WAN - Hevşaredarên Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan û Mûstafa Avci bersiv dan gotinên Erdogan ku gotibû, 'Pereyan dişînin Qendîlê'. Hevşaredaran got ku ji şaredariya ku bi deyn girtine û pere lê tuneye, ne pêkan e ku pere ji cihekî din re bê şandin.
Hevşaredarên Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan û Mûstafa Avci ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji peywirê hatin girtin û qeyûm tayînî şûna wan hat kirin, bersiv dan gotinên Erdogan ku gotibû, 'Me nikaribû kesên ku pereyê ji bacan tê, li şûna gel ji Qendîlê re dişînin, temaşe bikira". Hevşaredaran diyar kir ku piştî 31'ê Adarê şaredariyê bi deyn dewr girtine û tiştên ku tên gotin dereweke mezin e.
Bedîa Ozgokçe Ertan diyar kir ku tayînkirina qeyûman hiqûqeke mêtîngehê ye û wiha got: "Serdema beriya niha jî şaredarên partiyên din jî ji peywirê hatin girtin û îstifakirin li wan hat ferzkirin, lê şaredarên nû ji meclisa şaredariyê hatin hilbijartin. Dema ku mijar dibin kurd hiqûq berovajî dibe û Destûra Bingehîn ji holê radibe. Tayînkirina qeyûman a beriya niha jî bi heman hincetan pêk hatibû. Niha jî li pey heman hincetê ne lê hê jî hincet jê re nedîtine. Bi makîneya derewan dixwazin hişmendiyek ava bikin û pê pîrîm bikin."
'NE PÊKAN E PEREYÊ TUNEYE JI CIHEKÎ DIN RE BÊ ŞANDIN'
Di berdewamê de Ozgokçe destnîşan kir ku di Hilbijartina 31'ê Adarê de şaredariyê bi deyn dewr girtine û ev tişt anî ziman: "Budçeyeke wisa bifikirin ku hema bibêje dahatûya wê bi temamî dihat birîn. Ji vê nîvê dahatûtiyê mûçe dihatin razandin û tiştê dima jî ji aliyê Bankayan Bajaran û SSK'ê ve bi hincetan bacan ji pêwîstiya xwe zêdetir dihat birîn. Bi vê yekê me asteng dikirin. Şaredariyeke di v^erewşê de gelo pêkane ku ji cihekî din re pere bişîne. Li gel vê yekê jî derdekî van kesên ku ev derew davêjin ser me heye. Ew jî peydakirina hinceta tayînkirina qeyûman e. Gelê me jî baş dizane ku em ji bo wan xizmet dikir. Bi van derewan qeyûm nayên meşrûkirin."
Mûstaga Avci jî da zanîn ku dema hatine ser peywirê kavileke mezin dewr girtine û bal kişand ser van tiştan: "Ji 1,2 milyar TL zêdetir deyn hebû. Gelê me xizmeteke baş û mezin dixwaze. Ji bo bersivandina gelê xwe me xwest çavkaniyên xwe yên cewherî mezin bikin. Me got destpêkê em mûçeyên karkerên xwe bidin û paşê ji gelê xwe re xizmet bikin. Me di 3 mehan de ji bo xwe xizmetên biçûk kir. Em dibêjin xizmetên biçûk lê gelê me weke xizmetên mezin dibîne. Van xizmetan hin kesan di 5 salan de jî nikaribû bikira."
'TIŞTÊN DIBÊJIN DEREWEKE MEZIN E'
Di berdewamê de Avci destnîşan kir ku pêşiya dizî û nelirêtiyê girtine û têkildarî gotinên Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan derbarê wan de ev tişt anî ziman: "Me mazot û parçeyên wesayîtan teserûf kir û pêşî li girtina mûçeyen bê xebat girt. Bi van pereyan me ji gelê re xizmet kir. Me li gundan qenal û hewzên avan paqiş kir. Me hewl dida rêyên gundan çibikin. Gelek projeyên me hene. Lê li gel ku giştînameya têkildarî pereyên ku ji şaredariyên deynê wan heye, tên şandin re birîn nabe jî pereyên ku ji me re diha li Enqereyê dihat birîn. Li li gel vê yekê jî me hewl dida ji gelê xwe re xizmet bikin. Projeyên me yên mehên pêş hebûn. Ne pêkane ku şaredariyeke di vê rewşê de pere ji cihekî din re bişîne. Vê yekê ew jî baş dizanin. Tişta ku dibêjin dereweke mezin e û ew bixwe jî bawer nakin."