SÊRT - Zana Aksû ku ji ber redkarê wijdanî ye der barê wî de gelek lêpirsîn û doz hatine vekirin, vê carê jî mafê wî yê hînkariyê hat binpêkirin.
Parêzvanê mafên mirovan û rojnamevan Zana Aksû (33), di 16'ê Kanûna 2011'an de serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Sêrtê dabû û redkariya xwe ya wijdanî aşkere kiribû. Aksû, anîbû ziman ku ew ê tu saziyeke dewletê de nexebite. Ji ber bû redkarê wijdanî mafê wî yê geştê hat astengkirin û cezayên pereyî lê hatin birîn.
Paşê Aksû, serî li ezmûnên ji bo zanîngehê da û li Zanîngeha Sêrtê li Beşa Wergeriyê ya Îngilzîî bi cih bû. Aksû, anî ziman ku ji bo karê xwe baş bike û binpêkirinên mafên mirovan baş ragihîne xwestiye hînî zimanê îngilîzî bibe, lê belê ji ber redkarê wijdanî ye zanîngehê qeyda wî çênekiriye û mafê wî yê hînkariyê asteng kiriye.
'MIN RUYÊ QIRÊJ Ê DEWLETÊ DÎT'
Aksû, bilêv kir ku ji ber helwesta artêşê ya li hemberî kurda bûye redkarê wijdanî û got: "Ji ber cinayetên kiryar nediyar, şewitandina gundan û texrîbatên hatin kirin bûm redkarê wijdanî. Wê demê dema min biryarek wis agirt, ji bo min zehmet bû. Çimkî min li herêmê rûyê qirêj ê dewletê dît. Ji ber bûm redkarê wijdanî ne poşman im. Lê binerin tiştên niha li Efrînê diqewimin, komujiya Roboskiyê û komkujiyên din redkariya min a wijdanî îspat dikin."
'EZ NE QAÇAX IM REDKARÊ WIJDANÎ ME'
Aksû, bilêv kir ku piştî bûye redkarê wijdanî bi hinceta "dilê gel ji leşkeriyê sar dike" der barê wî de gelek lêpirsîn û doz hatine vekirin û got: "Hin doz bi dawî bûn. Heta niha nehatime girtin. Dozên bi dawî bûn jî veguherandin cezayê pereyî û hin jê jî hatin taloqkirin. Ji ber redkarê wijdanî me gelek caran mafê min ê geştê hat astengkirin. Ji ber vê hatim binçavkirin. Ji bo min gotin 'qaçax e'. Lê belê ez ne qaçax im, ez redkarê wijdanî me. Û girtekên ji bo qaçaxiyê hatin nivîsandin jî min îmze nekir, min şerhek wila nivîsand." Aksû, bilêv kir ku ji ber şerha li ser girtekan gelek caran heqaret lê hatiye kirin û got: "Wexta min redkariya xwe ya wijdanî aşkere kir min daxuyandibû ku ez ê di tu saziyeke dewletêd e nexebitim. Şaredarî jî di nav de gelek saziyan ji bo xebatê gazî min kirin lê minq ebûl nekir. Dibe niha ji ber krîza aborî zor û zehmetî hebin, lê ez ne di bin tehekumiya eksî de me. Azad im."
ZANÎNGEHÊ BELGE QEBÛL NEKIR
Aksû, diyar kir ku dema ji bo qeydê çûye zanîngehê zanîngehê jê re gotiye bêyî belgeya leşkeriyê ew ê qeyda wî çênekin û li ser vê bi rêya parêzerê xwe ji şaxa leşkeriyê doza belgeyê kiriye, lê şaxa leşkeriyê jî gotiye ji ber qaçax e ew nikairn belgeyê bidin. Aksû, got: "Ev yek nayê qebûlkirin. Ez ne qaçax im, ez redkarê wijdanî me. Ji min xwestin ji şaxa leşkeriy belgeyê bînim. Lê bi ser de zanîngehê ji min xwest muayene jî bibim. Ji ber vê rewşê DMME'yê Tirkiyeyê mehkûm kiribû. Li Ewropayê tiştekî bi vî rengî tune ye. Eger ez li Fransazyê bûma an jî li welatekî din bûma ez ê dîsa redkarê wijdanî bûma. Niha mafê min ê hînkariyê tê binpêkirin. Ez ê serî li rêyên hiqûqî hemûyan bidim."
MA / Metîn Yoksû