AMED - Ji 44 kesên roja qeyûm tayînî şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê yên HDP'ê kirin li Amedê hatin binçavkirin jê 34 kesên din hatin berdan.
Li Amedê di 19'ê Tebaxê de roja ku qeyûm tayînî Şaredariyên Bajarên Mezin ên Mêrdîn, Wan û Amedê yên HDP'ê kirin polîsan operasyona hemwext li dar xistibûn û 85 kes binçavkiribûn. Li 29 bajaran operasyon hatibû li darxistin û bi tevhaî 418 kes hatibûn binçavkirin. Li Amedê ji 85 kesên hatibûn binçavkirin 40 kes hatin berdan û binçavkirina 44 kesan dirêj kiribûn. Ji 44 kesên di bin çavan de man, 34 kesên din jî piştî îfade dan serbest hatin berdan.
10 kesên hêj li TEM'ê ya Amedê tên girtin, li bendê ye wan sewqî dozgeriyê bikin.