AMED – Serok Şaredarê Dersimê Fatîh Mehmet Maçoglu diyar kir ku îradeya gelê Amedê hatiye xespkirin û heke li dijî tayînkirina qeyûman deng neyê derxistin dê qeyûm bibe pirsgirêka hemû partiyan.
Serokê Şaredariya Dersimê Fatîh Mehmet Maçoglu li Amedê beşdarî çalakiya rûniştinê ya li dijî tayînkirina qeyûmên ser 3 şaredariyên bajarê mezin hatin kirin bû. Maçoglu nerazîbûna xwe li dijî tayînkirina qeyûm nîşan da û got ew tayînkirina qeyûman wek xespkirina vîna gel dinirxîne û heke li dijî qeyûman nerazîbûn neyê nîşandan dê siberojê qeyûm bibin pirsgirêka hemû partiyan.
‘LI ÎRADEYÊ NEHEQÎ HAT KIRIN’
Maçoglu anî ziman ku îradeya gelê Amedê bi rewşek polîtîk hatiye xespkirin û got: “Pêwîste li tavilê dest ji vê biryarê berdin û hevalên me vegerin ser wezîfeya xwe. Neheqiyê li gelê Amedê hat kirin. Li vir îrade heye û em li gel vê îradeyê cih digirin.”
‘PIRSGIRÊKA AZADÎ Û DEMOKRASIYÊ HEYE’
Maçoglu da zanîn ku her çiqas ew li Dersimê bin jî lê dilê wan bi Amedê, Mêrdîn û Wanê re ye û wiha dewam kir: “Em piştevaniya hevrêyên xwe dikin. Îro roj roja li rex hev cih girtinê ye. Li Tirkiyeyê pirsgirêka azadî û demokrasiyê heye. Îro li dijî me hatiye kirin, sibê dibe li dijî partiyek din pêk were. Em ji vî welatî hez dikin. Ez bawerim dê li dijî tayînkirina qeyûman wîjdanek li hev kom bibe.”
‘QEYÛM DÊ BIBE PIRSGIRÊKA HER KESÎ’
Maçoglu destnîşan kir ku neheqiyek mezin li holê heye û wiha got: “Pêwîste li tavilê dest ji vê xeletiyê were berdan. Heke em bi awayek lez li dijî tayînkirina qeyûman dengê xwe dernexin û nerazîbûn nîşan nedin, dema sibê demokrasî tengttir bibe wê qeyûm bibin pirsgirêka hemû partiyan. Divê hemû saziyên demokrasiyê yên Tirkiyeyê li dijî vê neheqiyê derkevin û bi wîjdanek hevpar li dijî vê yekê derkevin.”
‘HIQÛQ CAREK DIN HAT BINPÊKIRIN’
Maçoglu diyar kir ku bi tayînkirina qeyûmên di heman walî ne hiqûq carek din hatiye binpêkirin û tu rewabûna vê yekê nîne.
Maçoglu got divê hemû hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê li gel HDP’ê cih bigirin û hemû partiyên muxalîf, sendîka, rêxistinên girseyî yên demokratîk bi HDP’ê re di nava piştevaniyê de bin û li dijî vê zilmê serê xwe rakin.
MA / Lezgîn Akdenîz - Adem Baran