RIHA – Parlemnetera HDP'ê Ayşe Surucu, diyar kir ku biryara ji bo girtina Enstîtuya Zimanên Zindî berdewamiya polîtîkayên asîmlasyonê ye û bang li her kesî kir ku malên xwe veguherînin dibistanê.
Senatoya Zanîngeha Artûklû ya Mêrdînê, ji bo Enstîtuya Zimên Zindî bigire biryar girt û ji YOK'ê re şand. Bertekên li dijî vê biryarê didimin. Parlementera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu, diyar kir ku girtina sazî û dezgehên perwerdehiyê yên bi kurdî, erebî û suryanî perwerdehiyê didin, di serî de bêtehamuliya ji bo kurdan û bi giştî bêtehamuliya ji bo gelên din e.
'EV RÊBAZEKE ASÎMLASIYONÊ YE'
Surucu, destnîşan kir ku ev biryar biryareke feraseta tekparêz e û got: "Bloga AKP-MHP'ê feraseta yek netew, yek dewlet, yek ziman li civakê ferz dike. Bi KHK'yan saziyên ziman mohr kirin. Ev jî nîşan dide ku; ev pergala faşîst ji bo kurdî pêş ve neyê xistin çi ji dest tê dike. Tişta dixwazin ew e ku kurdan ji zimanê wan dûr bixin û nehêlin kes bi vî zimanî baixive. Ev jî rêbaza asîmlasiyonê ya pergala faşîst e."
Surucu, diyar kir ku li welatên demokratîk gel bi zimanê xwe tên perwerdekirin û bi awayekî serbest diaxivin û got: "Di sedsala 21'ê de saziyên bi kurdî perwerdehiyê didin tên girtin. Ev dijminatiya ji bo kurdan û kurdî ye. Eger Tirkiye dixwaze bibe welatekî demokratîk, divê ji prizimaniyê netirse. Li vî welatî 20 milyon kurd dijîn. Ji mêj ve gelê herî qedîm ê vê xakê kurd in. Hûn nikarin bi qedexeyan vî zimanî tune bikin. Kurdî, li cîhanê yek ji zimanê dewlementirîn e. Loma divê qedexeyên li pêşiya kurdî bi dawî bibin."
'MALÊN XWE VEGUHERÎNIN DIBISTANAN'
Herî dawî Surucu, bang li her kesî kir ku li dijî polîtîkayên çewsîner û asîmlasiyonê bi kurdî biaxivin û her kes malên xwe veguherînin dibsitanên kurdî.