AMED - Polîsan Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Bariş Koyun, şevê din li navçeya Peyasê binçavkirin.
Polîsan şevê din Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Bariş Koyun, li navçeya Peyasê binçavkirin. Hat diyarkirin ku polîsan bi hinceta der barê Koyun de biryara lêgerînê heye binçavkirine û birine Şaxa TEM'ê ya Amedê.