WAN - Walî Mehmet Emîn Bîlmez ê weke qeyûm tayînê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat kirin, qedexeya 1010 rojin li bajêr berdewam dike, carekdin dirêj kir.
Li Wanê, qedexeya lidarxistina çalakiyan a di 21’ê Mijdara 2016’an de dest pê kir û ev 1010 rojin dewam dike, carek din hat dirêjkirin. Walî Mehmet Emîn Bîlmez ê weke qeyûm tayînê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat kirin, 15 rojin din çalakiyên li bajêr bên lidarxistin qedexe kirin.