2 sal di ser kuştina Elçî re borî: Kameraya polîsan li ku ye? 2017-11-26 10:26:51 AMED - 2 sal di ser kuştina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî re derbas bûn. Lê hêj kujer nehatiye dîtin û nehatiye darizandin. 2 sal borîn, lê hêj kameraya polîsan kişandiye ne diyar e. Endamê Komîsyona Lêpirsîna dosya cînayeta Tahir Elçî Parêzer Mahsuni Karaman, diyar kir ku bawer dikin mudaxaleyî delîlan kirine û delîl winda kirine.  Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî di 28'ê Mijdara 2015’an de dema li dijî talankirin, wêrankirina dîrokê li ber Mînareya Çarling a Sûrê daxuyanî dida, hat kuştin. 2 sal derbas bûn, lê hêj kujerê Elçî nehatiye dîtin û nehatiye darizandin. Heta niha 3 dozgerên dosyaya dozê hatin guhertin, lê hêj agahiyên der barê kuştina Elçî de nehatin zelalkirin. Têkildarî kuştina Elçî heta niha tu kesên wekî bersûc îfade nedane. Der barê tu kesên bi guman de jî lêpirsîn nehatiye destpêkirin. Endamê komîsyona lêpirsîna dosyaya cînayeta Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî û parêzerê Elçî Prz. Mahsunî Karaman, li ser pêvajoya lêpirsînê û encama dosyayê axivî.    CÎNAYET WEKÎ KUŞTINEK JI RÊZÊ DIVÊ NEYÊ DÎTIN   Karaman, anî ziman ku piştî Elçî beşdarî qanalek televîzyonê bû û ji ber gotina “PKK ne rêxistina terorê ye" û têkoşîna wî ya li dijî binpêkirina mafên mirovan bû hedefa êrîşan. Karaman, anî ziman ku Elçî yek ji parazvanê hiqûqê û parazvanê mafên mirovan ê herî muhîm ê Tirkiye ye û wiha got: "Prz. Elçî, der barê dosyayên ku bi kujer nediyariyê re rû bi rû mabûn doz vekir. Dosyayên wekî yên Cemal Temîzoz, Ugur Kaymaz, JÎTEM ji nûve xistin rojevê. Bû şopdarên wan dosyayan û nûjen kir. Her dem dosyayên kujerên wan nediyar lêkolîn kir û ket şopa wan. Di salên 90’an de dosyaya kuştina 33 kesên li gundê Koçagi û Kuşkonarê yên Şirnexê ji nûve lêkolîn kir. Dosya bir DMME'ê û Tirkiye li DMME'ê mahkum kir. Di têkoşîna hiqûqê de têkoşînek mezin da. Elçî, di sala 2015'an de li dijî şerê li qadê sivîl ji bo têkoşîna hiqûqê pêş bixe kedek gelek mezin da. Li Farqîn û Cizîrê lêkolîn kir. Rapor amade kirin. Li Sûrê li dijî talankirin û wêrankirina dîrokê lêkolîn kir û li ber Mînareya Çarling hat kuştin. Ji ber vê yekê cînayeta Elçî ne cînayetek ji rêzê ye.    HETA NIHA ÎFADEYA POLÎSEKÎ JÎ NEHATIYE GIRTIN   Karaman, anî ziman ku pêwiste der barê dosyaya Elçî de biryara veşartinê tune bûya, lê demek dirêj naveroka dosyayê ji Elçî veşartin û wiha got: "Heta niha der barê lêpirsînê de hêj der barê şikdarekî de jî lêpirsîn nehatiye kirin û îfadeya tu şikdaran nehatiye girtin. Ji ber vê yekê rê li pêş cînayeta kujer nediyar tê vekirin. Kolana Yenikapi ku Elçî lê hat qetilkirin bi dehan polîs li wir bû. Hemû polîs bi çek bûn. Lê hêj kesê bi guman nehatiye dîtin û lêpirsîna wî nehatiye kirin. Hêj polîsekî wekî bi guman lêpirsîna wî nehatiye kirin. Lêpirsîn bê dil, bê hêz û bê bandor tê meşandin. Bi aramanca bûyerê ronî bikin û kujer derxin holê lêpirsîn nayê kirin. Ev hewldana lêpirsînê armanc dikin ku dosyayê tev li dosyayên kujer nediyaran bike.    ‘DELÎLÊN HATINE TUNEKIRIN HENE'   Karaman, destnîşan kir ku bi sedema herêma pevçûnê ye delîl bi rêk û pêk nehatiye komkirin û wiha got: "Bi sedema şer heye delîl kom nekirin. Ji ber vê yekê guleya li Elçî ket tespît nekirin. Ji ber ku delîl kom nekirin û delîlên heyî lêkolîn nekirin heta niha cînayet nehat ronîkirin. Guleya ku li serê Elçî ket herî zêde 5-6 metre dikare dûr bikeve. Lê ev guleya li serê Elçî ket nedîtin. Li gorî pisporan hêza guleyê ya enerjiya bi tevger, qadek pir biçûk e. Ew gule nêzî cihê cînayetê ye. Ger ku bixwastina dikarîbûn ew guleya li wê qadê bidîtina. Di cînayetekê de delîla herî muhîm gule ye. Guleya bûye sedema kuştinê kujer ronî neke jî çekê diyar dike. Diviya bû Serdozgerê Komarê yê Amedê beriya gule winda bibe qada bûyerê têxe nava dorpêç û parastinê. Divê armanca wî ya sereke xwe bigîhanda guleyê. Diviya bû nêzî 30 polîsên ku li qada bûyerê çekên wan desteser kiribûna. Diviya bû çekên wan di lêkolîna krîmînal re derbas kiribûya. Niha ew delîl hatiye winakirin.    ‘CIHÊ BÛYERÊ PAQIJ KIRIN'   Karaman, anî ziman ku di 17'ê Adara 2016’da li cihê bûyerê lêkolîn kirin û rapor amade kirin û wiha got: "Di raporê de tê diyar kirin ku gule ji kijan alî ve hatiye li serê Elçî ketiye, mirov nikare diyar bike. Armanca keşifê ne dîtina guleya ku Elçî kuştibû. Me dizanîbû ku gule êdî li wir nayê dîtin. Li wê kolanê qedexe hat îlan kirin. Bi mehan şer li wir pêk hat. Her der xera bûbû. Bûbû qada xerabe. Li dîwarê nêzî wir şopa nêzî 200 guleyan hebû. Gelek şopên guleyan hebû, lê gule li holê tune bûn. Ev şik û fikar hêj didome.    Karaman, anî ziman ku Saziya Tipa Edlî, di raporê de diyar dike ku guleya li Elçî ketiye çapa wê 9 mm ye. Diyar dike ku bi çeka harp be. Karaman, anî ziman ku ATK li ser şopa guleya li serê Elçî ketiye lekolîn kiriye û wiha got: "Tenê şiklê guleyê diyar kiriye. Lê diyar nekiriye ku gule ji kijan çekê derketiye. ATK'ê bi teşhîsa guleya 9 mm, qada lêkolînê bêtir teng dike. Ji ber ku di destê gelek polîsan de ew çek heye. Dîsa çekên wekî Keleş, Uzi, Kanas  dikevin vê çapa guleyê."    KAMERA POLÎSAN LI HOLÊ TUNE   Karaman, destnîşan kir ku tevî kuştina Elçî li pêş çavê dehan kesan û dehan kamerayan pêk hat jî kesê ku bûye şahidê 'kê kuştiye' ango komeraya ku dîmenê nîşan dide nehatiye dîtin û wiha got: "Me ji bo ronîkirna lêpirsînê 3 dîmenên kamera pêşniyar kir. Yek jê dîmenê kameraya ewlehiyê ya Mala Deriyê Mêrdîn bû. Ya duyemîn dimenên ji aliyê personelên Şaxa Foto Filmê ve hatin kişandin. Ya sêyemîn jî dîmenên kameraya PTT’ê bûn. Di kameraya polîsan a dema kuştina Elçî de 13 saniye qatine qutkirin. Ji bo tespîta wan 13 saniyan me dîsa serîl i Serdozgeriya Komarê ya Amedê da. Me xwest ji bo di dîmenan de guhertin û montaj neyê kirin xwest dest dînin ser hafiza û kartên kamerayana û me xwest ji TUBİTAK û ATK’ê re bê şandin. Lê 2 sal derbas bûn, Lê heta niha dest danenîne ser kart û hafizayên kamerayan.    Karaman, anî ziman ku dîmenên kameraya kargeriya li qadê jî tune ye û wiha got: "Hêj der barê polîs û karmendên li cihê bûyerê lêpirsîna îdarî nehatiye destpêkirin. 2 sal borîn lê tu pêşketin tune. Me 2 caran bi nivîskî serlêdan kir. lê tu bersîv nehat.    Karaman, da zanîn ku tevî hevjîna Tahîr Elçî Turkan Elçî ji hemû personelên li cihê bûyerê glî kiriye û xwestiye îfadeya wan bê girtin jî îfadeya wan wekî bersûc nehatiye girtin.    DELÎL LI HOLÊ TUNE    Karaman, da zanîn ku heta niha tevî hemû hewldanên wan delîl û agahiyên ku kuştina Elçî ronî bike nehatiye komkirin û ji bo vê yekê tu hewldan nehatiye dayîn. Karaman, da zanîn ku 2 sal borîn lê heta niha şahit tune kameraya kuştina Elçî kişandiye tune, guleya ku Elçî kuştiye li holê tune û tu delîlê kuştina Elçî ronî bike nehatiye komkirin. Karaman xwest kesên ku delîl di destê wan de heye serî li wan ango serî li serdosgeriya komarê bidin. Karaman xwest der barê ronîkirina dozê de dewlet jî soza xwe pêk bîne.