CHP: Plana AKP’ê ya desteserkirina Stenbolê bi xwedîderketina Amedê wê pûç bibe

img

STENBOL - Parlamenterên CHP'ê yên Stenbolê Bariş Yarkadaş û Ozgur Karabat, diyar kirin ku ger AKP firsendê bibîne wê dest dîne ser Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê û gotin: "Plana îktîdarê ya desteserkirina şaredariyên Enqere û Stenbolê tenê bi xwedîderketina şaredaiyên Mêrdîn, Amed û Wanê wê bê pûçkirin."  

 
Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu, di 19'ê Tebaxê de Hevşaredarên Amedê Selçûk Mizrakli, Hevşaredara Wanê Bedîa Ozgokçe û Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk ji peywirê girtibûn. Piştî wezîr hevşaredar ji peywirê girtin li şûna wan Waliyên Amed, Wan û Mêrdînê wekî qeyûm tayîn kiribûn. Serokomar û Serokê AKP'ê Recep Tayip Erdogan, li Trabzonê beşdarî bernameyekê bû û gef li şaredarê Stenbolê xwar û got: “Em ê destûr nedin ku bajarê ezîz pêşkêşî destekvanên terorê bikin." Vê gotina Erdogan a der barê Stenbolê de fikara "Gelo wê qeyûm tayînî Stenbolê jî bike' anî hiş û aqilan. Têkildarî gefên Erdogan û planên AKP'ê Parlamenterên Partiya Gel a Komarê (CHP) Ozgur Karabat û parlamenterê CHP'ê yê berê Barış Yarkadaş, helwesta Erdogan nirxandin 
 
‘TOLA SIYASÎ HILTÎNIN'
 
Parlamenterê CHP'ê yê berê Bariş Yarkadaş, diyar kir ku tayînkirina qeyûm a Şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê li dijî hiqûqê ye û wiha got: "Ev ne rewa ye. Bêyî doz li hevşaredarên bajarên mezin ên HDP’ê bên vekirin û wan ji peywirê bigirin hayê qebûlkirin. Tayînkirina qeyûm a şaredariyên HDP'ê tola siyasî ye. Diwazin hilbijêrên HDP'ê çong û serî bitewînin. Rêveberiya HDP'ê û hilbijêrên HDP'ê di hilbijartina 31'ê Adarê û 23'e hezîranê de bi awayeki stratejîk bloka AKP-MHP'ê paşve xistin. AKP'ê bi tayînkirina qeyûm tol ji hilbijêrên HDP'ê stend. AKP û MHP'ê bi tayînkirina qeyûm got "Hûn di hilbijartina rêveberiya herêmî de îktîdara me bihejînin, emê jî wisa bikin." 
 
Yarkadaş, da zanin ku îktîdarê berê jî qeyûm tayînî şaredariyên HDP'ê yên bajarên mezin kiribûn û wiha got: "AKP'ê berê jî qeyûm tayînî Amed, Wan û Mêrdînê kir. Di nava 2 sahan de qeyûm çi anî serê van bajaran me dît. Îsrafek mezin li hevkarên xwe belav kirin. Rêvberê dewletê bi awayekî neheq diyarî dan. Ji çavkaniya xezîneyê ev diyarî dan hevkarên xwe. AKP û MHP’ê bi tayinkirina qeyûman xwest CHP û HDP’ê bîne beranberî hev. Ger ku HDP û CHP'ê bên hemberî hev wê karê wan hêsan bike. Lê rêveberiya HDP û CHP'ê û hilbijêrên wan nehatin vê lîstikê. Bersîvek hişk dan qeyûman." 
 
Yarkadaş, bal kişand ser gotina Erdogan a der barê Stenbolê de jî û wiha axivî: "AKP ji bo qeyûm tayînî Şaredariyên Enqere û Stenbolê bike amadekariyan dike. Em van plan û amadekariyên wan dikin. AKP û MHP ji bo butçeya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê çilekiyan dike. Çav berdaye butçeya Stenbolê. Butçeya Stenbolê ya 85 milyar tl berê tev pêşkêşî hevkarên xwe kirin. Niha jî dixwaze Butçeya Stenbolê bê kontrol bihêlin û pêşkêşî hevkarên xwe bikin. Niha ketiye nava vê hewldanê ku dîsa vê butçeyê bi dest bixe." 
 
'FIRSEND BIBÎNE WÊ DEST DÎNE SER STENBOLÊ' 
 
Yarkadaş, da zanin ku ger îktîdaraAKP’ê firsendê bibîne wê dest dîne ser Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê û wiha bi dawî kir: "Plana îktîdarê ya desteserkirina Stenbol, Enqere û bajarên mezin tenê dikare bi xwedîderketina şaredariyên Amed, Mêrdîn û Wanê pêkan e. Divê her kes li dijî polîtîkayên qeyûm dengê xwe bilind bike. Ger AKP û MHP firsendê bibîne wê desteser bike. Divê her kes li dijî tayînkirina qeyûman bertekên xwe bînin ziman. Ev ne tenê pirsgirêka HDP'ê ye. Ev pirsgirêka hemû kesên li demokrasiyê xwedî derdikevin e. Divê hemû demokrat li dijî qeyûm bertekên xwe bilind bikin. AKP dixwaze çonga muxaletefe dine. Lê em tu carî siyaseta qeyûm qebûl nakin û çong danînin. 
 
'DIXWAZIN HDP'Ê TENÊ BIHÊLIN' 
 
Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Ozgur Karabat jî anî ziman ku îktîdar bi gotina ‘Hûn bi terorê re kar dikin" gefan li CHP'ê dixwe û wiha axivî: "Dixwazin HDP’ê bi tenê bihêlin. Naxwazin hilbijêrên HDP û CHP'ê li ser bingeha demokratîk bên cem hev. Di vê tayînkirina qeyum de em pir aşkere dibînin. Bi tayînkirina qeyûm xwestin HDP’ê bi tenê bihêlin. Dixwazin muxalefeta demokratik  perçe bikin.  Piştî tayînkirina qeyûm a Amed, Wan û Mêrdînê em dizanin ku plana wan a Enqere û Stenbolê ji heye. Karaktera vê îktidarê li holê ye. Me biryara YSK'ê ya betalkirina hilbijartinê dît. Her tişt ji îktîdarê tê payîn. Ji ber îktidara AKP'ê di polîtîkayên derve de ketiye tengavê, niha zextan li hundir zêde dike. Tayînkirina qeyûm nişan dide ku AKP di polîtikayên derve de têk çûye." 
 
MA / Nacî Kaya
 
 

Sernavên din

27/08/2019
12:25 Li Mêrdînê çalakiyên li dijî qeyûm bi rûniştinê didomin
12:21 Ji hevşaredarên Wanê bersiva Erdogan: Ew jî ji gotinên xwe bawer nake
12:14 Qeyûmê Wanê qedexeya 1010 rojin dewam dike, dirêj kir
12:09 Turan: Çima Wezîr pirsan bê bersîv dihêle?
11:42 Temellî: Aqilê 28'ê Sibatê bi destê AKP'ê di meriyetê de ye
10:47 Mijara 1'ê Îlonê ya HDP'ê dê 'qeyûm' be
10:37 CHP: Plana AKP’ê ya desteserkirina Stenbolê bi xwedîderketina Amedê wê pûç bibe
10:36 Li Çewligê jinek hat binçavkirin
10:17 Xweşikiya Heskîfê ya dê noqî avê bibe balê dikişîne ser xwe
09:40 Paylan: Di serdema Davutoglu de 'Plana Çokdanînê' xistin meriyetê
09:07 Li Şirnexê qedexeya 15 rojan hat îlankirin
09:06 Ji ber redkarê wijdanî ye zanîngehê qeyda wî çênekir
09:05 Îsota Rihayê û cihê wê yê di bazara cîhanê de
09:04 'Madem enstîtu tên girtin, nexwe em malên xwe bikin dibistan'
09:04 Tora Parastina Jinê: Zilam hêzê ji îktîdarê digirin
09:03 Şaredariya Qereyaziyê ji bo xwendekaran tirşiyê çêdike
09:00 ROJEVA 27'Ê TEBAXA 2019'AN
26/08/2019
23:51 Li dijî qeyûman çalakiyên dengderxistinê didomin
21:06 Rojnamevanên hatin berdan: Em bêdeng neman, em ê bêdeng nemînin
20:19 Endamê Meclîsa Ciwana ya HDP'ê Akbiyik hat binçavkirin
20:10 Bavê zîvkerê ku ji bo Erdogan û wezîran 'diyarî' jê hatin kirîn dîsa bû serokê daîreyekê!
19:31 5 rojnamevanên hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:44 Li Wanê çalakî di roja 8'an de didome: Heta em encam bistînin emê tebikoşin
17:24 Polîsan parlamenterê DEP'ê yê berê Selîm Sadak binçav kirin
16:55 Înce yê CHP’yî li Mêrdînê axivî: Ev tolhildana Stenbol û Enqereyê ye
16:47 Platfoma Jinan a Edeneyê: Em bêdeng namînin
16:43 Îfadegirtina 5 rojnamegeran dest pê kir
16:36 Temellî: Em dixwazin pêvajoya muzakereyan bidin afirandin
16:15 Wêneyên nelirêtiya Qeyûmê Mêrdînê derketin holê
15:27 Rojnameger 7 roj in di binçavan de ne: Em bi awayek kêfî tên ragirtin
14:57 ‘Vîna gelê kurd hezm nakin’
14:47 Ji 3 bajaran banga hevpar: Davutoglu mikur bê, di navbera 7'ê Hezîran û 1'ê Mijdarê de çima em hatin kuştin?
14:35 Îtîfaqa HDP’ê ya hilbijartinê: Em ê plangeriya dijberên xwe xera bikin
14:11 Pûtîn bersiva Erdogan da: Ji Erdogan fêm dikim lê bi guman im
13:58 Bi qeyûm re çû û bi qeyûm re hat
13:54 Ji Girtîgeha Rihayê berteka qeyûman
13:48 Qeyûm dest bi kar kir: 8 xebatkaran ji kar derxist
13:42 Mudaxaleyî çalakgerên li dijî JES'ê kirin: Gelek kes binçavkirin
13:39 ‘Tayînkirina qeyûman daxwaza şer e'
12:57 Polîsan rojnameger asteng kirin vê carê parlamenteran rojnamegerî kir
12:55 Qenala avê teqiya û erazî di bin avê de man
12:28 8'emîn roja çalakiya rûniştinê bi tilîliyan dest pê kir
12:20 Li Mêrdînê protestokirina qeyûm: Polîsan wekîl dorpêç kirin û rojnameger dûr xistin
12:11 Kalê 81 salî her roj di çalakiya li dijî qeyûman de ye
12:05 Hûrgiliyên komkujiya cerdavanan a Farqînê
11:59 Li Amedê 34 kesên din hatin berdan
11:51 Oluç bersiv da Erdogan: Diyariyên ku qeyûm şandin te girt?
11:40 Dayika du canê wê jiyana xwe ji dest dan bang li Davutoglu kir: Lênûskan veke
11:20 Banga 1'ê îlonê: Deng bidin aştiyê
11:03 TSK li Idlibê hatiye dorpêçkirin: Fermandaran çima îstafa kir?
09:59 Çalakiya parlamenteran bi ser ket: Yên hatin binçavkirin berdan
09:42 'Ji bo berîkên xwe tije bikin qeyûman tayîn kirin’
09:41 Karataş: Bi şerê Idlibê peymana Astana bi dawî bû
09:03 'Ji bo derfetên şaredariyê pêşkêşî hevkarên xwe bikin qeyûm tayîn kirin'
09:02 Endama MYK'a ESP'ê: Me bi hevre qezenç kir em bi hevre biparêzin
09:02 Hevserokê Giştî yê Mala Gel Gunay: Em ê vê darbeyê rawestînin
09:00 ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2019'AN
25/08/2019
21:26 8 endamên meclisa Şaredariya Wanê ji peywirê girtin
19:33 Heyeta CHP'ê Hevşreredarê Amedê Selçuk Mizrakli ziyaret kir
19:01 Muxtaran bi whatsapê agahî dan: Wê Kelhê ya Cûdî bombe bikin
18:38 Rojnamevan 6 roj in bêyî îfade bidin tên girtin
18:03 'Çi bikin bila bikin em ê li vîna gelê xwe xwedî derkevin'
17:15 Semîha Tugan ê piştî 28 salan gihişt kurê xwe jiyana xwe ji dest da
17:01 Dest bi ziyaretên 'Îtîfaqa demokratîk' dikin
16:43 Polîsan gaza îsotê avêt ruyê parlamenterên HDP'ê
15:44 Li dijî êrîşên Tirkiyeyê meşiyan
15:22 Stenbolî: Li dijî darbeyê bêdeng nemînin wekî 23'ê Hezîranê bi hevre têbikoşin
14:46 Hevserokê Mala Gel: Wê nikaribin heviya me tune bikin
14:24 Polisan li Mêrdînê êrîşî HDP'iyan kir
13:57 Di operasyona Pençe-3 de 3 eskeran jiyana xwe ji dest da
13:08 7 rojin li Amedê çalakî didomin: Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin
12:51 Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Me duh AKP têk bir emê îro jî têk bibin
12:19 5 rojnamevan 6 roj in di binçavan de ne
12:06 'Li aliyekî weşana kurdî dikin, li aliyekî dijminantiya Kurdî dikin'
11:35 Yolerî: Girtî êdî nikarin xwe bigînin edaletê
10:59 Mizrakli bersîva 'Kandîlê' da Erdogan: Bêbextiyê neke
10:34 'Her ku îktîdar diaxive kuştina jinan zêde dibin êdî bila bes biaxivin'
09:13 'Ji bo axa me ji neviyên me re bimîne em ê têbikoşin'
09:10 Ozgokçe: Qeyûm bi 700 hezar lîreyî kinc kirîn, wê gel hesab bipirse
09:08 Piştî zanîngeh kuta kir, dest bi çandiniyê kir
09:06 Girtiyê nexweş êdî malbata xwe nas nake!
09:04 Yildiztekîn: Mafê hevdîtinê ji saetekê daxistine 50 deqîqeyî
09:00 ROJEVA 25'Ê TEBAXA 2019'AN
24/08/2019
21:57 Li Amedê Yekemîn Rojên Govendê li dar xistin
21:10 ‘Êdî em naxwazin bimrin’
21:00 Çalakiyên dengderxistinê didomin
20:46 Keça xwe û hevjîna xwe kuşt
20:06 Endama MYK'ê ya HDP'ê hat binçavkirin
19:00 5 rojnamevan 5 roj in di binçavan de ne
17:57 Çalakiya Wanê di roja 6’an de didome: Gel bi dirûşmeyan meşiyan
16:40 Ji Amedê bang li Davutoglu kirin: Tu çima bêdeng î?
16:01 Bila Turan ê felç bê berdan
15:49 2 jê rojnameger 11 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:46 ‘Duh qetil dikirin îro xezp dike'
15:22 Ciwanê ku dihat angaştkirin revandine çiyê hat binçavkirin
14:52 Ji KESK DİSK TMMOB û TTB’ê biryara Amedê
14:41 Salek e Qada Galatasaray qedexe ye: Hesabpirsîn didome
14:35 TJA: Em serî natewînin û naxwazin bimirin
14:02 ÇÛKÛROVA TÛHAY-DER kongreya xwe ya yekemîn pêk anî
14:01 HDP: Divê meclîs gotinên Davutoglu lêkolîn bike