Parêzera 10’ê Cotmehê: Polîsan şopandine lê nekirine

  • rojane
  • 09:13 26 Mijdar 2017
  • |
img

ENQERE – Yek ji parêzerên Komîsyona Parêzerên 10’ê Cotmehê Îlke Işik, diyar kir ku di danişîna dawîn de îfadeyên polîsên şahid careke din berpirsiyariya cemaweriyê derxist holê û wiha got: “Muduriyeta Polîsan li çar hawirdorê Tirkiyeyê DAIŞ şopandine, lê belê tu tiştek jî nekiriye.” 

Danişîna 6’emîn a doza Komkujiya 10’ê Cotmehê ya Gara Enqereyê ku DAIŞ’ê li hemberî “Mîtînga Aştiyê” pêk anîbû, li Dadgeha Cezayê Giran a 4’emîn pêk hat. Di danişînê de geşedanên girîng xwe dan der û dîmenên derketin holê berpirsiyariya rayedarên dewletê ya têkildarî komkujiyê careke din derxist holê û her wiha belgeyên ku li dosyeyê hatin zêdekirin û îfadeyên polîsên şahid cihê balkişandinê ne. 
 
Ji parêzerên gazindker Parêzer Îlke Işik, rewşa dawî ya dozê ji bo Ajansa Mezopotamyayê (MA) nirxand. Yek ji parêzerên Komîsyona Parêzeran a 10’ê Cotmehê Işik ev tişt gotin: “Bersûc Suphî Alpfîdan di dirûşmeya ewil de der barê polîsên ku di vê danişînê de wek şahid hatin guhdarkirin de îfade dabû, lê belê ancax me di vê danşînê de ew anîn dadgehê. Ji bo anîna polîsan tam salekê ji Muduriyeta Polîsan a Dîlokê re nivîs hatin şandin. Gelek caran nivîs hatin şandin, lê belê polîs nedihatin dîtin. Celseya borî dadgehê talîmatek ji Dîlokê re nivîsand, lê belê polis nehatin. Li ser îtirazên me tev li vê danişînê bûn.” 
 
‘JI BO BERTERAFKIRINA DAIŞ’Ê TU TIŞT NEHATINE KIRIN’
 
Işik balê kişand ser Cîgirê Gerînendeyê Şaxa TEM’ê ya Dîlokê yê wê demê Beyazit Bestamî Dûman ku wek şahid ew anîn dadgehê û ev tişt gotin: “Bi taybetî îfadeyên Beyazit Bestamî Dûman girîng bûn. Dûman li bajarekî ku gelek êrîşên DAIŞ’ê lê pêk hatine û li hemberî DAIŞ’ê operasyon hatine lidarxistin, Cîgirê Gerînendeyê Şaxa TEM’ê ye. Me der barê operasyonên ku li dar dixistin hin pirs jê pirsin. Îfadeyên wî wek ku me çawa destpêkê jî gotibû, hemû îhmalkarî piştrast kirin. Me ji destpêkê ve her digot, li Dîlokê li hemberî DAIŞ’ê operasyonên bandorker û çalak nehatine lidarxistin û îfadeyên Dûman em piştrast kirin. Gelek pirsên me bi bersivên wek ‘Nizanim’, ‘Nas nakim’ bersivdandin. Divê Cîgirê Gerînendeyê Şaxa TEM’ê yê wê demê bersivên wisa nede. Li Dîlokê ji bo berterafkirina rêxistinbûyîna DAIŞ’ê tu hewldan xwe nedane der.” 
 
‘POLÎS LI XWE MIKUR HATIN KU WAN DAIŞ’IYAN TEMAŞE KIRIYE’ 
 
Dûman gotibû “Me kesên ji sînor dihatin dişopand, lê me nizanibû ka DAIŞ’î ne an OSO’yî ne.” Işik balê kişand ser van gotinan û ev tişt gotin: “Di bersivên wî de jî diyar dibin ku derbaskirina sînor pir rihet bûye. DAIŞ’î hatine nexweşxaneyê, çûne, tedawî bûne. Mikur hat ku zanibûye DAIŞ’î ne û hatine nexweşxaneyê tedawî bûne. Yanî a rast ev tê wateya ku wan bi her tiştî zanibûye, lê belê tu lêpirsîn nedane destpêkirin.” 
 
‘POLÎS, POLÎSÊ MUXBÎR KUŞTIYE’ 
 
Bersûcê komkujiyê Suphî Alpfîdanê DAIŞ’î navê 3 polîsan dabû û ji vana yek jê Huseyîn Gumuş e. Işik der barê Gumuş de agahî parve kirin û ev tişt gotin: “Alpfîdan gotibû wî bi polîsê bi navê Gumuş re hevdîtin çê kirine. Em di rojnameyan de hîn bûn ku Gumuş li nêv kuçeyê ji aliyê DAIŞ’iyekî ve hatiye kuştin. Lê belê di vê danişînê de em hîn bûn ku ev jî derew e. Me lêkolîn kir û em hîn bûn ku Huseyîn Gumuş ji aliyê polîsekî muxbîr ê ketiye nav DAIŞ’ê ve hatiye kuştin. Yanî bi awayekî aşkere derew kirine, lê em bi paşperdeya wê nizanin. Em ji îfadeyên Suphî fêm dikin ku, di nav DAIŞ’ê de polîsên muxbîr hene û peywireke wan ku komkujiyan asteng bikin û rêxistinbûyîna wan bereteraf bikin heye, lê belê bi her tiştî zanibûne lê tu tişt nekirine.” 
 
Işik got ku der barê Yûnûs Dûrmaz ku hatibû îdiakirin xwe teqandiye, Edremît Ture ku hatibû diyarkirin li Dîlokê hucreya DAIŞ’ê bi rê ve dibir û Îlhamî Bali ku emîrê DAIŞ’ê yê sînorê Dîlokê bûye agahiyên nû hatine danişînê. Işik ev tişt gotin: “Ev belge hemû li ser daxwazên me yên israrker hatin. Der barê van DAIŞ’iyan de li çar hawirdorê Tirkiyeyê lêpirsîn hatin destpêkirin, biryara guhdarîkirinê hat dayîn û hatine şopandin. Ji van kesên hatine şopandin, mînak Edremît Ture bi bultena sor lê tê girîn, bi riya Înterpolê lê tê gerîn. Di salên 2012-2013-2014’an de li Kirikkaleyê der barê vî kesî de biryara şopandina teknîkî û fizîkî hatiye dayîn, bi dosyeyan tapeyên wî hene, diçe sînor û tê, tedawî dibe, ev hemû di dosyeyê de ne. Lê belê der barê vî kesî de kirariyek jî nehatiye kirin. Carekê tenê hatiye binçavkirin û hew.” 
 
‘POLÎS Û DAIŞÎ LI HEV KIRINE’ 
 
Işik balê kişand ser tapeyên Îlhamî Bali yê ketin dosyeyê û ev tişt gotin: “Li gor tapeyên Îlhamî Bali yên ji Antalyayê hatin, wî û polîsan li hev kiriye. Polîs ji DAIŞ’iyan re dibêjin ‘Em dizanin hûn çi dikin, em daxilî we nabin.’ Ev hemû wê berpirsiyariya ku em jê re dibêjin a cemaweriyê ye careke din piştrast dikin.”
 
MA / Bariş Boyraz

Sernavên din

28/11/2017
09:19 ‘Li girtîgehan serdema hov a 30 salên dawî diqewime’
09:19 Li Manîsa cûda, li Mûşê cûda
09:18 Mamosteyên nehatin peywirdarkirin: Başe ku peywir nedan me
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2017'AN
27/11/2017
22:27 Pentagon: Wê tevkariya me ya bi YPG’ê re berdewam bike
22:16 Kongreya Diyalogê ya Netewî ya Sûriyeyê hat taloqkirin
17:13 Aktîvîsta TJA’yê Ayşe Gokkan hat berdan
17:04 Dadgehê biryar da ku Gulmen girtî bimîne
16:42 Di serdegirtina malan de 91 kes hatin binçavkirin
16:26 Demîrtaş ji doza Rojnameya Starê beraet kir
15:18 ÎMO: Mînareya Çar Ling bi xerabûnê re rû bi rû ye
14:45 'Ne baran kevir jî bibarin em karê xwe dixwazin'
14:39 Leşkerek bi guman mir
14:38 Rûken Cansiri ji nexweşxaneyê hat derxistin
14:35 Di kana komirê de hezaz pêk hat
14:34 4 çalakgerên Yukselê hatin binçavkirin
14:28 Di dozên tundiya li dijî jinan de qanûn tên îhlalkirin
14:08 Endamê Koma Aştiyê Seydî Firat hat binçavkirin
14:05 Di mîhrîcana şanoyê de dê 37 lîstikan bên pêşandan
13:11 'Xwedêyo! Dar qut nekirana...'
13:04 Li Kocaeliyê 3 HDP'î hatin binçavkirin
12:22 Nivîskar Fîkret Başkaya hat berdan
12:09 Irmak bi zorê anîn odeya SEGBÎS'ê
12:04 Pirsên balkêş ji HDP’iyan pirsîn
12:00 20 girtî 167 rojin di hucreyan de ne
11:57 Ji Tirkiye geriyan û ji malbata Êzidî 60 hezar dolar fîdye xwestin
11:37 Ji bo Nuriye Gulmen daxwaza berdanê
10:49 Jina ku Elçî jê nerîn girt: Ji ber sekna xwe hat qetilkirin
09:47 Li 4 gund û 6 mezrayan qedexeya derketina derve îlan kirin
09:26 Ji heman malbatê 8 kes jehrî bûn
09:26 Hevserokê li mal nebû, hevjîna wî binçav kirin
09:17 Karkerên zeviyên pembû zarok in
09:17 Dadgehê polîs berat kir û birayê kuştî jî ceza kir
09:16 Ji wê rojê şûn ve Minareyê şîn girêdaye
09:15 Xwestin tevî kelepçeyê rontgenê bikişînin
09:14 Pîra 72 salî bi keda xwe li ser piya ye
09:14 'Ev Tarsûs e, cihê dewletê ye, naşibe cihên din'
09:13 Dolar bihabûn TIR jî rawestiyan
09:12 Estukyan: Îktîdar gotina nifrînê belav dike
09:11 Karkerên çalakger: Oboriya wezîran baş e lê ya me?
09:00 ROJEVA 27'Ê MIJDARA 2017'AN
08:08 Nivîskar Fîkret Başkaya hat binçavkirin
26/11/2017
20:04 Ji bo Misirê li Tirkiyeyê rojek şîn hat îlankirin
19:54 Polîsan 6 çalakvanên Kolana Yukselê binçav kir
18:33 Elçî bibîr anîn: Dawiya dawî tarî dê ronî bibe
17:08 Gurkan dîsa Seroka Giştî ya EMEP'ê ye
16:43 Ji ber êrîşa li dijî dêrê kesek hat binçavkirin
16:42 3 helîkopterên Rûs li Helêbê hatin xistin
16:00 Taxeke Farqînê hat dorpêçkirin
15:16 Dozger heta 5 salan ceza ji Fîgen Yuksekdag dixwaze
14:44 ‘Cizîrê li dijî êrîşan dîrok nivîsand'
14:43 Bertek nîşanî polîsan da: Ji ber ku ez AKP'î me ez ji xwe şerm dikim
14:19 Di serdegirtinên malan de 13 kes hatin binçavkirin
14:18 'Em ê bi rêxistinkirinê zilmê têk bikin'
13:58 Cenazeyekî şewitî li Stenbolê hat dîtin
13:50 AKP'ê bi 60 milyar dolar malê cemaweriye firot
13:34 ‘Cizîrê li dijî êrîşan dîrok nivîsand'
13:16 EMEP: Em li dijî yek mirovî di demokrasiyê de bibin yek
11:16 Dadger xwest mirî bi SEGBÎS'ê beşdarî dadgehê bibe
10:26 2 sal di ser kuştina Elçî re borî: Kameraya polîsan li ku ye?
10:13 Sibe danişîna Gulmen û Ozakça ye: Bê hiqûqî destpêkir û bê hiqûq didome
09:54 'Me Newala Dîcleyê fêm bikira dê dawî wiha nebûya'
09:14 Piştî 15 salan cîhan pêşniyara ‘di olê de reform’ a Ocalan nîqaş dike
09:13 Parêzera 10’ê Cotmehê: Polîsan şopandine lê nekirine
09:12 40 hefte ne li kuçeyan e: OHAL wê bi têkoşînê rabe
09:11 Altiparmak: Îşkence encama polîtîkayên ‘bê ceza hiştinê' ye
09:10 3 cenaze winda ne, 10 cenazeyan jî nadin malbatan
09:04 ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2017'AN
25/11/2017
21:17 Şanohez careke din temaşeyî lîstika “Heft û Heşta Du Kesan” kirin
18:42 Hevjîna Kemal Gun jiyana xwe ji dest da
17:31 Xebatkarên TV10: Bila zextên li ser rojnamegerên jin bi dawî bibin
16:26 Kemalbay: Bila tecrîda li Îmraliyê rabe aştî bê
16:20 Yildirim: Êrîşa hişk titûnvan provoke kir
16:09 Wê Amed Tahîr Elçî bi bîr bîne
16:08 Ozelmali yê nexweşiya Wernicke Korsakoffê berdin
15:51 Jinan li Şirnex û Amedê tundiya mêr û dewletê şermezar kirin
15:38 Rapora salekê ya binpêkirina mafên jinan: 56 jin bi tundiyê hatin kuştin
15:32 'Bila jinên girtî ên nexweş serbest bên berdan'
15:22 Rapora Tîpa T a Denîzliyê: Em ê we bikujin
15:06 Xizmên windayan: Dewlet bixwaze dikare kujerên Elçî ronî bike
14:48 Yuksekdag: Yên cengê dikin û em hene
14:45 Polîsan li Kolana Yukselê jin darp kirin
14:25 'Divê saziyên jinan ên hatin girtin bên vekirin'
14:22 Karkerê li ber ÎBB'ê di grevê de: Malbateke me ya em xwedî dikin heye
14:21 Kesên li Misirê mirin gihişt 305’an
14:04 Dayikên Şemiyê: Çima goreke em qurnafîlan dînin ser tune?
13:47 Prz. Îsteklî 11 rojin di bin çavan de ye
13:38 Meclisa Jinan a HDP’ê: Şerê li dijî faşîzmê xwedîderketina jiyanê ye
13:17 Mitînga ‘Em ê qirkirina jinan rawestînin û jiyanê azad bikin’ dest pê kir
13:15 Parlamenterê HDP’ê Onder, malbata Eroglu ziyaret kir
12:41 HDP’ê komkujiya Misirê şermezar kir
12:38 Komîsyonê 'Butçeya şer' qebûl kir
12:37 ‘Tundiya li ser jinê nayê ceza kirin’
12:37 DÎSKÎ'yê sedema qûtbûna avê bi Dîcle Epsaşê ve girêda
12:34 Titûnvan: Zagon semsûriyan mehkumî karkeriya demsalî dike
11:54 Çîrokên serkeftina jinên Sûriyeyî: Eşîk
11:50 Soro: Soçiya beyî kurdan ji cih guhertinê wêdetir kêr nayê
11:49 Ji bo germ bibin kuçe bi kuçe depan kom dikin
11:33 9 kes li Senbolê hatin binçavkirin
11:32 Qedexeya li Farqînê hat rakirin