Parêzera 10’ê Cotmehê: Polîsan şopandine lê nekirine 2017-11-26 09:13:31 ENQERE – Yek ji parêzerên Komîsyona Parêzerên 10’ê Cotmehê Îlke Işik, diyar kir ku di danişîna dawîn de îfadeyên polîsên şahid careke din berpirsiyariya cemaweriyê derxist holê û wiha got: “Muduriyeta Polîsan li çar hawirdorê Tirkiyeyê DAIŞ şopandine, lê belê tu tiştek jî nekiriye.”  Danişîna 6’emîn a doza Komkujiya 10’ê Cotmehê ya Gara Enqereyê ku DAIŞ’ê li hemberî “Mîtînga Aştiyê” pêk anîbû, li Dadgeha Cezayê Giran a 4’emîn pêk hat. Di danişînê de geşedanên girîng xwe dan der û dîmenên derketin holê berpirsiyariya rayedarên dewletê ya têkildarî komkujiyê careke din derxist holê û her wiha belgeyên ku li dosyeyê hatin zêdekirin û îfadeyên polîsên şahid cihê balkişandinê ne.    Ji parêzerên gazindker Parêzer Îlke Işik, rewşa dawî ya dozê ji bo Ajansa Mezopotamyayê (MA) nirxand. Yek ji parêzerên Komîsyona Parêzeran a 10’ê Cotmehê Işik ev tişt gotin: “Bersûc Suphî Alpfîdan di dirûşmeya ewil de der barê polîsên ku di vê danişînê de wek şahid hatin guhdarkirin de îfade dabû, lê belê ancax me di vê danşînê de ew anîn dadgehê. Ji bo anîna polîsan tam salekê ji Muduriyeta Polîsan a Dîlokê re nivîs hatin şandin. Gelek caran nivîs hatin şandin, lê belê polîs nedihatin dîtin. Celseya borî dadgehê talîmatek ji Dîlokê re nivîsand, lê belê polis nehatin. Li ser îtirazên me tev li vê danişînê bûn.”    ‘JI BO BERTERAFKIRINA DAIŞ’Ê TU TIŞT NEHATINE KIRIN’   Işik balê kişand ser Cîgirê Gerînendeyê Şaxa TEM’ê ya Dîlokê yê wê demê Beyazit Bestamî Dûman ku wek şahid ew anîn dadgehê û ev tişt gotin: “Bi taybetî îfadeyên Beyazit Bestamî Dûman girîng bûn. Dûman li bajarekî ku gelek êrîşên DAIŞ’ê lê pêk hatine û li hemberî DAIŞ’ê operasyon hatine lidarxistin, Cîgirê Gerînendeyê Şaxa TEM’ê ye. Me der barê operasyonên ku li dar dixistin hin pirs jê pirsin. Îfadeyên wî wek ku me çawa destpêkê jî gotibû, hemû îhmalkarî piştrast kirin. Me ji destpêkê ve her digot, li Dîlokê li hemberî DAIŞ’ê operasyonên bandorker û çalak nehatine lidarxistin û îfadeyên Dûman em piştrast kirin. Gelek pirsên me bi bersivên wek ‘Nizanim’, ‘Nas nakim’ bersivdandin. Divê Cîgirê Gerînendeyê Şaxa TEM’ê yê wê demê bersivên wisa nede. Li Dîlokê ji bo berterafkirina rêxistinbûyîna DAIŞ’ê tu hewldan xwe nedane der.”    ‘POLÎS LI XWE MIKUR HATIN KU WAN DAIŞ’IYAN TEMAŞE KIRIYE’    Dûman gotibû “Me kesên ji sînor dihatin dişopand, lê me nizanibû ka DAIŞ’î ne an OSO’yî ne.” Işik balê kişand ser van gotinan û ev tişt gotin: “Di bersivên wî de jî diyar dibin ku derbaskirina sînor pir rihet bûye. DAIŞ’î hatine nexweşxaneyê, çûne, tedawî bûne. Mikur hat ku zanibûye DAIŞ’î ne û hatine nexweşxaneyê tedawî bûne. Yanî a rast ev tê wateya ku wan bi her tiştî zanibûye, lê belê tu lêpirsîn nedane destpêkirin.”    ‘POLÎS, POLÎSÊ MUXBÎR KUŞTIYE’    Bersûcê komkujiyê Suphî Alpfîdanê DAIŞ’î navê 3 polîsan dabû û ji vana yek jê Huseyîn Gumuş e. Işik der barê Gumuş de agahî parve kirin û ev tişt gotin: “Alpfîdan gotibû wî bi polîsê bi navê Gumuş re hevdîtin çê kirine. Em di rojnameyan de hîn bûn ku Gumuş li nêv kuçeyê ji aliyê DAIŞ’iyekî ve hatiye kuştin. Lê belê di vê danişînê de em hîn bûn ku ev jî derew e. Me lêkolîn kir û em hîn bûn ku Huseyîn Gumuş ji aliyê polîsekî muxbîr ê ketiye nav DAIŞ’ê ve hatiye kuştin. Yanî bi awayekî aşkere derew kirine, lê em bi paşperdeya wê nizanin. Em ji îfadeyên Suphî fêm dikin ku, di nav DAIŞ’ê de polîsên muxbîr hene û peywireke wan ku komkujiyan asteng bikin û rêxistinbûyîna wan bereteraf bikin heye, lê belê bi her tiştî zanibûne lê tu tişt nekirine.”    Işik got ku der barê Yûnûs Dûrmaz ku hatibû îdiakirin xwe teqandiye, Edremît Ture ku hatibû diyarkirin li Dîlokê hucreya DAIŞ’ê bi rê ve dibir û Îlhamî Bali ku emîrê DAIŞ’ê yê sînorê Dîlokê bûye agahiyên nû hatine danişînê. Işik ev tişt gotin: “Ev belge hemû li ser daxwazên me yên israrker hatin. Der barê van DAIŞ’iyan de li çar hawirdorê Tirkiyeyê lêpirsîn hatin destpêkirin, biryara guhdarîkirinê hat dayîn û hatine şopandin. Ji van kesên hatine şopandin, mînak Edremît Ture bi bultena sor lê tê girîn, bi riya Înterpolê lê tê gerîn. Di salên 2012-2013-2014’an de li Kirikkaleyê der barê vî kesî de biryara şopandina teknîkî û fizîkî hatiye dayîn, bi dosyeyan tapeyên wî hene, diçe sînor û tê, tedawî dibe, ev hemû di dosyeyê de ne. Lê belê der barê vî kesî de kirariyek jî nehatiye kirin. Carekê tenê hatiye binçavkirin û hew.”    ‘POLÎS Û DAIŞÎ LI HEV KIRINE’    Işik balê kişand ser tapeyên Îlhamî Bali yê ketin dosyeyê û ev tişt gotin: “Li gor tapeyên Îlhamî Bali yên ji Antalyayê hatin, wî û polîsan li hev kiriye. Polîs ji DAIŞ’iyan re dibêjin ‘Em dizanin hûn çi dikin, em daxilî we nabin.’ Ev hemû wê berpirsiyariya ku em jê re dibêjin a cemaweriyê ye careke din piştrast dikin.”   MA / Bariş Boyraz