AMED - Amediyan bertek nîşanî tayînkirina qeyûman dan û diyar kirin ku piştî Enqere û Stenbol ji destê AKP’ê derket û berîkên wan vala bûye ji ber vê sedemê êrîşî vîna kurdan dikin ku berîkên xwe tije bikin.
Li ser fermana Wezîreta Karê Hundir, hevşaredarên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji wezîfeyê hatin girtin. Bertek û çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûman ango desteserkirina vînê didomin. Gelê Amedê li hemberî xespkirina vîna xwe bi bertek e. Welatî, dubare tayînkirina qeyûmên ku şaredariyên HDP’ê di nava deynan de hiştin, bi têkçûna AKP’ê ya şaredariyên Stenbol, Enqere û cihên din ve girê dide.
‘JI QENDÎLÊ RE PERE ŞANDIN DEREW E’
Li gorî welatî Sirri Yenî ji Serokwezîra berê Tansû Çîler û heta niha vîna wan nayê naskirin û wiha got: "Erdogan ji xwe di serî de gotibû ku wê qeyûm werin tayînkirin. Ji ‘Qendîlê re pere şandin’ derew e. Ku pere şandine bila belgeyan derxînin bidin dadgehê. Yên bi ser ser malên me de digirin û her deverî dişikînin, bila pere şandina ji bo Qendîlê jî lêkolîn bikin û vê derxînin holê. Qendîl çend sal e heye? Hewcetiya Qendîlê bi pereyên HDP’ê heye? N anîne. Dema em temenê Qendîl û HDP’ê bidin ber hev dê her tişt were fêmkirin.”
‘BILA GEL BERTEKA XWE NÎŞAN BIDE’
Yenî da zanîn ku hesasiyeta ku kurd li hemberî zext û zilmê nîşan didin divê gelên din jî nîşan bidin û wiha berdewam kir: “Li Stenbolê hilbijartinek çêbû, li Ekrem Îmamoglû neheqiyek hat kirin lê kurdan qebûl nekir û piştgiriyek xurttir danê. Gelê kurd tu caran li gor netewan cudatî nekiriye, ji bo me mirov be bes e.” Yenî diyar kir ku gelê Amedê bila li hemberî qeyûm bertekên xwe hin bêtir nîşan bide û wiha domand: “Divê em şaredariyên xwe paşve wergirin. Hilbijêr û gelê me her roj di bin ava şid de ye û bi erdê re tên kaşkirin. Daxwaza me ew e ku bila gel bibe yek. Bila tu kes li dijî zilmê bêdeng nemîne. Tiştek nekin jî divê piştevaniya çalakiya deng derxistinê bikin. Bila her kes her êvar saet di 20.00’an de tev li çalakiya deng derxistinê bibin.”
‘GEL LI QADAN LI BERXWE DIDE’
Ayşe Malaz jî da zanîn ku tayînkirina qeyûman lîstikên plangerî ne û wiha got: “Stenbol û Enqere ji destê AKP’ê çû û berîkên wan vala bû. Bi feraseta ‘ka em dîsa dest deynin ser şaredariyan û berîkên xwe tije bikin û bixin bin deynan û bixwin’ qeyûm tayîn kirin.” Malaz bertek nîşanî êrîşên polîsan ên li ser welatiyan jî da û got: “Girtîgeh bi kurdan tije kirine. Yên ku tecawizkaran diparêz e û jinan dikujin kêm in. Girtîgeh bi kesên li hemberî zilmê serî natewînin tije ye. Dîsa jî gel li qadan e û li ber xwe dide.”
‘BÊHIZURIYÊ DERDIXÎNIN’
Fevzî Barba jî diyar kir ku armanca tayînkirina qeyûman yek jê ew e ku bêhizûriyê derxînin û ji wan ne ji bo qeyûm birêve bibin deng dane HDP’ê ji bo hevşaredarên HDP’ê wan birêve bibin dengê xwe dane.
‘EM QEYÛMAN NAXWAZIN’
Ayşe Bayin jî bibîrxist ku bi tayînkirina namzetê AKP’ê ya ji bo Şaredariya Rezanê xespkirinê dest pê kiriye û û got: “Bi tayînkirina qeyûman vîna jinan tune hatiye hesibandin. Ji ber bêrêzî ya ku li vîna me hatiye kirin em qeyûm nas nakin. Li hemberî qeyûman me dengê xwe dane xwe. Bila qeyûm biçe. Dîsa deynên wan dê zêde bin. Bila derkeve û here careke din nezivire. Em wan naxwazin.”
‘RÊZÊ JI QANÛNÊN XWE RE JÎ NAGIRIN’
Yilmaz Atan jî da xuyakirin ku dewletê bi tayînkirina qeyûman qanûnan xwe bi xwe binpê kirin û wiha got: “Rêzê ji qanûnên xwe re jî nagirin. Bi qeyûman careke din nîşandan ku gelê kurd nas nakin. Tu caran tehamulî destkeftiyên me nakin. Li dijî vîna me darbe pêk anîn. Darbe tenê bi postal, bi tank û topan nayê kirin. Em li vîna xwe xwedî derkevin.”
‘VÎNA ME XESP KIRIN’
Leyla Oguz jî destnîşan kir ku di serî de destûr dan hilbijartinê û pişt re vîna wan xesp kirin û wiha axivî: “Em ketin hilbijartinê û me dîsa şaredariyên xwe qezenc kirin. Ev çend meh derbas nebûn dîsa qeyûm tayîn kirin. Vê yekê kes qebûl nake. Ev tişta ku dikin rast nîne, bila xwe bikin şûna me. Ev heqaret e em qebûl nakin. Em ê şaredariyên xwe paşve werbigirin. Heke sibê jî hilbijartin pêk were niyeta me zelal e.”
‘KA DELÎLÊN WE?’
Şakîr Peksoy jî anî ziman ku vîna gel bi biryarên ku hatine dayîn hatiye binpêkirin û wiha got: “Gelek zêde şîranî xwarine, çawa ewqas xwarine jî ez fêm nakim.” Peksoy destnîşan kir ku îdiayên “pere şandina ji bo Qendîlê” axaftineke ku ji hişê mirov re zirar e û got: “Hişê mirov têra nake. Pere têra Amedê nakin dê çawa ji Qendîlê re bişînin. Wekî din jî peywirdarên dewletê yên ku her gava şaredariyê dişopînin, nikarin kêliyek pere şandinê bişopînin? Wê demê heke şaredariyên HDP’ê ji bo ‘Qendîlê pere şandibin’ ka delilên we?”
‘BERXWEDANA HEVPAR LAZIM E’
Orhan Kurt jî da zanîn ku pêwîste li dijî bêhiqûqiyê berxwedaneke hevpar were afirandin û dema ev hat kirin wê demê dê serkeftin bibe ya wan.
Mehmet Turk jî bal kişand ser rola gelê kurd a di hilbijartinên Stenbolê de û got: “Heke CHP piştevaniyê neke ew jî dê bi qeyûman re rû bi rû bimînîn.”