AMED - Waliyê Amedê Hasan Basrî Guzeloglû ku wek qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat kirin, cîgirê xwe Ahmet Nacî Helvaci tayînî Miduriyeta Giştî ya DÎSKÎ'yê kir.
Waliyê Amedê Hasan Basrî Guzeloglû ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve wek qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat kirin, Midurê Giştî yê Karên Qenelîzasyon û Avê yê Amedê (DÎSKÎ) Zekî Kantarci ji peywirê girt û cîgirê xwe Ahmet Nacî Helvaci tayînî şûna wî kir.