Salek e Qada Galatasaray qedexe ye: Hesabpirsîn didome

  • rojane
  • 14:41 24 Tebax 2019
  • |
img

STENBOL -  Dayikên Şemiyê vê hefteyê aqubeta Konca Kuriş pirsîn û Dayika Şemiyê Elmas Eren a ku hefteya borî jiyana xwe ji dest da bibîr anîn. Dayikên ku salek e Qada Galatasarayê li wan hatiye qedexekirin û nikarin li wir çalakiyan li dar bixin gotin: "Bi tayînkirina qeyûman vîna gel xezp kirin. Em bêdeng namînin û nabin şirîkê vê felaketê." 

 
Çalakiyên Dayikên Şemiyê ya ji bo aqûbeta windayan bipirsin di hefteya 752’an de berdewam kir. Dayikên Şemiyê piştî çalakiya 700'emîn Qada Galatasarayê li wan hat qedexekirin û 52 hefte nin nikarin li Qada Galatasarayê çalakiyan li dar bixin. Dayikan xwest vê hefteyê dîsa li Qada Galatasarayê kom bibin û dîsa rastî astengiya polîsan hatin. Dayikên rasti astengiya polîsan hatin, derbasi pêş avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bûn û li vir çalakiya xwe berdewam kirin. Polîsan dîsa kolan dorpêç kir û dayikan li gel dorpêça polisan dîsa çalakiya xwe berdewam kirin. Dayikan tîşortên ku li ser wêneyên zarokên wan ên hatine windakirin li xwe kirin û qurnefîl hilgirtin. Di çalakiyê de li gel dayikên şemiyê Parlamentera HDP'ê Huda Kaya, parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu Hevseroka ESP'ê Şahîn Tumuklu û parazvanên mafên mirovan piştgirî da. 
 
Dayikan vê hefteyê çîroka Konca Kurîş a di sala 1998'an de ji aliyê Hizbullahê ve hat revandin û pişti 555 rojan malbatê xwe gîhand cenazeyê wê, vegotin. Dayikan dîsa Dayika Şemiyê Elmas Eren ku vê hefteyê jiyana xwe ji dest da bibîr anî. 
 
‘EM DAYIKA ELMAS JI BÎR NAKIN'
 
Di çalakiyê de xwişka Hasan Ocakê hat revandin, Maside Ocak daxuyanî da. Ocak, Elmas Eren bibîr anî û diyar kir ku ji ber Elmas jiyana xwe ji dest daye pir xemgîn in û wiha got: “Elmas Eren 39 salan li kurê xwe geriya. 39 salan bê navber geriya u bêyî aqûbeta kurê xwe fêr bibe çû. Wê têkoşîna xwe ya 39 salan emanetî me kir û çû. Em dibêjin oxir be. Bila çavên de li paş nemînin. Em te ji bîr nakin û nadin ji bîr kirin." 
 
SALEK E QADA GALATASARAYÊ QEDEXE YE 
 
Ocak, anî ziman ku salek derbas bû ku Qada Galatasarayê li wan hatiye qedexekirin û wiha lê zêde kir: “Qada Galatasarayê ku bûye cihê îtîraza herî rewa û pîroz, salek e ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin. Salek berê meskenê me yê em li aqûbeta zarokên xwe dipirsin xezp kirin. Yên salek berê Qada Galatasarayê xezp kirin îro Şaredariyên Bajarên Mêrdîn, Amed û Wanê xezp dikin. Yên li dijî vê bêhiqûqîyê dengê xwe bilind dikin, rastî mudaxaleya wekî îşkenceyê tên. Tirkiye niha felaketa îktîdarê ya hêza bê kontrol û bê pîvan dijî. Ger ku em bêdeng bimînin û îtîraz nekin emê dibin şirîkê vî sûcî. Lê em bêdeng namînin û nabin şirîkê vî sûcî." 
 
555 ROJ ŞÛNDE GIHIŞTIN CENAZE
 
Ocak, anî ziman ku Konca Kurîş di sala 1998’an de ji aliyê Hizbullahê ve hat revandin û wiha axivî. "Konca Kurîş 37 salî bû û dayika 5 zarokan bû. Di 16-17'ê Tîrmeha 1998'an de li pêş mala xwe ji aliyê 3 kesên çekdar ve hatin revandin. Malbat 555  roj şûnde gihiştin cenazeyê wê. Dadgehê di sala 2011'an de bersûcê wê serbest berdan û hiqûq binpê kirin. Ev bersûc piştî hatin berdan ji holê winda bûn. " 
 
Parlamentera HDP'ê Huda Kaya jî diyar kir ku Kuriş jinek misilman û feminist bû û wiha got: "Hişmendiya saltanata dewletê red kir. Bi wêrekî û jinîtiya xwe dengê xwe bilind kir. Em tundiya dewletê ya li dijî jinan dibinin. Herî dawî Emine Bulut hat kuştin. Ger ku Konca jiya bûya wê tekoşîna wê jî bidomiya. 
 
BIRAYÊ MIN PIR JI WELAT HEZ DIKIR
 
Keça Elmas Eren, Îkbal Eren, jî anî ziman ku dayika wê jî wekî her dayikê xwest zarokên xwe mezin bike û wiha lê zêde kir: "Dayika min ji 5 zarokan tenê 4 zarok dan jiyandin. Birayê min Hayrettin Eren ji welatê xwe pir hez dikir. Lê vê dewletê mirayê min ji me dizî. Wê rojê dayika min 47 salî bû. Dayika min piştî 47 saliya xwe ev welat baştir nas kir. Li ser piyan rawestiya û jiyan fêrî me kir. Demek dirêj hat qada Galatasarayê. Lê piştre ji ber tenduristiyê êdî nekaribîbûn bên. Piştre ez li şûna wê hatim. Ji min re digot silavan li tevan bike. Her şemî saet di 14.00’an de li min digeriya û çalakî dipirsi. Dayika min 39 salan bê navber tekoşiya. Tu carî hêviya xwe winda nekir. Em jî tu cari dest jê bernadin." 
 
 
 

Sernavên din

27/08/2019
12:25 Li Mêrdînê çalakiyên li dijî qeyûm bi rûniştinê didomin
12:21 Ji hevşaredarên Wanê bersiva Erdogan: Ew jî ji gotinên xwe bawer nake
12:14 Qeyûmê Wanê qedexeya 1010 rojin dewam dike, dirêj kir
12:09 Turan: Çima Wezîr pirsan bê bersîv dihêle?
11:42 Temellî: Aqilê 28'ê Sibatê bi destê AKP'ê di meriyetê de ye
10:47 Mijara 1'ê Îlonê ya HDP'ê dê 'qeyûm' be
10:37 CHP: Plana AKP’ê ya desteserkirina Stenbolê bi xwedîderketina Amedê wê pûç bibe
10:36 Li Çewligê jinek hat binçavkirin
10:17 Xweşikiya Heskîfê ya dê noqî avê bibe balê dikişîne ser xwe
09:40 Paylan: Di serdema Davutoglu de 'Plana Çokdanînê' xistin meriyetê
09:07 Li Şirnexê qedexeya 15 rojan hat îlankirin
09:06 Ji ber redkarê wijdanî ye zanîngehê qeyda wî çênekir
09:05 Îsota Rihayê û cihê wê yê di bazara cîhanê de
09:04 'Madem enstîtu tên girtin, nexwe em malên xwe bikin dibistan'
09:04 Tora Parastina Jinê: Zilam hêzê ji îktîdarê digirin
09:03 Şaredariya Qereyaziyê ji bo xwendekaran tirşiyê çêdike
09:00 ROJEVA 27'Ê TEBAXA 2019'AN
26/08/2019
23:51 Li dijî qeyûman çalakiyên dengderxistinê didomin
21:06 Rojnamevanên hatin berdan: Em bêdeng neman, em ê bêdeng nemînin
20:19 Endamê Meclîsa Ciwana ya HDP'ê Akbiyik hat binçavkirin
20:10 Bavê zîvkerê ku ji bo Erdogan û wezîran 'diyarî' jê hatin kirîn dîsa bû serokê daîreyekê!
19:31 5 rojnamevanên hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:44 Li Wanê çalakî di roja 8'an de didome: Heta em encam bistînin emê tebikoşin
17:24 Polîsan parlamenterê DEP'ê yê berê Selîm Sadak binçav kirin
16:55 Înce yê CHP’yî li Mêrdînê axivî: Ev tolhildana Stenbol û Enqereyê ye
16:47 Platfoma Jinan a Edeneyê: Em bêdeng namînin
16:43 Îfadegirtina 5 rojnamegeran dest pê kir
16:36 Temellî: Em dixwazin pêvajoya muzakereyan bidin afirandin
16:15 Wêneyên nelirêtiya Qeyûmê Mêrdînê derketin holê
15:27 Rojnameger 7 roj in di binçavan de ne: Em bi awayek kêfî tên ragirtin
14:57 ‘Vîna gelê kurd hezm nakin’
14:47 Ji 3 bajaran banga hevpar: Davutoglu mikur bê, di navbera 7'ê Hezîran û 1'ê Mijdarê de çima em hatin kuştin?
14:35 Îtîfaqa HDP’ê ya hilbijartinê: Em ê plangeriya dijberên xwe xera bikin
14:11 Pûtîn bersiva Erdogan da: Ji Erdogan fêm dikim lê bi guman im
13:58 Bi qeyûm re çû û bi qeyûm re hat
13:54 Ji Girtîgeha Rihayê berteka qeyûman
13:48 Qeyûm dest bi kar kir: 8 xebatkaran ji kar derxist
13:42 Mudaxaleyî çalakgerên li dijî JES'ê kirin: Gelek kes binçavkirin
13:39 ‘Tayînkirina qeyûman daxwaza şer e'
12:57 Polîsan rojnameger asteng kirin vê carê parlamenteran rojnamegerî kir
12:55 Qenala avê teqiya û erazî di bin avê de man
12:28 8'emîn roja çalakiya rûniştinê bi tilîliyan dest pê kir
12:20 Li Mêrdînê protestokirina qeyûm: Polîsan wekîl dorpêç kirin û rojnameger dûr xistin
12:11 Kalê 81 salî her roj di çalakiya li dijî qeyûman de ye
12:05 Hûrgiliyên komkujiya cerdavanan a Farqînê
11:59 Li Amedê 34 kesên din hatin berdan
11:51 Oluç bersiv da Erdogan: Diyariyên ku qeyûm şandin te girt?
11:40 Dayika du canê wê jiyana xwe ji dest dan bang li Davutoglu kir: Lênûskan veke
11:20 Banga 1'ê îlonê: Deng bidin aştiyê
11:03 TSK li Idlibê hatiye dorpêçkirin: Fermandaran çima îstafa kir?
09:59 Çalakiya parlamenteran bi ser ket: Yên hatin binçavkirin berdan
09:42 'Ji bo berîkên xwe tije bikin qeyûman tayîn kirin’
09:41 Karataş: Bi şerê Idlibê peymana Astana bi dawî bû
09:03 'Ji bo derfetên şaredariyê pêşkêşî hevkarên xwe bikin qeyûm tayîn kirin'
09:02 Endama MYK'a ESP'ê: Me bi hevre qezenç kir em bi hevre biparêzin
09:02 Hevserokê Giştî yê Mala Gel Gunay: Em ê vê darbeyê rawestînin
09:00 ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2019'AN
25/08/2019
21:26 8 endamên meclisa Şaredariya Wanê ji peywirê girtin
19:33 Heyeta CHP'ê Hevşreredarê Amedê Selçuk Mizrakli ziyaret kir
19:01 Muxtaran bi whatsapê agahî dan: Wê Kelhê ya Cûdî bombe bikin
18:38 Rojnamevan 6 roj in bêyî îfade bidin tên girtin
18:03 'Çi bikin bila bikin em ê li vîna gelê xwe xwedî derkevin'
17:15 Semîha Tugan ê piştî 28 salan gihişt kurê xwe jiyana xwe ji dest da
17:01 Dest bi ziyaretên 'Îtîfaqa demokratîk' dikin
16:43 Polîsan gaza îsotê avêt ruyê parlamenterên HDP'ê
15:44 Li dijî êrîşên Tirkiyeyê meşiyan
15:22 Stenbolî: Li dijî darbeyê bêdeng nemînin wekî 23'ê Hezîranê bi hevre têbikoşin
14:46 Hevserokê Mala Gel: Wê nikaribin heviya me tune bikin
14:24 Polisan li Mêrdînê êrîşî HDP'iyan kir
13:57 Di operasyona Pençe-3 de 3 eskeran jiyana xwe ji dest da
13:08 7 rojin li Amedê çalakî didomin: Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin
12:51 Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Me duh AKP têk bir emê îro jî têk bibin
12:19 5 rojnamevan 6 roj in di binçavan de ne
12:06 'Li aliyekî weşana kurdî dikin, li aliyekî dijminantiya Kurdî dikin'
11:35 Yolerî: Girtî êdî nikarin xwe bigînin edaletê
10:59 Mizrakli bersîva 'Kandîlê' da Erdogan: Bêbextiyê neke
10:34 'Her ku îktîdar diaxive kuştina jinan zêde dibin êdî bila bes biaxivin'
09:13 'Ji bo axa me ji neviyên me re bimîne em ê têbikoşin'
09:10 Ozgokçe: Qeyûm bi 700 hezar lîreyî kinc kirîn, wê gel hesab bipirse
09:08 Piştî zanîngeh kuta kir, dest bi çandiniyê kir
09:06 Girtiyê nexweş êdî malbata xwe nas nake!
09:04 Yildiztekîn: Mafê hevdîtinê ji saetekê daxistine 50 deqîqeyî
09:00 ROJEVA 25'Ê TEBAXA 2019'AN
24/08/2019
21:57 Li Amedê Yekemîn Rojên Govendê li dar xistin
21:10 ‘Êdî em naxwazin bimrin’
21:00 Çalakiyên dengderxistinê didomin
20:46 Keça xwe û hevjîna xwe kuşt
20:06 Endama MYK'ê ya HDP'ê hat binçavkirin
19:00 5 rojnamevan 5 roj in di binçavan de ne
17:57 Çalakiya Wanê di roja 6’an de didome: Gel bi dirûşmeyan meşiyan
16:40 Ji Amedê bang li Davutoglu kirin: Tu çima bêdeng î?
16:01 Bila Turan ê felç bê berdan
15:49 2 jê rojnameger 11 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:46 ‘Duh qetil dikirin îro xezp dike'
15:22 Ciwanê ku dihat angaştkirin revandine çiyê hat binçavkirin
14:52 Ji KESK DİSK TMMOB û TTB’ê biryara Amedê
14:41 Salek e Qada Galatasaray qedexe ye: Hesabpirsîn didome
14:35 TJA: Em serî natewînin û naxwazin bimirin
14:02 ÇÛKÛROVA TÛHAY-DER kongreya xwe ya yekemîn pêk anî
14:01 HDP: Divê meclîs gotinên Davutoglu lêkolîn bike