ÇEWLIG – Polîsan li Çewligê bi ser mala Zeynep Yurtsever de girtin û ew binçav kirin.
Polîsan li navenda Çewligê serê sibehê bi ser mala Zeynep Yurtsever (50) ve girtin û li malê lêkolîn pêk anîn. Polîsan piştî lêgerîna li malê Yurtsever binçav kirin û birin Miduriyeta Polîsan a Çewligê. Sedema binçavkirina Yurtsever nehat zanîn.