NAVENDA NÛÇEYAN - Înîsiyatifa Malbatên Pirsûsê, Komeleya Şewirmendî û Aştiyê ya 10'ê Cotmehê û Înîsiyatifa Malbatên Amedê ya 5'ê Hezîranê, têkildarî daxuyaniya Serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu, daxuyaniya hevpar dan. Komele û Înîsiyatifan bang li Ahmet Davutoglu kirin û gotin: “Li xwe mukur bê. Em çima û çawa hatin kuştin?"
Komeleya Piştevanî û Aştiye ya 10'ê Cotmehê, Înîşiyatifa Malbaten Pirsûsê û Înîsiyatifa Malbatên Amedê ya 5'ê Hezîranê, têkildarî daxuyaniya Serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu, daxuyaniyên hevpar dan. Komeleya Piştevanî û Aştiye ya 10'ê Cotmehê, li avahiya komeleyê daxuyaniyê da. Înîşiyatifa Malbaten Pirsûsê li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyaniyê dan û Înîsiyatifa Malbatên Amedê ya 5'ê Hezîranê jî li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Komele û înîsiyatifan bang li Serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu kir u xwest di navbera 7'ê Hezîran û 1'ê mijidara 2015'an de çima û çawa hatin kuştin aşkre bikin.
Li Enqereyê Seroka Komeleya Piştevanî û Aştiyê ya 10'ê Cotmehê Mehtap Sakîncî Coşgun û li Stenbolê ji malbatên Pirsûsê Çagla Seven daxuyanî da. Komele û Înîsiyatifê di daxuyaniya hevpar de wiha gotin: "Li Tirkiye herî zêde di serdema Davutoglu de dîroka tarî pêş ket. Yekem car îktîdara AKP'ê di 7'ê hezîranê de têk çû. Davutoglu, têkildarî pevajoya tarî ya 7'ê Hezîranê û 1'ê mijdarê daxuyaniyên girîng dan. Davutoglu perçeyê vê dîroka tarî ye. Serdema ku Ahmet Davutog qala wê dike agir ket dilê me û malên me. Ocaxên me vemirîn. Hin kes ji çanên xwe û hin kes ji, xizmên xwe bûn. Gelek seqet man. Di hişê hizaran kesan de ew roj wekî duh taze ye. Em qatîlan nas dikin. Em baş dizanin ku bi bombeyen DAİŞ'ê di navbera 7'ê Hezîranê û 1'ê Mijdarê de çi pêk hat. Em qatilan ji nas dikin. Em napirsin wê demê çi bû. Em dibêjin çawa pêk hat. Em bang li îktîdara siyasî ku Davutoglu ji nava wê derket dipirisin. Welatê de di serdema îktîdara te de serdema herî bi xwîn jiya. Mîlîtanên DAIŞ'ê dest û milê xwe li ba kirin û hatin çalakiyên komkujiyê li dar xistin. Li hin herêman kontrola nasnameyan kirin."
Em ji Davutoglu dipirsin, Beriya hilbijartina 1'ê mijdarê di mîtînga Wanê de te got: 'Ger ku AKP ji îktîdarê dakeve wê li kolanan teror û çete bigerin' Ew terorên hûn qalê dikin ew çeteyên ku li Amed, Pirsûs û Enqereyê em kuştin in? Em bang li Davutoglu dikin ku aşkere bikin. 103 kesên li Enqereyê hatin kuştin di serdema Davutoglu de pêk hat. Di dozên Amed, Suruç û 10'ê Cotmehê de îktîdarê mudaxale kiriye ya na? Em bang li Birêz Ahmet Davutoglu dikin ku beşdarî dozên Amed, Pirsûs û 10'ê Cotmehê bibe û tişta dizane li dadgehê parve bike."