MÊRDÎN – Muharrem Înce yê CHP’yî çû serdana Hevşaredarên Mêrdînê yên qeyûm tayînî şûna wan hat kirin û got: “Dema desteka gel kêm dibe tolê hildidin. Ev tayînkirina qeyûman tolhildana Stenbol û Enqereyê ye.”
Li ser fermana Wezareta Karê Hundir, Hevşaredarên Mêrdînê yên HDP’yî Ahmet Turk û Fîgen Altindag ji wezîfeyê hatin girtin û waliyê Mêrdînê Mustafa Yaman wek qeyûm hat tayînkirin. Parlamenterê CHP’ê yê berê Muharrem Înce îro çû serdana Turk û Altindag. Serdan li avahiya HDP’ê ya Mêrdînê pêk hat û wekîlên HDP’ê û hevşaredaran Înce pêşwazî kir.
Piştî pêşwazîkirinê Muharrem Înce, derbarê xebatên şaredariyê yên kirine de agahî ji Tirk û Altindag wergirt. Pişt re civîna çapemeniyê hat lidarxistin. Ewil Ahmet Turk axivî û bal kişand ser pêkanîna qeyûm Mustafa Yaman û got ji serokkomar û wezîrên AKP’ê re diyarî kiriye.
ÎNCE: TOLHILDANA STENBOL Û ENQEREYÊ YE
Piştî Turk, Înce axivî û got ew siyasetê di çarçoveya rêgezan de birêve dibin û dema ew siyasetê dikin her tim rêgezan difikirin. Înce anî ziman ku wan di navbera tu netewan de cudahiya siyasetê nekiriye û derde wan xwedî derketina demorkasiyê ye. Înce da zanîn ku siyaseta Tirkiyeyê hatiye dorpêçkirin û got: ““Dema desteka gel kêm dibe tolê hildidin. Ev tayînkirina qeyûman tolhildana Stenbol û Enqereyê ye. Ev xespkirina rayedariyê ye.”
Piştî axaftinan hevdîtin ji çapemeniyê re girtî dewam kir.