AMED - Li ser rêya di navbera Amed û Farqînê de dolmîşek li qamyoneke ka lê bar kirî qelibî. Di encama qezayê de 4 jê giran 8 kes birîndar bûn.
Duh di saetên şevê de li ser rêya di navbera Amed û Farqînê de qeza çêbû. Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin, dolmîşa bi pîlaqeya 21 KE 375 ku ji aliê Aydin Gelmez ve dihat ajotin, li qamyoneke ku pîlaqeya wê nehat hînkirin û ka lê bar kirî, qelîbî. Ji ber bandora lêketinê dolmîşê teqla avêt û hin rêwî tê de asê man. Rêwiyên ku di dolmîşê de asê man ji aliyê ekîbên agurkujê ve hatin derxistin. Di qezayê de ajokar, Aydin, Nûrşîn û Songul Gelmez, Şevîn Erdem û 3 zarokên ku navê wan nehat hînkirin birîndar bûn. Birîndaran bi ambûlansan rakirin Nexweşxanaya Zanîngeha Dîcleyê.
Hat ragihandin ku dolmîşa ku li qamyonê qelibî, ji navçeya Hênê ya Amedê ji dewetê vegeriyaye.
Hat hînbûn ku ajokarê qamyonê xwe daye alî û deng jê nayê.