AMED - HDP, ji bo 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, li Amedê mitîng li dar bixe. Endamê Komîteya Amedekar a Mitîngê Saît Demîr diyar kir ku ji bo aştiyê divê ku deng hê zêdetir bê bilindkirin û banga tevlîbûna mitîngê kir.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji ber 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, dê bi şîara "Ji bo aştiyeke bi rûmet çareseriya dmeokratîk" li Qada Stasyonê mitîngek li dar bixe. Komîteya Amedekar a Mitîngê têkildarî mitîngê, li avahiya HDP'ê ya bajar civîna çapemeniyê li dar xist. Rêveberên HDP, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Serokê Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) Ramazan Kaya û nûnerên rêxistinên civakî tevlî civînê bûn.
'EM NEÇARIN KU DENGÊ XWE BILIND BIKIN'
Endamê Komîteya Amedekar a Mitîngê Cîgirê Hevserokê Bajar ê Amedê Saît Demîr, di civînê de axivî û diyar kir ku dest bi xebatên mitîngê kirine û serî li saziyên sivîl dane. Demîr da zanîn ku dê di mitingê de daxwazên xwe yên aştiyê bînin ziman û wiha got: "Ji bo pêvajoya şer a ku 40 salên li erdnîgariya me didome, wergera prensîbên aştiyê, divê em dengê xwe bilindtir bikin. Hêviya hemû civakê ev e. Ji bo aştiyek bi rûmet, tişta dikeve ser milê me, tekoşîn dayîne."
'BI POLÎTÎKAYÊN QEYÛMAN ENCAM NAYÊN GIRTIN'
Di berdewamê de Demîr destnîşan kir ku bi polîtîkayên qeyûman encam nayên girtin û wiha pê de çû: "Bi polîtîkayên tundiyê encam nayên girtin. Serboriya me ya 40 salan vê yekê nîşan dide. Ji ber vê yekê divê herkes ji bo avakirina aştiyek bi rûmet, xwedî li mitîngê derê û beşdarî wê bibe."
Dê mitîng di 1'ê Îlonê de saet di navbera 15.00 û 19.00'an de li Qada Stasyonê bê lidarxistin.