AMED - Bi tayînkirina qeyûm re li Amedê 84 kes hatibûn binçavkirin. 84 kesên li Amedê hatin binçavkirin hemû serbest hatin berdan.
Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu di 19'ê Tebaşê de li Amed, Mêrdîn û Wanê hevşaredarên bajarên mezin ji peywirê girtin û li şuna wan qeyûm tayîn kir. Di heman rojê de li 29 bajaran 418 kes binçav kirin. Li Amedê jî Edîtora Ajansa me ya Mezopotamya ya serwîsa Kurdî Ziyan Karahan jî di navde 84 kes hatin binçavkirin. 84 kes beşek 4 rojan û beşek jî 8 rojan li Miduriyeta Polîsan a Ametê hatin rawestandin. 40 kes piştî 4 rojan hatin berdan û ji 44 kesên din 34 jî piştî 8 rojan hatin berdan. 10 kesên mayî jî 10 roj şûnde hatin berdan. Kesên hatin binçavkirin bi sucdariya 'Bi şika ku wekî çalakiyên 6-7'ê Cotmehê dê amade bikin" hatin binçavkirin. Piştî 84 kesên hatin binçavkirin hatin berdan tev hatin berdan plana wan pûç derket.