Li Amedê Yekemîn Rojên Govendê li dar xistin

  • rojane
  • 21:57 24 Tebax 2019
  • |
img
AMED – Mala Hunerê ya Laleşê, Yekemîn Rojên Govendê li dar xist. Di şahiyê de dengbêjan li dîwanê kilam gotin. Komên govendên herêman bi cil û bergên xwe rengîn govend lîstin. Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli, di şahiyê de axivî û diyar kir ku kurdan gelek demên zor derbas kirine û dê niha jî derbas bikin û ew dîrok û çanda kurdî bi xwe ne. 
 
Mala Hunerê ya Laleşê, ku dixwest li navenda Çand û Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Yekemîn Rojên Govendê li dar bixe, piştî tayînkirina qeyûm, li hewşa avahiya xwe li dar xist. Parlamenterên HDP’ê û Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli yê qeyûm tayînî şûna wî hat kirin û gelek welatî beşdarî Rojên Govendê bûn. Li gel pêşandana govendên herêman dengbêjên ji Cizîra Botan û Wanê hatibûn jî kilam gotin.
 
'EM Ê VAN DERA NE'
 
Beriya bername dest pê bike Selçûk Mizrakli axivî. Mizrakli, diyar kir ku ew di demên zor de derbas bûne û wiha got: “Di her ziviranoka zor de ku em derbas bûn em mezin bûn. Me ji biryardariya xwe tawîz neda. Em ê dîsa bi ser bikevin. Vî gelî di Jimara 5’an de jî di Helebçeyê de jî li nîvenga Enqereyê jî di 5’ê Hezîranê de jî me ji goşt dîwar ava kir. Em gellek ji xweliya xwe ji nûve zindî bûne. Ev gel dizane her zor û dijwariyê derbas bike. Kurdan bi sed û hezaran sal li dijî zilma barbaran li ber xwe daye, dema cihê wê hatiye xwe avêtiye bextê çiyayan, dema cihê wê hatiye di nava dilên hev de tov çandine. Ev gel di wan di dilan de mezin bûye. Dizane her tengasiyê ji pêşiya xwe rake. Em hem axa vir in, hem kevirê vir in, hem darên vir in, hem em mirovê vir in. Em hem dîroka vir in, hem çanda vir in û hem jî siberoja vir in.”
 
Mizrakli, destnîşan kir ku ew kesên nikarin wan têk bibin har û dîn bûne û wiha got: “Li hember sekna we hişê xwe diavêjin. Yanî hûn wan har û dîn dikin. Li hember wan çong tewandin tune ye. Em ê dev ji doza edalet, heq û gel bernedin. Heta ev ciwan û jin hebin, wê siberoj û hêz a me be û wê ev berxwedan neqede. Rêya we û rêya me vekirî be.” 
 
DÎWANA DENGBÊJAN
 
Piştî axaftina Mizrakli, dengbêj Cemalê Mihê û Rêzanê Batû yên ji Cizîrê hatibûn û dengbêj Apê Ûsiv ê ji Wanê hatibû li dîwana dengbêjan rûniştin û kilamên herêma Botanê û Serhedê gotin û dengê kilaman bi ser derdorê xistin. 
 
GOVENDÊN HERÊMAN GERANDIN 
 
Piştî dîwana dengbêjan, komên govendê bi cil û bergên herêmî derketin û govendên herêmên cuda gerandin. Ewil Koma Jinên Sûrê derket û li ber dengê def û zirnê govend gerandin. Pişt re jî Koma Navenda Çand û Hunerê ya Golgeyê ku ji Stenbolê hatibû, Koma Rêber Serhildan û Koma Amed yên Laleşê govendên herêman li ber dengê def û zirnê dan nîşandan. 
 
Govend gerandina koman welatî şanaz kirin û welatiyan ji wan re li çepikan da. Bername bi dayîna plaketan bi dawî bû. 

Sernavên din

27/08/2019
12:25 Li Mêrdînê çalakiyên li dijî qeyûm bi rûniştinê didomin
12:21 Ji hevşaredarên Wanê bersiva Erdogan: Ew jî ji gotinên xwe bawer nake
12:14 Qeyûmê Wanê qedexeya 1010 rojin dewam dike, dirêj kir
12:09 Turan: Çima Wezîr pirsan bê bersîv dihêle?
11:42 Temellî: Aqilê 28'ê Sibatê bi destê AKP'ê di meriyetê de ye
10:47 Mijara 1'ê Îlonê ya HDP'ê dê 'qeyûm' be
10:37 CHP: Plana AKP’ê ya desteserkirina Stenbolê bi xwedîderketina Amedê wê pûç bibe
10:36 Li Çewligê jinek hat binçavkirin
10:17 Xweşikiya Heskîfê ya dê noqî avê bibe balê dikişîne ser xwe
09:40 Paylan: Di serdema Davutoglu de 'Plana Çokdanînê' xistin meriyetê
09:07 Li Şirnexê qedexeya 15 rojan hat îlankirin
09:06 Ji ber redkarê wijdanî ye zanîngehê qeyda wî çênekir
09:05 Îsota Rihayê û cihê wê yê di bazara cîhanê de
09:04 'Madem enstîtu tên girtin, nexwe em malên xwe bikin dibistan'
09:04 Tora Parastina Jinê: Zilam hêzê ji îktîdarê digirin
09:03 Şaredariya Qereyaziyê ji bo xwendekaran tirşiyê çêdike
09:00 ROJEVA 27'Ê TEBAXA 2019'AN
26/08/2019
23:51 Li dijî qeyûman çalakiyên dengderxistinê didomin
21:06 Rojnamevanên hatin berdan: Em bêdeng neman, em ê bêdeng nemînin
20:19 Endamê Meclîsa Ciwana ya HDP'ê Akbiyik hat binçavkirin
20:10 Bavê zîvkerê ku ji bo Erdogan û wezîran 'diyarî' jê hatin kirîn dîsa bû serokê daîreyekê!
19:31 5 rojnamevanên hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:44 Li Wanê çalakî di roja 8'an de didome: Heta em encam bistînin emê tebikoşin
17:24 Polîsan parlamenterê DEP'ê yê berê Selîm Sadak binçav kirin
16:55 Înce yê CHP’yî li Mêrdînê axivî: Ev tolhildana Stenbol û Enqereyê ye
16:47 Platfoma Jinan a Edeneyê: Em bêdeng namînin
16:43 Îfadegirtina 5 rojnamegeran dest pê kir
16:36 Temellî: Em dixwazin pêvajoya muzakereyan bidin afirandin
16:15 Wêneyên nelirêtiya Qeyûmê Mêrdînê derketin holê
15:27 Rojnameger 7 roj in di binçavan de ne: Em bi awayek kêfî tên ragirtin
14:57 ‘Vîna gelê kurd hezm nakin’
14:47 Ji 3 bajaran banga hevpar: Davutoglu mikur bê, di navbera 7'ê Hezîran û 1'ê Mijdarê de çima em hatin kuştin?
14:35 Îtîfaqa HDP’ê ya hilbijartinê: Em ê plangeriya dijberên xwe xera bikin
14:11 Pûtîn bersiva Erdogan da: Ji Erdogan fêm dikim lê bi guman im
13:58 Bi qeyûm re çû û bi qeyûm re hat
13:54 Ji Girtîgeha Rihayê berteka qeyûman
13:48 Qeyûm dest bi kar kir: 8 xebatkaran ji kar derxist
13:42 Mudaxaleyî çalakgerên li dijî JES'ê kirin: Gelek kes binçavkirin
13:39 ‘Tayînkirina qeyûman daxwaza şer e'
12:57 Polîsan rojnameger asteng kirin vê carê parlamenteran rojnamegerî kir
12:55 Qenala avê teqiya û erazî di bin avê de man
12:28 8'emîn roja çalakiya rûniştinê bi tilîliyan dest pê kir
12:20 Li Mêrdînê protestokirina qeyûm: Polîsan wekîl dorpêç kirin û rojnameger dûr xistin
12:11 Kalê 81 salî her roj di çalakiya li dijî qeyûman de ye
12:05 Hûrgiliyên komkujiya cerdavanan a Farqînê
11:59 Li Amedê 34 kesên din hatin berdan
11:51 Oluç bersiv da Erdogan: Diyariyên ku qeyûm şandin te girt?
11:40 Dayika du canê wê jiyana xwe ji dest dan bang li Davutoglu kir: Lênûskan veke
11:20 Banga 1'ê îlonê: Deng bidin aştiyê
11:03 TSK li Idlibê hatiye dorpêçkirin: Fermandaran çima îstafa kir?
09:59 Çalakiya parlamenteran bi ser ket: Yên hatin binçavkirin berdan
09:42 'Ji bo berîkên xwe tije bikin qeyûman tayîn kirin’
09:41 Karataş: Bi şerê Idlibê peymana Astana bi dawî bû
09:03 'Ji bo derfetên şaredariyê pêşkêşî hevkarên xwe bikin qeyûm tayîn kirin'
09:02 Endama MYK'a ESP'ê: Me bi hevre qezenç kir em bi hevre biparêzin
09:02 Hevserokê Giştî yê Mala Gel Gunay: Em ê vê darbeyê rawestînin
09:00 ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2019'AN
25/08/2019
21:26 8 endamên meclisa Şaredariya Wanê ji peywirê girtin
19:33 Heyeta CHP'ê Hevşreredarê Amedê Selçuk Mizrakli ziyaret kir
19:01 Muxtaran bi whatsapê agahî dan: Wê Kelhê ya Cûdî bombe bikin
18:38 Rojnamevan 6 roj in bêyî îfade bidin tên girtin
18:03 'Çi bikin bila bikin em ê li vîna gelê xwe xwedî derkevin'
17:15 Semîha Tugan ê piştî 28 salan gihişt kurê xwe jiyana xwe ji dest da
17:01 Dest bi ziyaretên 'Îtîfaqa demokratîk' dikin
16:43 Polîsan gaza îsotê avêt ruyê parlamenterên HDP'ê
15:44 Li dijî êrîşên Tirkiyeyê meşiyan
15:22 Stenbolî: Li dijî darbeyê bêdeng nemînin wekî 23'ê Hezîranê bi hevre têbikoşin
14:46 Hevserokê Mala Gel: Wê nikaribin heviya me tune bikin
14:24 Polisan li Mêrdînê êrîşî HDP'iyan kir
13:57 Di operasyona Pençe-3 de 3 eskeran jiyana xwe ji dest da
13:08 7 rojin li Amedê çalakî didomin: Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin
12:51 Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Me duh AKP têk bir emê îro jî têk bibin
12:19 5 rojnamevan 6 roj in di binçavan de ne
12:06 'Li aliyekî weşana kurdî dikin, li aliyekî dijminantiya Kurdî dikin'
11:35 Yolerî: Girtî êdî nikarin xwe bigînin edaletê
10:59 Mizrakli bersîva 'Kandîlê' da Erdogan: Bêbextiyê neke
10:34 'Her ku îktîdar diaxive kuştina jinan zêde dibin êdî bila bes biaxivin'
09:13 'Ji bo axa me ji neviyên me re bimîne em ê têbikoşin'
09:10 Ozgokçe: Qeyûm bi 700 hezar lîreyî kinc kirîn, wê gel hesab bipirse
09:08 Piştî zanîngeh kuta kir, dest bi çandiniyê kir
09:06 Girtiyê nexweş êdî malbata xwe nas nake!
09:04 Yildiztekîn: Mafê hevdîtinê ji saetekê daxistine 50 deqîqeyî
09:00 ROJEVA 25'Ê TEBAXA 2019'AN
24/08/2019
21:57 Li Amedê Yekemîn Rojên Govendê li dar xistin
21:10 ‘Êdî em naxwazin bimrin’
21:00 Çalakiyên dengderxistinê didomin
20:46 Keça xwe û hevjîna xwe kuşt
20:06 Endama MYK'ê ya HDP'ê hat binçavkirin
19:00 5 rojnamevan 5 roj in di binçavan de ne
17:57 Çalakiya Wanê di roja 6’an de didome: Gel bi dirûşmeyan meşiyan
16:40 Ji Amedê bang li Davutoglu kirin: Tu çima bêdeng î?
16:01 Bila Turan ê felç bê berdan
15:49 2 jê rojnameger 11 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:46 ‘Duh qetil dikirin îro xezp dike'
15:22 Ciwanê ku dihat angaştkirin revandine çiyê hat binçavkirin
14:52 Ji KESK DİSK TMMOB û TTB’ê biryara Amedê
14:41 Salek e Qada Galatasaray qedexe ye: Hesabpirsîn didome
14:35 TJA: Em serî natewînin û naxwazin bimirin
14:02 ÇÛKÛROVA TÛHAY-DER kongreya xwe ya yekemîn pêk anî
14:01 HDP: Divê meclîs gotinên Davutoglu lêkolîn bike