AMED – Parlementera HDP’ê Dersîm Dag li Kongreya Awarte ya HDP'ê ya Peyasê diyar kir ku gelê kurd xespkirina vîna xwe qebûl nake û wiha got: “Gelê kurd li vê derê ye û xwedî li vîna xwe derdikeve, xwedî li şaredariya xwe derdikeve.”
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Peyasê ya Amedê, 2’yemîn Kongreya Xwe ya Awarte li Eywana Konferansê ya Vedat Aydin a HDP'a Amedê li dar xist. Parlementerên HDP’ê, endam û rêveberên HDP’ê yên navçe û bajer û nûnerên KCD, MEBYA-DER, TUAY-DER, TJA, dayikên aşitiyê, rêxistinên saziyên sivîl ên civakî û gelekî welatî tevlî bûn. Pankarta “Hûn Bi Xêr Hatin Kongreya Awarte ya 2’yemîn a Navçeya Peyas’ê” hat daliqandin. Kongre bi rêzgirtinê dest pê kir.
‘GEL LI XWEDÎ LI VÎNA XWE DERDIKEVE’
Parlementera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag ku tevlî kongreyê bû, axaftinek kir. Dag dest nîşan kir ku tayînkirina qeyûman a li ser vîna gele kurd nîşaneya daxwaza şer e wiha got: “Li Rojava, li vê derê, li çar parçeyê Kurdistanê, li dîasporayê, li bajarên Tirkiyeyê li ser gelê kurd dixwazin şerekî kûr bidin meşandin. Gereke em jî li hember vî şerî nerazîbûna xwe nîşan bidin. Li her qadê, li her bajarî, li her derê em bibin yek deng û em bibêjin ew şerê hûn dixwazin li welatê kurdan bidin meşandin, qebûl nakin. Em ne vî şerî qebûl dikin nê jî xesp kirina vîna gelê kurd qebûl dikin. Gelê kurd li vê derê ye, xwedî li vîna xwe derdikeve, xwedî li şaredariya xwe derdikeve.”
Pişt axaftina Parlamenter Dag raporên faaliyet û malî hatin xwendin. Hilbijartina ku yek lîstê ketinê Kadrî Akkaya û Besîle Bîlen ji bo hevserokatiyê hatin hilbijartin.