EDENE - Platforma Jinan a Edeneyê û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem li dijî tayînkirina qeyûm a Şaredariyên HDP'ê yên Amed, Mêrdîn û Wanê daxuyanî dan û gotin: "Em ê li demokrasiyê xwedî derkevin. Em bêdeng namînin."
Li Edeneyê Platforma Jinan a Edeneyê û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), li dijî tayînkirina qeyûm a Şaredariyên HDP'ê yên Amed, Mêrdîn û Wanê, li avahiya Şaxa Egîtim Sen'ê ya Edeneyê daxuyanî dan çapemeniyê û bertekên xwe nîşan dan. Li ser navê Platformê Seher Kiliç, diyar kir ku xebata ewil a qeyûm malên stargeha jinan girt wiha got: "Di 4 salên dawî de AKP bi zorê hilbijartinan bi dest dixe. Qeyûmên berê hatin hilbijartin nelirêtî û pêkanînên wan teqiya û li holê belav bû. Xebatên wan ên ewil mekanîzmaya hêzên jinan ên di rêveberiyên herêmî de ava kiribûn hilweşandin." Kiliç, anî ziman ku dixwazin destkeftiyên jinan ji holê rakin û wiha axivî. "Divê li dijî vê yekê em bêtir li demokrasî û wekheviya zayendî xwedî derkevin."
Komek parêzerên endamên CHD'ê jî tundiya polîsan a li Îzmîr, Stenbol û Mêrsînê li dijî hevalên xwe şermezar kirin. Parêzeran li pêş Bînaya Edliyê daxuyanî dan. Li ser navê parezeran Umît Buyukdag daxuyanî da û diyar kir ku vîna Kurdan û Kurd tune tên hesibandin û wiha got: "Em li hemberî van polîtîkayên tunekirinê bêdeng namînin." Buyukdag, da zanîn ku Wezîrê Karên Hundir û Serokomar bi sucdariya bê esil sûç dikin.