RIHA - Girtiyên Girtîgeha Tîpa T a Rihayê, bi derneketin hevdîtinê tayînkirina qeyûman a ser 3 şaredariyên HDP'ê şermezar kirin.
Girtiyên Girtîgeha Tîpa T a Rihayê, bertek nîşanî tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê dan. Girtî bi armanca şermezarkirina tayînkirina qeyûman, vê hefteyê derneketin hevdîtinê. Girtiyan têkildarî mijarê malbatên xwe bi rêya telefonê agahdar kirin û ragihandin ku vê hefteyê bi armanca şermezarkirina tayînkirina qeyûman dê dernekevin tu hevdîtineke girtî û vekirî.