AMED - Polîsan Parlamenterê DEP'ê yê berê û endamê dîwana Hevserokatiya KCD'ê Selîm Sadak li Edliyeya Amedê binçav kirin.
Di operasyona hemwext a 19'ê tebaxê roja tayînkirina qeyûman de polîsan li 29 bajaran bi ser gelek malan de girtibûn û 418 kes binçav kiribûn. Polîsan heman rojê bi ser mala parlamenterê DEP'ê yê berê û endamê dîwana Hevserokatiya KCD'ê Selîm Sadak de jî girtibûn û Sadak ne li malê bû. Sadak ku der barê wî de biryara lêgerînê hebû çû Edliyeya Amedê îfade bide. Dema Sadak çû Edliyeya Amedê ji aliye polîsan ve hat binçavkirin. Polîsan Sadak, birin Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polisan a Amedê.