MÊRDÎN - Parhamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Tuma Çelîk, diyar kir ku îktidar ji bo hemû derfetên şaredariyê pêşkêşî hevkarên xwe bike û têxin xizmeta hevkarên xwe qeyûm tayînî şaredariyê kirine. Çelîk, bang li hemû gelan kir ku bi hevre têbikoşin."
Wezîre Karên Hundir di 19'ê Tebaxê de Hevşaredarên HDP'ê yên Amed, Mêrdîn û Wanê ji peywirê girtin û li şûna wan waliyên bajaran tayîn kir. Bertek û nerazibûnên li dijî tayînkirina qeyûm a Şaredariyên HDP'ê ya Amed, Wan û Mêrdînê her ku diçe zêde dibe û belav dibin. Waliyê Mêrdînê ku cara ewil wekî qeyûm tayînî şaredariya Mêrdînê hat kirin û derket holê ku gelek nelirêtî kirine, piştî cara duyem dîsa tayîn kirin bertekên gelê Mêrdînê zêdetir bûn.
HEMBAJARIYÊN XWE XISTIN ŞAREDARIYÊ
Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku di hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê de ket destê rêveberiya HDP’ê deynê qeyûm-waliyê Mêrdînê Mustafa Yaman ku bi ser milyonek pere xerc kiriye bi raya giştî re parve kiribû. Cîgirê Waliyê Mêrdînê Mûstafa Yaman ku di 17’ê mijdara 2016’an de ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve wek qeyûm tayînê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hat kirin, di nava 2 sal û nîvan de ji ber zêde pere li çerezan xerç kir, navê wî wekî "Qeyûmê Çerezvan' hat nasîn. Dîsa ji ber kiryarên xwe di nava gel de bi "Nelirêtî, hîle, dizî, tacîzê" tê nasîn. Qeyûm Yaman, di serdema tayînî şaredariyê hat kirin de mal û milkên şaredariyê firot. Bînayeke 5 qat a şaredariyê ku li taxa Seyîtomer a navçeya Fatîh a Stenbolê ye jî di nav mal û milkê ku derxistiye firotinê de cih digire. Ji bo bînaya ku beriya niha şaredariyê bi rêya îhaleyê dabû kirê û wek navenda rehebîlîtasyonê tê bikaranîn dabûn îhaleyê. Ji bo cihê ku qala wî tê kirin 3 milyon 133 hezar 930 TL fiyet hatiye diyarkirin. Ji bo mal û milkên şaredariyê yên li navçeya Qoserê jî heman plan hatin amadekirin. Bi raporên Sayiştayê derketibû holê ku li dijî mevzûatê tevdigere tenê di salekê de 71 milyon 642 hezar şaredariyê kiriye bin deyn. Şaredariya beriya qeyyûm qureşek deynê wê tunebû û di qaseya wê de 120 milyon perê wê yê zêde hebû, niha bi qasî 900 milyonî ketiye bin deyn. Yaman, di pêvajoya qeyûm de 1 milyar 26 milyon TL şaredarî xist bin deyn. 620 milyon TL xist stuyê MARSU'yê. 406 milyon TL jî li ser yekineyên din ên şaredariyê nivîsand.
BELGE DERKETIN HOLÊ
Di belgeyan de derket holê ku Şêwirmendê Walî Bulend Erdoul 246 hezar TL bertîl xwariye. Bi belgeyan derket holê ku şêwirmendê Walî û Qeyûmê şaredariya Bajarê Mezin Mustafa Yaman Bulent Erdolu ji şîrketa ku maşîne jê kirê kirine ruşwet/bertil xwariye. Di bin navê "komîsyona fatûreyê de" ji Şîrketên Turkuazlar Turizm, Gida, İnşaat, Petrol, Nakliyat, Şîrketa Sanay û Ticaretê bi sed hezaran TL bertîl xwariye. Heta salekê çerxa bertîl/ruşvetê berdewam kir. Di ekstreyên hesab de derket holê ku piştî fatûreyê ji bo maşîneyên walî û qeyûm şandiye fatûre birîne û pere li ser hesabe şewirmend razandine. Walî û qeyûm ku fatûreyên ji şaredar re birîne, bi mûnere kirine û bi navê “komisyona fatûreyan" qeyd kirine. Ev çerxa bertîlê ji sala 2017'an dest pê kiriye û heta Adara 2018'an berdewam kiriye.
MALÊ GEL PEŞKÊŞÎ DEWLETE KIR
Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu di 19’ê çile de çûye Mêrdînê. Ji bo hatina Soylu di bin navê “xizmetê” de ji butçeya şaredariyê 247 hezar TL pere hatiye xerckirin. Ji bo hatina Alîkarê Wezîrê Çand û Turîzmê Haluk Haluk Dursun ê di 19’ê sibatê de çû Mêrdînê 121 hezar û 270 TL pere hatiye xerkirin. Ji bo Parlamenterê AKP’ê yê Qersê Ahmet Arslan ê di 18’ê sibatê de çûye Mêrdînê ji butçeya şaredariyê di bin navê “xizmetê” de 107 û 900 TL pere hatiye xerckirin. Parlamenterê AKP’ê yê Mereşê Mahîr Unal jî di 12’ê Çile de ji bo xebatên hilbijartinê çûye Mêrdînê û ji bo wî jî 132 hezar û 580 TL pere hatiye xerckirin.
HEQÊ XWARINA KEYAYAN JÎ JI ŞAREDARIYÊ DANE
Qeyûm û walî Mustafa Yaman li Mêrdînê bi keyayên herêma Mêrdînê re civîn li dar xistibû. Ji bo xwarina civîna keyayan ji butçeya şaredariyê 150 û 800 TL pere hat xerckirin.
Di çarçoveya xebatên “Rojên Civaka Sivîl” de 307 û 540 TL pere hatiye xerckirin.
Yaman, di 14'ê Adarê de ji bo çêkirina 20 malên şînê û li gundan bi kevirên parkeyî çêkirina rêyan îhaleyek çêkir. Bedêla îhaleyê 30 milyon lîre ye. Îhale qaşo li gor usûla "vexwandinê" hatiye çêkirin, lê belê tenê daye Şîrketa Nûrpa ku grêdayî Parlaklar Grûopê ye. Piştî vê gelek muetahîdên li bajêr bertek nîşan dan û bi hinceta îhale bi bertîlan hatiye pêşekşkirin û bi nelirêtî hatiye kirin serî li Navenda Ragihandinê ya Serkomartiyê (CÎMER) dan û xwestin mudaxileyî vê rewşê bê kirin. Muetahîdekî, diyar kir ku bi beramberiya vê îhaleyê di bin navê "komîsyonê" de 6 milyon lîre pere dane rêveberekî AKP'î yê ji Mêrdînê û di navenda giştî ya partiyê de cih digire. Muteahîd, diyar kir ku ev pere jî ji aliyê endamê Meclîsa Şaredariya Artûklûyê yê AKP'î M.A. transferî rêveberê Navenda Giştî ya AKP'ê hatiye kirin.
FIHÛŞ PÊŞ XIST
Yaman ê di Mijdara sala 1016’an de ji aliyê Wezareta Karê Hûndir ve weke qeyûm tayînê Şaredariya Bajarê Mezin hat kirin, polîsê bi navê Ercan Ûysaler li Şîrketa Anonîm a Kentê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bi cih kir û bibû midûr. Paşê derketibû holê ku Ûysaler bi beramberiya "kadrobûyînê" fihûş li jina xebatkar D.S. ferz kiribû. Li ser vê D.S., Ûysaler gilî kiribû, lê ji ber hin sedeman dev ji gilîkirinê berdabû. Ûysaler ji ber vê bûyerê ji kar hat avêtin. Ûysaler ê bi daxwaza “Teqez îxraçkirinê” sewqî dîsîplînê hat kirin û ji kar hat avêtin.
DIJMIN AVA DIKE Û ALÎGIRAN KOM DIKE
Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Tuma Çelîk, têkildarî armanca tayînkirina qeyûm ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. Çelîk, diyar kir ku îktidar ji bo hemû derfetên şaredariyê pêşkêşî hevkarên xwe bike û têxin xizmeta hevkarên xwe qeyûm tayînî şaredariyê kiriye. Çelîk, bang li hemû gelan kir ku bi hevre têbikoşin û wiha axivî: "Îktidar ji bo hebûna xwe berdewam bike her dem pêdivî bi dijminekî dibîne. Tayinkirina qeyûm ewe ku li herêmê 'dijmin' ava bike. AKP dijminekî ava dike û alîgiran li dora xwe kom dike. Li Tirkiye di rêveberiya îktîdarê de feraseta diktatoriyê serdest e. Di pêvajoya borî de hebûna Federasyona Demokratîk a Li Sûriye dijmin bû. Hewl da ku derbasî Rojhilatê Firatê bibe û Federasyona Demokratîk ji holê rake. Lê dît ku ev ne hêsan e, niha dixwaze dijmineki nû ava bike. Bi xezpkirina vina gel xwest dijminekî nû ava bike."
ŞER Û TAYÎNKIRINA QEYÛM BI HEVVE GIRÊDAYÎ YE
Çelîk, da zanîn ku şerê li herêmê û tayînkirina qeyûm bi hevve girêdayî ye û wiha lê zêde kir: "Yek ji sedema din jî herê li herêmê ye. Ji bo vî şerê xwe berdewam bike divê têkiliyên aloz û tari pêş bixe. Ji bo vê yekê ji divê şaredarî di xizmeta wê de bin. Ji ber ku şaredarî ne di destê wan de bûn, şaredarî ji bo xwe asteng didîtin. Ji bo hemû derfetên şaredariyan têxin xizmeta xwe qeyûm tayîn kirin. Ji bo bi milyaran TL pereyên bê qeyd têxe zimeta xwe pêdivî bi qeyûm dît. Vî pereyê veşarî li şer xerç dike."
Çelîk, heri dawî anî ziman ku nirxên bajar kirine hedef û wiha bi dawî kir: "Li bajarê nirxên pir çandî û pir bawerî heye. Di serdema qeyûmê berê de rast nêzî van nirxên bajar nebûn. Dêr û malên xiristiyanan dewri dewletê kirin. Nirxên ji bo Êzidiyan tune kirin."