WAN - Endama Meclisê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Menîce Gulmez ku dema protestoyên tayînkirina qeyûman hatibû binçavkirin, got ku di bin çavan de laçika wê derxistine û lêgerîna tazî lê ferz kirine.
Polisan di 20'ê Tebaxê de, li Wanê mudaxaleyî çalakiyên ku ji bo tayînkirina qeyûman hatibûn lidarxistin kiribûn û 38 kesan binçav kiribûn. Cîgira Serokê Giştî ya Partiya Mirov û Azadiyê û Endama Meclisê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Menîce Gulmez ku di nav kesên bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan de cih digirt, qala serpêhatiyên xwe yên di bin çavan de kir.
'LÊGERÎNA TAZÎ HAT FERZKIRIN'
Gulmez destnîşan kir ku dema hatiye binçavkirin polisên wê biriye Miduriyeta Polisan a Wanê û wiha got: "Em 6 jin hatibûn binçavkirin. Ji bo girtina îfadeyan em birin Şaxa TEM'ê ya Midueriyeta Polisan a Wanê. Li vê derê lêgerîna tazî li me ferz kirin. Min ji wan got, 'Ez ê kincên xwe dernexim. Ez miroveke bawermend im. Tişta hûn dikin dervayî mirovahiyê ye'. Min birin cem serqomser. qomser jî weke polisan tevgeriya û got ku dê bizorê kincên min derxin. Ji ber ku mişn zanibû ku heke bi zorê kincên derxin dê hevalên min qebûl nekin, min ji serqomser got ku ez ê kinc û laçika xwe li nezaretxaneyê derxim. Piştî ku min birin nezaretxaneyê kinc û laçika min derxistin. Dema ku laçika min derxistin, min xwest ku êlekê hevaleka xwe bidim serê xwe. Lê destûr nedan vê yekê jî. Li gel ku rapora min heye jî xwestin berçavka min jî bigirin."
'MIN JI BO TÊKOŞÎNA LAÇIKÊ DENGÊ XWE DA AKP'Ê'
Gulmez destnîşan kir ku ji bo têkoşîna laçikê, beriya niha 2 caran dengê xwe daye AKP'ê û ev tişt anî ziman: "Polîtîkaya AKP'ê ya laçikê polîtîkaya berjewendiyê ye. Ji ber ku min 2 caran dengê xwe daye AKP'ê nija gelek poşman im. Ji 13 saliya xwe heta niha laçikê bi kar tînim. Min li medreseyan mamostetiyê kir û 10 salan ji Diyanetê re xebitîm. Heta niha min carek jî min ji ber laçik û baweriya xwe tavîz nedaye. Lê serpêhatiya min a di bin çavan de polîtîkaya AKP'ê nîşanî min da. Divê tu weke wan bifikirî. Heke tu weke wan nefikirî dijminê wan î."
'EM Ê TEKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN'
Gulmez anî ziman ku dê heta çûyîna qeyûman tekoşîna xwe bidomînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Em ji bo ku mafê xwe yê qanûnî bi kar bînin dertên kuçeyê. Van êrîşên wan ên bêbingeh, li dijî mafê mirovan e. Em ê timik mafê xwe biparêzin. Em ê şaredariyên xwe bigirin. Heta ku qeyûm biçe jî em ê li vîna xwe xwedî derkevin."