EDENE /HATAY - Hevseroka HDP’ê ya Hatayê Sûltan Başaran tayînkirina qeyûman şermezar kir û got: “Bi tayîn kirina qeyûman dixwazin qezenc û yekitiya 31’ê Adarê û 23’yê Hezîranê belav bikin.”
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li Edene û Hatayê, bertek nîşanî tayînkirina qeyûman a 3 Şaredariyên Bajarên Mezin dan.
EDENE
Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Ceyhanê, ligel hemû astengiyên polîsan jî, li ser banê avahiya partiyê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Qeyûm li dijî vîn û demokrasiya gel darbe ye” hat vekirin. Hevserokê HDP’ê yê Ceyhanê Seyfettîn Aydemîr, daxuyanî da û wiha axivî: “Tayînkirina qeyûm, bi awayekê aşkere darbeyek siyasiye. Em bang li hemû beşên civakê dikin ku li dijî qeyûman bibin yek. Bêdeng nemînin. Bêdeng mayîn erêkirine. Ji bîr nekin ku her ku hûn bêdeng bimînin wê dûr were we jî.”
HATAY
Rêxistina HDP’ê ya Hatayê jî, bi heman armancê, li ber avahiya partiyê daxuyanî da çapemeniyê û bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da. Di daxuyaniyê de pankarta “Qeyûm darbeya siyasiye” hat vekirin. Hevseroka HDP’ê ya Hatayê Sûltan Başaran, di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Bi tayînkirina qeyûman dixwazin qezenc û yekitiya 31’ê Adarê û 23’yê Hezîranê belav bikin. Ji ber vê em hemû hêzên demokratîk vedixwînin liv û tevgerê. Qeyûm tayînkirin xespe, diziya vînê ye, darbeye û faşizme. Emê ligel hemû êrîş û zextan jî, xwedî vîna xwe derkevin. Em mafdarin. Em natirsin. Emê bedeng nemînin. Em duh jî hebûn, emê îro jî hebin û emê sibe jî hebin.”