NAVENDA NÛÇEYAN - Derket holê ku Serokomar û Serokê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan dema di sala 1994'an de bû Şaredarê Stenbolê di nava 5 salan de bi giştî 302 rojan derketiye destûrê.
Serokomar û Serokê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan, piştî av li Stenbolê rabû, Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekren Îmamoglu rexne kiribû û gotibû "Li stenbolê av radibe ew diçe tatîlê dike." Li ser vê yekê niqaş derketibû. Li gorî nûçeya Oda TV Erdogan dema di sala 1994’an de bû Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê di nava 5 salan de 302 roj ket betlanê.
Li gorî rapor û belgeyan Erdogan di sala 1994'an de 11 rojan bi destûr û 3 rojan jî wekî peywirdar bê dîtin bi giştî 14 rojan destûr bikar anîye. Di sala 1995'an de 39 roj destûr û 26 roj jî peywirdar tê dîtin û bi giştî 65 rojan destûr bikar anîye. Dîsa disala 1996’an de 73 roj, di sala 1997’an de 97 roj û di sala 1998'an de jî 74 roj destûr bikar anîye. Li gorî qeydan Erdogan di nava 5 salan de 302 roj destûr kiriye û derketiye tatîlê.