* Şaredardariya Qereyaziyê, li bi tovên xwecihî 10 donim erd zebze çandibû. Zebzebên hatin çandin ber girtin û niha tên berhevkirin. Wê bi van zebzeban tirşî bê çêkirin û wê dahata tirşiyan li xwendekaran bê belavkirin.
* Endamên Tora Parastina Jinê ya Îzmîr, diyar kirin ku zilam hêz û quwetê ji îktîdarê digirin, lê belê ew ê li dijî cinayetên jinan her roj li qadan bin.
* Parlemnetera HDP'ê Ayşe Surucu, diyar kir ku biryara ji bo girtina Enstîtuya Zimanên Zindî berdewamiya polîtîkayên asîmlasyonê ye û bang li her kesî kir ku malên xwe veguherînin dibistanê.
* Li Rihayê îsotvan, di bazara cîhanê de ji bo cihê îsota bi nav û deng a Rihayê nerazî ne.
* Zana Aksû ku ji ber redkarê wijdanî ye der barê wî de gelek lêpirsîn û doz hatine vekirin, vê carê jî mafê wî yê hînkariyê hat binpêkirin.
* Koka Heskîfê dirêjî 12 hezar sal berê dibe. Heskîfa 12 hezar salî dê bikin qurbanê bendavek temenê wê 50 salî. Heskîf bi xweşikiya dîrok û xwezaya xwe li rûbarek ku dê bikeve bin avê dimîne.
* Meclîsa Jinan, berî danişîna zaroka 5 salî ya li Kuçukçekmece ya Stenbolê rastî tecawîzê hat li 13'emîn Dadgeha Cezayê Giran bê dîtin, wê daxuyanî bidin çapemeniyê. (09.30)
* Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Serûhan Olûç, di çarçoveya "Qanûna Bingehîn a Demokratîk, Paketa Darazê û Tifaqa Demokratîk" de wê CISST, Komeleya Lêkolîna Koçberan û HAYTAP'ê ziyaret bike. (10.00/18.00)
* KESK, di çarçoveya "Jiyanek Mirovî, Em Hilberîneke Xizmetê ya Bi Daxwaza Karê Bi Ewlekarî Nakin" de ji bo rojekê çalakiya dest ji kar berdanê, wê li gelek navendan daxuyanî bide çapemeniyê. (12.30)
* Platforma Jinan a Dersimê, wê derbarê tayînkirina qeyûman de, li Qada Seyît Riza daxuyanî bide çapemeniyê. (18.30)
* Aktîvîstên TJA, wê têkildarî komkujiyên jinan li Amedê meşekê li dar bixe. (19.00)