2 sal di ser kuştina Elçî re borî: Kameraya polîsan li ku ye?

  • rojane
  • 10:26 26 Mijdar 2017
  • |
img

AMED - 2 sal di ser kuştina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî re derbas bûn. Lê hêj kujer nehatiye dîtin û nehatiye darizandin. 2 sal borîn, lê hêj kameraya polîsan kişandiye ne diyar e. Endamê Komîsyona Lêpirsîna dosya cînayeta Tahir Elçî Parêzer Mahsuni Karaman, diyar kir ku bawer dikin mudaxaleyî delîlan kirine û delîl winda kirine. 

Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî di 28'ê Mijdara 2015’an de dema li dijî talankirin, wêrankirina dîrokê li ber Mînareya Çarling a Sûrê daxuyanî dida, hat kuştin. 2 sal derbas bûn, lê hêj kujerê Elçî nehatiye dîtin û nehatiye darizandin. Heta niha 3 dozgerên dosyaya dozê hatin guhertin, lê hêj agahiyên der barê kuştina Elçî de nehatin zelalkirin. Têkildarî kuştina Elçî heta niha tu kesên wekî bersûc îfade nedane. Der barê tu kesên bi guman de jî lêpirsîn nehatiye destpêkirin. Endamê komîsyona lêpirsîna dosyaya cînayeta Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî û parêzerê Elçî Prz. Mahsunî Karaman, li ser pêvajoya lêpirsînê û encama dosyayê axivî. 
 
CÎNAYET WEKÎ KUŞTINEK JI RÊZÊ DIVÊ NEYÊ DÎTIN
 
Karaman, anî ziman ku piştî Elçî beşdarî qanalek televîzyonê bû û ji ber gotina “PKK ne rêxistina terorê ye" û têkoşîna wî ya li dijî binpêkirina mafên mirovan bû hedefa êrîşan. Karaman, anî ziman ku Elçî yek ji parazvanê hiqûqê û parazvanê mafên mirovan ê herî muhîm ê Tirkiye ye û wiha got: "Prz. Elçî, der barê dosyayên ku bi kujer nediyariyê re rû bi rû mabûn doz vekir. Dosyayên wekî yên Cemal Temîzoz, Ugur Kaymaz, JÎTEM ji nûve xistin rojevê. Bû şopdarên wan dosyayan û nûjen kir. Her dem dosyayên kujerên wan nediyar lêkolîn kir û ket şopa wan. Di salên 90’an de dosyaya kuştina 33 kesên li gundê Koçagi û Kuşkonarê yên Şirnexê ji nûve lêkolîn kir. Dosya bir DMME'ê û Tirkiye li DMME'ê mahkum kir. Di têkoşîna hiqûqê de têkoşînek mezin da. Elçî, di sala 2015'an de li dijî şerê li qadê sivîl ji bo têkoşîna hiqûqê pêş bixe kedek gelek mezin da. Li Farqîn û Cizîrê lêkolîn kir. Rapor amade kirin. Li Sûrê li dijî talankirin û wêrankirina dîrokê lêkolîn kir û li ber Mînareya Çarling hat kuştin. Ji ber vê yekê cînayeta Elçî ne cînayetek ji rêzê ye. 
 
HETA NIHA ÎFADEYA POLÎSEKÎ JÎ NEHATIYE GIRTIN
 
Karaman, anî ziman ku pêwiste der barê dosyaya Elçî de biryara veşartinê tune bûya, lê demek dirêj naveroka dosyayê ji Elçî veşartin û wiha got: "Heta niha der barê lêpirsînê de hêj der barê şikdarekî de jî lêpirsîn nehatiye kirin û îfadeya tu şikdaran nehatiye girtin. Ji ber vê yekê rê li pêş cînayeta kujer nediyar tê vekirin. Kolana Yenikapi ku Elçî lê hat qetilkirin bi dehan polîs li wir bû. Hemû polîs bi çek bûn. Lê hêj kesê bi guman nehatiye dîtin û lêpirsîna wî nehatiye kirin. Hêj polîsekî wekî bi guman lêpirsîna wî nehatiye kirin. Lêpirsîn bê dil, bê hêz û bê bandor tê meşandin. Bi aramanca bûyerê ronî bikin û kujer derxin holê lêpirsîn nayê kirin. Ev hewldana lêpirsînê armanc dikin ku dosyayê tev li dosyayên kujer nediyaran bike. 
 
‘DELÎLÊN HATINE TUNEKIRIN HENE'
 
Karaman, destnîşan kir ku bi sedema herêma pevçûnê ye delîl bi rêk û pêk nehatiye komkirin û wiha got: "Bi sedema şer heye delîl kom nekirin. Ji ber vê yekê guleya li Elçî ket tespît nekirin. Ji ber ku delîl kom nekirin û delîlên heyî lêkolîn nekirin heta niha cînayet nehat ronîkirin. Guleya ku li serê Elçî ket herî zêde 5-6 metre dikare dûr bikeve. Lê ev guleya li serê Elçî ket nedîtin. Li gorî pisporan hêza guleyê ya enerjiya bi tevger, qadek pir biçûk e. Ew gule nêzî cihê cînayetê ye. Ger ku bixwastina dikarîbûn ew guleya li wê qadê bidîtina. Di cînayetekê de delîla herî muhîm gule ye. Guleya bûye sedema kuştinê kujer ronî neke jî çekê diyar dike. Diviya bû Serdozgerê Komarê yê Amedê beriya gule winda bibe qada bûyerê têxe nava dorpêç û parastinê. Divê armanca wî ya sereke xwe bigîhanda guleyê. Diviya bû nêzî 30 polîsên ku li qada bûyerê çekên wan desteser kiribûna. Diviya bû çekên wan di lêkolîna krîmînal re derbas kiribûya. Niha ew delîl hatiye winakirin. 
 
‘CIHÊ BÛYERÊ PAQIJ KIRIN'
 
Karaman, anî ziman ku di 17'ê Adara 2016’da li cihê bûyerê lêkolîn kirin û rapor amade kirin û wiha got: "Di raporê de tê diyar kirin ku gule ji kijan alî ve hatiye li serê Elçî ketiye, mirov nikare diyar bike. Armanca keşifê ne dîtina guleya ku Elçî kuştibû. Me dizanîbû ku gule êdî li wir nayê dîtin. Li wê kolanê qedexe hat îlan kirin. Bi mehan şer li wir pêk hat. Her der xera bûbû. Bûbû qada xerabe. Li dîwarê nêzî wir şopa nêzî 200 guleyan hebû. Gelek şopên guleyan hebû, lê gule li holê tune bûn. Ev şik û fikar hêj didome. 
 
Karaman, anî ziman ku Saziya Tipa Edlî, di raporê de diyar dike ku guleya li Elçî ketiye çapa wê 9 mm ye. Diyar dike ku bi çeka harp be. Karaman, anî ziman ku ATK li ser şopa guleya li serê Elçî ketiye lekolîn kiriye û wiha got: "Tenê şiklê guleyê diyar kiriye. Lê diyar nekiriye ku gule ji kijan çekê derketiye. ATK'ê bi teşhîsa guleya 9 mm, qada lêkolînê bêtir teng dike. Ji ber ku di destê gelek polîsan de ew çek heye. Dîsa çekên wekî Keleş, Uzi, Kanas  dikevin vê çapa guleyê." 
 
KAMERA POLÎSAN LI HOLÊ TUNE
 
Karaman, destnîşan kir ku tevî kuştina Elçî li pêş çavê dehan kesan û dehan kamerayan pêk hat jî kesê ku bûye şahidê 'kê kuştiye' ango komeraya ku dîmenê nîşan dide nehatiye dîtin û wiha got: "Me ji bo ronîkirna lêpirsînê 3 dîmenên kamera pêşniyar kir. Yek jê dîmenê kameraya ewlehiyê ya Mala Deriyê Mêrdîn bû. Ya duyemîn dimenên ji aliyê personelên Şaxa Foto Filmê ve hatin kişandin. Ya sêyemîn jî dîmenên kameraya PTT’ê bûn. Di kameraya polîsan a dema kuştina Elçî de 13 saniye qatine qutkirin. Ji bo tespîta wan 13 saniyan me dîsa serîl i Serdozgeriya Komarê ya Amedê da. Me xwest ji bo di dîmenan de guhertin û montaj neyê kirin xwest dest dînin ser hafiza û kartên kamerayana û me xwest ji TUBİTAK û ATK’ê re bê şandin. Lê 2 sal derbas bûn, Lê heta niha dest danenîne ser kart û hafizayên kamerayan. 
 
Karaman, anî ziman ku dîmenên kameraya kargeriya li qadê jî tune ye û wiha got: "Hêj der barê polîs û karmendên li cihê bûyerê lêpirsîna îdarî nehatiye destpêkirin. 2 sal borîn lê tu pêşketin tune. Me 2 caran bi nivîskî serlêdan kir. lê tu bersîv nehat. 
 
Karaman, da zanîn ku tevî hevjîna Tahîr Elçî Turkan Elçî ji hemû personelên li cihê bûyerê glî kiriye û xwestiye îfadeya wan bê girtin jî îfadeya wan wekî bersûc nehatiye girtin. 
 
DELÎL LI HOLÊ TUNE 
 
Karaman, da zanîn ku heta niha tevî hemû hewldanên wan delîl û agahiyên ku kuştina Elçî ronî bike nehatiye komkirin û ji bo vê yekê tu hewldan nehatiye dayîn. Karaman, da zanîn ku 2 sal borîn lê heta niha şahit tune kameraya kuştina Elçî kişandiye tune, guleya ku Elçî kuştiye li holê tune û tu delîlê kuştina Elçî ronî bike nehatiye komkirin. Karaman xwest kesên ku delîl di destê wan de heye serî li wan ango serî li serdosgeriya komarê bidin. Karaman xwest der barê ronîkirina dozê de dewlet jî soza xwe pêk bîne. 
 
 

Sernavên din

28/11/2017
09:19 ‘Li girtîgehan serdema hov a 30 salên dawî diqewime’
09:19 Li Manîsa cûda, li Mûşê cûda
09:18 Mamosteyên nehatin peywirdarkirin: Başe ku peywir nedan me
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2017'AN
27/11/2017
22:27 Pentagon: Wê tevkariya me ya bi YPG’ê re berdewam bike
22:16 Kongreya Diyalogê ya Netewî ya Sûriyeyê hat taloqkirin
17:13 Aktîvîsta TJA’yê Ayşe Gokkan hat berdan
17:04 Dadgehê biryar da ku Gulmen girtî bimîne
16:42 Di serdegirtina malan de 91 kes hatin binçavkirin
16:26 Demîrtaş ji doza Rojnameya Starê beraet kir
15:18 ÎMO: Mînareya Çar Ling bi xerabûnê re rû bi rû ye
14:45 'Ne baran kevir jî bibarin em karê xwe dixwazin'
14:39 Leşkerek bi guman mir
14:38 Rûken Cansiri ji nexweşxaneyê hat derxistin
14:35 Di kana komirê de hezaz pêk hat
14:34 4 çalakgerên Yukselê hatin binçavkirin
14:28 Di dozên tundiya li dijî jinan de qanûn tên îhlalkirin
14:08 Endamê Koma Aştiyê Seydî Firat hat binçavkirin
14:05 Di mîhrîcana şanoyê de dê 37 lîstikan bên pêşandan
13:11 'Xwedêyo! Dar qut nekirana...'
13:04 Li Kocaeliyê 3 HDP'î hatin binçavkirin
12:22 Nivîskar Fîkret Başkaya hat berdan
12:09 Irmak bi zorê anîn odeya SEGBÎS'ê
12:04 Pirsên balkêş ji HDP’iyan pirsîn
12:00 20 girtî 167 rojin di hucreyan de ne
11:57 Ji Tirkiye geriyan û ji malbata Êzidî 60 hezar dolar fîdye xwestin
11:37 Ji bo Nuriye Gulmen daxwaza berdanê
10:49 Jina ku Elçî jê nerîn girt: Ji ber sekna xwe hat qetilkirin
09:47 Li 4 gund û 6 mezrayan qedexeya derketina derve îlan kirin
09:26 Ji heman malbatê 8 kes jehrî bûn
09:26 Hevserokê li mal nebû, hevjîna wî binçav kirin
09:17 Karkerên zeviyên pembû zarok in
09:17 Dadgehê polîs berat kir û birayê kuştî jî ceza kir
09:16 Ji wê rojê şûn ve Minareyê şîn girêdaye
09:15 Xwestin tevî kelepçeyê rontgenê bikişînin
09:14 Pîra 72 salî bi keda xwe li ser piya ye
09:14 'Ev Tarsûs e, cihê dewletê ye, naşibe cihên din'
09:13 Dolar bihabûn TIR jî rawestiyan
09:12 Estukyan: Îktîdar gotina nifrînê belav dike
09:11 Karkerên çalakger: Oboriya wezîran baş e lê ya me?
09:00 ROJEVA 27'Ê MIJDARA 2017'AN
08:08 Nivîskar Fîkret Başkaya hat binçavkirin
26/11/2017
20:04 Ji bo Misirê li Tirkiyeyê rojek şîn hat îlankirin
19:54 Polîsan 6 çalakvanên Kolana Yukselê binçav kir
18:33 Elçî bibîr anîn: Dawiya dawî tarî dê ronî bibe
17:08 Gurkan dîsa Seroka Giştî ya EMEP'ê ye
16:43 Ji ber êrîşa li dijî dêrê kesek hat binçavkirin
16:42 3 helîkopterên Rûs li Helêbê hatin xistin
16:00 Taxeke Farqînê hat dorpêçkirin
15:16 Dozger heta 5 salan ceza ji Fîgen Yuksekdag dixwaze
14:44 ‘Cizîrê li dijî êrîşan dîrok nivîsand'
14:43 Bertek nîşanî polîsan da: Ji ber ku ez AKP'î me ez ji xwe şerm dikim
14:19 Di serdegirtinên malan de 13 kes hatin binçavkirin
14:18 'Em ê bi rêxistinkirinê zilmê têk bikin'
13:58 Cenazeyekî şewitî li Stenbolê hat dîtin
13:50 AKP'ê bi 60 milyar dolar malê cemaweriye firot
13:34 ‘Cizîrê li dijî êrîşan dîrok nivîsand'
13:16 EMEP: Em li dijî yek mirovî di demokrasiyê de bibin yek
11:16 Dadger xwest mirî bi SEGBÎS'ê beşdarî dadgehê bibe
10:26 2 sal di ser kuştina Elçî re borî: Kameraya polîsan li ku ye?
10:13 Sibe danişîna Gulmen û Ozakça ye: Bê hiqûqî destpêkir û bê hiqûq didome
09:54 'Me Newala Dîcleyê fêm bikira dê dawî wiha nebûya'
09:14 Piştî 15 salan cîhan pêşniyara ‘di olê de reform’ a Ocalan nîqaş dike
09:13 Parêzera 10’ê Cotmehê: Polîsan şopandine lê nekirine
09:12 40 hefte ne li kuçeyan e: OHAL wê bi têkoşînê rabe
09:11 Altiparmak: Îşkence encama polîtîkayên ‘bê ceza hiştinê' ye
09:10 3 cenaze winda ne, 10 cenazeyan jî nadin malbatan
09:04 ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2017'AN
25/11/2017
21:17 Şanohez careke din temaşeyî lîstika “Heft û Heşta Du Kesan” kirin
18:42 Hevjîna Kemal Gun jiyana xwe ji dest da
17:31 Xebatkarên TV10: Bila zextên li ser rojnamegerên jin bi dawî bibin
16:26 Kemalbay: Bila tecrîda li Îmraliyê rabe aştî bê
16:20 Yildirim: Êrîşa hişk titûnvan provoke kir
16:09 Wê Amed Tahîr Elçî bi bîr bîne
16:08 Ozelmali yê nexweşiya Wernicke Korsakoffê berdin
15:51 Jinan li Şirnex û Amedê tundiya mêr û dewletê şermezar kirin
15:38 Rapora salekê ya binpêkirina mafên jinan: 56 jin bi tundiyê hatin kuştin
15:32 'Bila jinên girtî ên nexweş serbest bên berdan'
15:22 Rapora Tîpa T a Denîzliyê: Em ê we bikujin
15:06 Xizmên windayan: Dewlet bixwaze dikare kujerên Elçî ronî bike
14:48 Yuksekdag: Yên cengê dikin û em hene
14:45 Polîsan li Kolana Yukselê jin darp kirin
14:25 'Divê saziyên jinan ên hatin girtin bên vekirin'
14:22 Karkerê li ber ÎBB'ê di grevê de: Malbateke me ya em xwedî dikin heye
14:21 Kesên li Misirê mirin gihişt 305’an
14:04 Dayikên Şemiyê: Çima goreke em qurnafîlan dînin ser tune?
13:47 Prz. Îsteklî 11 rojin di bin çavan de ye
13:38 Meclisa Jinan a HDP’ê: Şerê li dijî faşîzmê xwedîderketina jiyanê ye
13:17 Mitînga ‘Em ê qirkirina jinan rawestînin û jiyanê azad bikin’ dest pê kir
13:15 Parlamenterê HDP’ê Onder, malbata Eroglu ziyaret kir
12:41 HDP’ê komkujiya Misirê şermezar kir
12:38 Komîsyonê 'Butçeya şer' qebûl kir
12:37 ‘Tundiya li ser jinê nayê ceza kirin’
12:37 DÎSKÎ'yê sedema qûtbûna avê bi Dîcle Epsaşê ve girêda
12:34 Titûnvan: Zagon semsûriyan mehkumî karkeriya demsalî dike
11:54 Çîrokên serkeftina jinên Sûriyeyî: Eşîk
11:50 Soro: Soçiya beyî kurdan ji cih guhertinê wêdetir kêr nayê
11:49 Ji bo germ bibin kuçe bi kuçe depan kom dikin
11:33 9 kes li Senbolê hatin binçavkirin
11:32 Qedexeya li Farqînê hat rakirin