AMED - Endama MYK'a ESP'ê Beycan Taşkiran, bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da û wiha got: “Xezpkirina vînê, hemû gelan û civakan eleqeder dike. Karker, kedkar, jinan û hemû beşên civakê eleqeder dike. Me bi hevre qezenç kir, divê em bi hevre biparêzin."
Bertek û nerazibûnên li dijî tayinkirina qeyûm ên Şaredariyên HDP'ê yên Mêrdîn, Wan û Amedê di roja 8'an de berdewam dike. Piştgiriya ji bo hevşaredaran jî her diçe zêde dibe. Endama Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Beycan Taşkiran, bertek nîşanî tayinirina qeyûm da û wiha got: "Jin bi rojan li kokalan bi berxwedanê bersîve didin. Em bang li jinên Tirkiyeyî dikin û dibêjin 'Me bi hevre şaredarî qezenç kir, em bi hevre biparezin.' Bi vê yekê destkeftiyên jinan kirin hedef. Di salên dawi de mudaxaleya herî mezin a li dijî vina jinan e. Bi qeyuman pergala Hevşaredariyê wekî hincet nîşan dide. Bi qeyûman destkeftiyên jinan dike hedef. Ez wekî jinekê ji bo ji van hemû neheqiyan re bejim rawest e li vir im. Em li qadan in."
‘GEL BÊDENG NAMÎNE'
Taşkiran, destnîşan kir ku tayînkirina qeyûm hişmendiya mêtingeriyê ye û wiha bi dawî kir: "Tevî hemû êrîşan gel bi rojan e li kolanan di nava têkoşînê de ye. Bertek û nerazibûnên gel wê bêtir mezin bibin. Ji ber ku tu wîcdan û aqil vê yekê qebûl nake. Tu polîtika vê yekê qebûl nake. Dorpêçek pir pir mezin heye. Hemû rêyên bajar hatiye dorpêçkirin. Ji ber vê yekê berteka gel ne tenê li kolanê li her derê heye. Qeyûm tenê taîni vîna gele herêmê nehatiye kirin. Ne tenê gelê herêmê hemû gelên Tirkiye berpirsiyarê vê yekê ye. Xezpkirina vînê hemû gelan eleqeder dike. Karker, kedkar, jinan û hemû beşên civakê eleqeder dike. Me bi hevre qezenç kir, divê em bi hevre biparêzin."