STENBOL - Sarûhan Olûç ku di çarçoveya "Destûra Bingehîn a Demokratîk" de serdana CÎSST'ê kir, daxuyand ku daxwaza guherîna Destûra Bingehîn dikin û di vê çarçoveyê de girîngiyê didin hevdîtinên bi partiyên siyasî re.
Hevdîtinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên di çarçoveya Destûra Bingehîn a Demokratîk" , "Paketa Darazê" , "Tifaqa Demokratîk" de didomin. Heyeteke di bin serokatiya Serokvekîlî Koma HDP'ê Sarûhan Olûç de, li Stenbolê çû serdana Komeleya di Pergala Înfazê de Civaka Sivîl (CÎSST) kir. Heyeta HDP'ê ku hat serdana komeleyê ya li navçeya Beyoglû ya Stenbolê, bi endamên komeleyê re hevdîtin pêk anî.
'EM GIRÎNGIYÊ DIDIN HEVDÎTINAN'
Olûç di hevdîtinê de axivî û diyar kir ku di demên pêş de dibe ku hin guhertên di xalên Destûra Bingehîn de çibibin û ew girîngî didin vê guhertinê û wiha got: "Desthilat nêzî guhertinê nabe. Darazandina adil, kêmasiyên di qanûna înfazê de û guhertina TMK'ê ya di çarçoveya azadiyê nêrînê de daxwazên me ne. Divê TMK li gorî standartên Yekitiya Ewropayê (YE) be. Gelek hevalên me ji xala propagandayê tên darizandin. Girêdayî vê yekê em daxwaza guhertina Destûra Bingehîn dikin. Her çiqas encamek ji meclisê derneyê jî em girîngiyê didin hevdîtinên bi partiyên siyasî re."
Piştî vê hevdîtinê dê heyeta HDP'ê bi Komeleya Lêkolînên Penaberiyê û Federasyona Mafên Sewalan HAYTAP) re jî hevdîtin pêk bîne.