RIHA - Li Hewagê ji ber sedemeke ne diyar 2 jin hatin binçavkirin.
Li gundê Qoserê yê navçeya Hewagê ya Rihayê, leşkeran di saetên serê sibehê de bi ser malan de girt û 2 jin binçav kirin. Hat hînbûn ku her du jin xwişkê hevin û navê yekî ji wan Îpek Îşler e û navê ya din jî nehat hînbûn.
Her wiha hat hînbûn ku her dû jin keçê Cîndî Zîncîrkiran a ku di 18'ê Gulanê de li gundê Dêrto yê navçeya Xalfetiyê hatibû binçavkirin û bi hinceta "endama rêxistinê" ye hatibû girtin in.
Her dû jinên ku sedema binçavkirina wan nehat hînbûn, birin Miduriyeta Polisan a Rihayê.