AMED – Di çalakiya rûniştinê ya HDP’ê li dijî qeyûman da destpêkirin bi beşdariya îtîfaqa hilbijartinê ya HDP’ê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat gotin tayînkirina qeyûman l dijî vîna gelê kurd e û ew ê hemû dek û dolabên dijberên xwe vala derbixin.
Li Amedê çalakiya rûniştinê ya HDP’ê ya li dijî tayînkirina qeyûman di roja 8’emîn de dewam kir. Her roja ku diçe beşdariya çalakiyê zêde dibe. Îro jî bi beşdariya parlamenter, hevşaredar û gelek welatî çalakî pêk hat. Mirov dikare bêje ji heft salî heta heftê saliyan di çalakiyê de cih digirin. Welatî bi dirûşm û stranan berteka xwe ya li dijî qeyûm tînîn ziman.
Di çalakiya îro de bi beşdariya îtîfaqa hilbijartinê ya HDP’ê ku ji partiyên Kurdistanî pêk tê daxuyanî hat dayîn. Beriya daxuyaniyê sirûda “Herne Pêş” hat xwendin. Pişt re girseyê pankarta “Dest nedin vîna min” hilda. Di destpêkê de Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier axaftinek kurt kir.
Daxuyaniya hevpar li ser navê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Şoreşgerên Demokrat ên Kurd (DDKD), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Harekata Azadî, Partiya Azadî, PDK Bakur, Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Partiya Komînîst a Kurdistan bi kurdî û tirkî hat xwendin.
Daxuyaniya kurdî Rêveberê DDKD’ê Abdulhay Okumuş xwend û daxuyaniya tirkî jî endama Meclîsa Partiya Komînîst a Kurdistan Emel Çîftyurek xwend.
‘LI DIJÎ VÎNA GELÊ KURD E’
Abdulhay Okumuş da zanîn ku ev çend roj in çalakiyên wan ên li dijî tayînkirina qeyûman dewam dikin û got: “Ji 19’ê Tebaxê ve îradeya gelê kurd hat xespkirin. Ev xespkirin bi destê dewletê pêk hat. Bi sedemên nayên pejirandin vîna me hat xespkirin. Ew dibêjin ku şaredariyên Amed, Mêrdîn û Wan qaşo alîkarî dişînin hin deverên din û bi terorê re eleqedar dikin. Her wiha hevserokatiyê sûcdar dikin. Wek tê zanîn hevserokatî pêkanînek hemdem e. Walîyan xwestiye her sê şaredarên me di 1’ê Nîsanê de ji wezîfeyê bên girtin û ew wek qeyûm tayînî şûna hevşaredaran bên kirin. Ev jî dide xuyakirin ku sedemên wan ji binî ve derew in. Derewa wan jî ji nivîsên walî nivîsandiye derdikevin holê. Ev derew û biryarên wan qet nayên qebûlkirin.”
‘EM Ê DEK Û DOLABÊN WAN VALA DERBIXIN’
Okumuş anî ziman ku tayînkirina qeyûman li dijî vîna gelê kurd e û got: “Mesele ne meseleya HDP’ê yan jî partiyek din a Kurdistanî ye. Meseleya li dijî hebûna gelê kurd e. Dixwazin siyaseta demokratîk a gelê kurd terorîze bikin. Lê em ê jî di bingeha meşrû, legal û demokratîk de siyasetê bikin û em ê plangeriya wan qirêj derxin holê. Li ser têkoşîna gelê kurd gelek dek û dolabên wan hene. Em ji darbeya AKP-MHP’ê re dibêjin na. Lê em ê vê yekê vala derxin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
Piştî daxuyaniyê girseyê 5 deqîqe çalakiya rûniştinê pêk anî û pişt re dawî li çalakiya îro anîn.