ENQERE – Rêveberên HDP’ê xwestin li navçeya Keçîorenê li dijî tayînkirina qeyûman daxuyanî bidin lê polîsan HDP’iyan dorpêç kir û destûr nedan daxuyaniyê.
Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Keçîorenê ya Enqereyê xwest l ilijî tayînkirina qeyûman daxuyanî bide. Polîsan avahiya HDP’ê dorpêç kir û destûr neda daxuyanî li ber avahiyê bê dayîn.
HDP’iyan li ser vê yekê li hudnirê avahiyê daxuyanî da. Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Enqereyê Huseyîn Gevher bertek nîşanî helwesta polîsan da û got: “Em vê helwesta polîsan li her deverê Tirkiyeyê şermezar dikin.”
‘VÎNA GELÊ KURD HEZM NAKIN’
Rêvebera HDP’a Keçîorenê Şukriye Ercan daxuyanî da û da zanîn ku hevşaredarên wan ên Amedê, Mêrdîn û Wanê bi sedemên derew ji wezîfeyê hatine girtin û tayînkirina qeyûman jî wek helwestek dijminane ya li dijî vîna siyasî ya gelê kurd nirxand. Ercan diyar kir ku îktîdara AKP-MHP’ê li dijî vîna gelê kurd hezm nekir, ji ber vê yekê qeyûm tayîn kirin û li dijî vê darbeyê berxwedana hepvar dikare raweste û banga têkoşîna hevpar kir.