holê. Nizanim bacê şaredariyê ye, fatûreye, ew e viya ye, ne mecbûr in ji van re rizabûnê nîşan bidin. Em ne mecbûr in çavkaniyên xwe bidin van talanger û dizekan. Em ê heta dawiyê hemû mafên xwe yên rewa bikar bînin. Bi piştevaniyek mezin wê her roj li kolanan dengê me bilindttir bibe û dê bertek bên nîşandan. Min li Amedê got, her yek ji me em Gandî ne.” 
 
MA / Selman Guzelyuz

Sernavên din

30/08/2019
09:15 'Hûn çima li ser qoltixê me rûniştine?’
09:00 ROJEVA 30'YÊ TEBAXA 2019'AN
29/08/2019
17:14 Li Wanê berteka li dijî qeyûm didome: Wê ev gel vê zilmê qebûl neke
16:41 Mexmûr 43 rojin di bin dorpêçê de ye
16:31 Mitînga 1'ê Îlonê ya Eqnereyê li Tandoganê ye
16:22 Ji bo Heskîfê roja çalakiya kurevî îlan kir
15:55 Qeyûm 150 karkeran ji kar derxist
15:35 Li Sêrtê li dijî qeyûman daxuyaniya hevpar
15:33 Şik li Mêrdînê bang kir: Ger hûn li veguhêzîna pereyên nelirêtiyê bigerin li AKP’ê mêze bikin
14:49 Turk: Em bi feraseta ku darbeyê rewa dike re rû bi rû ne
14:39 Di çalakiya rûniştinê de banga ‘yekîtiya neteweyî’ hat kirin
14:33 Mexdûrên KHK’ê li Enqerê kom dibin
14:01 Li Amedê destûr ji mitînga 1'ê Îlonê re derket
13:53 Li Îzmîr û Dersimê banga 1’ê Îlonê hat kirin
13:42 3 HDP’î li Pirsûsê hatin binçavkirin
13:19 'Mîtînga 1'ê Îlonê wê li dijî qeyûman bibe pêpelok'
13:08 Qeyûmê ne fermî yê Amedê: Mirovê Soylû ye
12:51 Çalakiya li dijî qeyûm di roja 11’emîn de bi çepik û tilîliyan dest pê kir
12:42 Temellî; Erdogan dixwaze bi zorê îktîdara xwe biparêze
12:07 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:40 Polîsan nimêja cenaze asteng kir
11:39 2 karkerên ji kar hatin avêtin li baniyê Nexweşxaneya Bajar çalakî li dar xistin
11:23 Rûsya bersîva 'Nokteyên çavdêriyê vala bike' da Tirkiye
11:05 Li Avkevir 4 kes hatin binçavkirin
10:45 Onlu: Heke tecrîd ranebe dê xesp bidomin
10:44 ‘Bihêlin bila sîra bejî tovê xwe biweşîne’
10:12 Li Ranyayê nûçegihanê NRT'ê hat binçavkirin
10:11 Serokê Baroya Rihayê Oncel: Hedefa bûyera Serêkaniyê pêvajoya çareseriyê bû
10:09 Partiya Çep a Kesk: Têkoşîna hevpar wê karibe vê pêvajo têk bibe
10:07 ‘Mêş di nava xwarina me de derdikevin’
09:10 Dayikên laçik spî: Em dikarin qeyûman bişînin cihên jê hatine
09:08 Xaziyê 10'ê Cotmehê: Divê Davûtoglû bi awayekî aşkere biaxive
09:07 'Davûtoglû yek ji mîmarên komkujiyan e'
09:04 Guneş: Ji bo Idlibê wê li Astanayê revîzyonê bikin
09:02 Dayikên laçik spî: Li şûna şer guh bidin banga Ocalan
09:01 Başkaya: Divê ku mûxalîf li dijî qeyûman radîkaltir be
09:00 ROJEVA 29'Ê TEBAXA 2019'AN
28/08/2019
21:20 Çiyayê Cûdiyê hat topbarankirin
21:06 Berdevka Koma Meclîsa HDP'ê ya ŞBMA'yê hat berdan
17:04 Endamê SGDF'ê hat binçavkirin
16:59 Li HDP'iyê ku îşkenceya Xalfetiyê parve kir lêpirsîn hat vekirin
16:14 Genel-Îş: Kesên bi hilbijartinê hatine divê bi hilbijartinê biçin
15:23 Qeyûmê Mêrdînê derket operasyona eskerî
15:10 Partiyên çep: Em ê qeyûman û faşîzmê biqewirînin
15:10 Baroya Wanê ji bo betalkirina biryarê serlêdana 9'emîn kir
14:28 Li Mêrdînê çalakiya rûniştinê û meş: Em ê bêdeng nebin, em natirsin
13:37 Operasyona qeyûm didome
13:30 Li Wanê banga 1'ê Îlonê
13:05 Sûriye li 10'emîn Nokteya Çavdêriyê ya Tirk a Idlibê xist
12:22 Li Pirsûsê 6 kes hatin binçavkirin
12:06 DÎSK, KESK, TMMOB û TTB'ê HDP ziyaret kirin û peyama têkoşina hevpar dan
11:54 Çalakiya rûniştinê di roja 10’emîn de dewam kir
11:30 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:08 Dîmenên îşkenceya polîsan derketin holê
11:01 Temellî: Em ne mecbûr in çavkaniyên xwe bidin van talanger û dizekan
10:47 Endama meclisê ya hatibû binçavkirin: Laçika min derxistin û lêgerîna tazî li min ferz kirin
10:04 Tenê pirsek ji rojnamegerên dibin çavan de kirin: We li cihê çalakiyê çi dikir?
09:59 ‘Mitînga 1'ê Îlonê dê ji hişmendiya qeyûman re bibe bersiv'
09:59 HDP'ê wê li dijî qeyûm nexşerêya ji 3 pêngavan pêk tê bişopîne
09:43 KCD'ê bang li çar perçeyên Kurdistanê kir: Li dijî qeyûmê helwesta hevpar nîşan bidin
09:34 YSK’ê mazbata muxtarekê li Erganî betal kir
09:33 Maçoglu: Em li dij dernekevin dê qeyûm bibe pirsgirêka hemû partiyan
09:31 Komeleyên herêmê yên Stenbolê: Em qeyûm nas nakin
09:30 ‘Êdî îşkence daketiye kolanan’
09:29 Êdî Çarşiya Sifir xalî ye
09:25 'Îktîdar ji dêvla rê li ber cinayetên jina bigire, qanûnên jina diparêze radike'
09:25 Midurê tecawizkar ê qeyûm teqawîd kirin
09:24 Serokê PSK’ê Tek: Tayînkirina qeyûman înkarkirina gelê kurd e
09:21 Canbaz: Bi qeyûm dixwazin civakê tecrîd bikin
09:19 Rojnamevan Evran: TSK di ‘Tevgerên Pençe’ de gavekê jî pêş neketiye
09:00 ROJEVA 28'Ê TEBAXA 2019'AN
27/08/2019
20:54 'Kuştina jina polîtîk e, em naxwazin bimirin'
20:41 Selîm Sadak hat berdan
19:34 Berdevka Meclîsa HDP'ê ya ŞBMA'yê hat binçavkirin
18:05 Li Wanê çalakiya rûniştinê: Wê qeyûm biçin emê bên
17:36 DÎSK, KESK, TTB û TMMOB derbasî Mêrdînê bûn: Têkoşîna piştevaniyê xurt bikin
16:59 Li dijî qeyûm 184 îmze: Bêdeng nemîne, her ku bêdeng bimînê wê dor were te jî
16:41 Xarpêtiyan tayînkirina qeyûman şermezar kir
16:29 Qeyûm cîgirê xwe kir serokê DÎSKÎ'yê
16:02 Kesên li Rihayê hatibûn binçavkirin piştî 10 rojan hatin berdan
15:46 Erdogan di 5 salên Şaredarê Stenbolê de 302 rojan derketiye betlanê
15:40 KESK’ê ji bo rojekê dest ji kar berda
15:03 Wekîlê CHP’ê, siyasetmedarên HDP’î yên li Kandira ziyaret kir
14:59 Serokên DÎSK, KESK, TTB û TMMOB'ê hatin Amedê: Armanca darbeyê milyon in
14:30 'Bi qeyûman dixwazin qezencên 23’yê Hezîranê belav bikin’
14:29 Li Hewagê 2 jin hatin binçavkirin
14:24 Çalakiya li Mêrdînê di roja 9’an de dewam kir: Fermana Walî ne qanûn e
14:15 ‘Em ne emanetê desthilatdariya zilam in’
14:04 Di rûniştina yekemîn de 29 sal ceza li îstîsmara zayendî hat birîn
13:55 Pêvajoya yekemîn a lihevhatina sêalî ya ewlehiya sînor xistin meriyetê
13:53 Jinên Ciwan tayînkirina qeyûm a şaredariyan şermezar kirin
13:45 Temellî: Li dijî bloka faşîst pêngava herî girîng Tifaqa Demokratîk e
13:44 Yûrsevera li Çewlikê hat binçavkirin hat berdan
13:29 Hevdîtinên HDP'ê yên reforma darazê didomin
13:19 ÎHD: Di hefteyekê de mafê milyonan binpê kirin
13:18 Kardêr zextan li karkerên birêxistin kirî, dikin
13:04 Li Dersimê zilamek ji ber êrîşa tecawîzê hat girtin
13:03 Operasyona qeyûm pûç derket: Hemû kesên hatin binçavkirin hatin berdan
12:49 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdana dozgeriyê kirin
12:29 Çalakiya li Amedê bi stranên berxwedanê dest pê kir