AMED - Hevserokê Giştî yê Mala Gel (Halkevlerî) Nurî Gunay, piştî hat Amedê û piştgirî da Hevşaredarê Amedê Selçuk Mizrakli, tayînkirina qeyûm nirxand. Gunay, diyar kir ku tayînkirina qeyûm ne tenê meseleya 3 bajaran e, di heman demê de meseleya hemû gelê Tirkiyeyê ye. Gunay, destnîşan kir ku wekî duh wê sibê jî li qadan bin û got: "Divê em vê darbeyê rawestînin."
Wezîre Karên Hundir di 19'ê Tebaxê de Hevşaredarên HDP'ê yên Amed, Mêrdîn û Wanê ji peywirê girtin û li şûna wan waliyên bajaran tayîn kir. Bertek û nerazibûnên li dijî tayînkirina qeyûm a Şaredariyên HDP'ê ya Amed, Wan û Mêrdînê her ku diçe zêde dibe. Hevserokê Giştî ya Mala Gel Nurî Gunay, di roja 7'an de tev li çalakiya li Amedê bû û tayînkirina qeyûm şermezar kir. Gunay, têkildarî tayînkirina qeyûman ji Ajansa me Mezopotamya (MA) re axivî û got: "Ne tenê hilbijêrên dengê xwe dane HDP’ê hilbijêrên ku partiyên din hilbijartine jî li kolanan in."
EV MESELEYA TIRKIYE YE
Gunay, destnîşan kir ku ev ne tenê meseleya 3 bajarên ku peyûm tayîn kiriye û meseleya hemû Tirkiye ye. Gunay, da zanîn ku Tirkiye di dîroka xwe de kêm caran rastî darbeyên bi vî rengî hatine û wiha axivî: "Ev darbeya siyasî ye. Mesele ne tenê pirsgirêka şaredariyên ku qeyûm tayîn kirine ye. Mesele pirsgirêka hemû beşên li Tirkiye dijîn e. Di hilbijartina 31'ê Adarê de li Tirkiye dîmemek aştiyê derket holê. Ev vin û daxwaza aştiyê hatiye xezpkirin. Demokrasî û daxwaza gel a rêveberiya herêmî ya demokratîk hatiye xezpkirin."
EM Ê HER ROJ LI QADAN BIN
Gunay, anî ziman ku li dijî vê bêhiqûqiyê hatine Amedê û wiha bi dawi kir: "Wekî çawa duh em li qadan bûn, emê îro û sibê jî li qadan bin. Li gel êrîşên li dijî girseya qeyûm şermezar dikin zêde ne jî ev bertek kêm nebûne. Tu carî îktîdar nikare îzahata vê neheqî û bê hiqûqiyê ji gel re bîne ziman. Divê hemû kesên li vî welatî dijîn û demokrasiyê dixwazin, bertek û nerazîbûnên xwe yên demokratîk binin ziman. Divê em bi hevre vê darbeyê rawestinin." Em wekî mala gel vê yekê diparêzin û vedibêjin."