AMED - Çalakiyê rûniştinê ya 6'êmîn ku ji hêla HDP'iyan ve li dijî tayînkirina qeyûm a ser Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê tê lidarxistin, li Kolana Lîseyê dest pê kir.
Çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûman a şûna hevşaredarên Amed, Mêrdîn û Wanê îro jî didomin. Çalakiyê rûniştinê ya 6'êmîn ku ji hêla HDP'iyan ve tê lidarxistin, li Kolana Lîseyê dest pê kir. Parlamenterên HDP'ê Feleknas Ûca, Meral Danİş Beştaş, Salîha Aydenîz, Ayşe Acar Başaran, Dersîm Dag, Remziye Tosûn, Garo Paylan, Mûsa Farisoğullari, Nûrettîn Maçîn, Semra Guzel, Hişyar Ozsoy, Kemal Pekoz, Hevşaredarê Amed Adnan Selçûk Mizrakli, hevşaredarên navçeyan, dayikên aştiyê, rêveberên HDP û DBP'ê, aktîvîstên TJA'yê û gelek welatî tevlî çalakiyê bûn. Jin di çalakiyê de tilîlî dikişînin û timik dûrişmeya "Em bi berxwdanê bi ser kevin" tê berzkirin.
RÊ HATIN GIRTIN
Di vê navberê de derdora Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji aliyê polisan ve hat dorpêçkirin, Kolana Xarpêtê û hemû rêyên kêlekê bi bariyerên polisan hatine girtin û TOMA hatine bicihkirin. Kolana Lîseyê ku çalakiya rûniştinê lê tê lidarxistin jî ji aliyê polisan ve bi bariyeran hatiye girtin.
Piştî çalakiya rûniştinê tê payîn ku daxûyanî bê dayîn.