MÊRDÎN - Parlementerê HDP'ê Kemal Bulbul, anî ziman ku tayînkirina qeyûman pêkanîna nû ya "Plana Rûxandinê" ye û got: "Li hemberî îhtimala aştiyê demildest pîm dikişînin. Dibe şevekê ji nişkave biçin Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbol û Îzmîrê jî."
Parlementerê HDP'ê yê Antalyayê Kemal Bulbul, polîtîkayên qeyûman ên AKP'ê nirxandin.
PLANA RÛXANDINÊ -
Bulbul, bilêv kir ku tayînkirina qeyûman pêkanîneke nû "Plana Rûxandinê" ku di civîna Desteya Ewlehiyê ya Netewî (MGK) a 30'yê Cotmeha 2014'an de hatiye amadekirin û paşê ketiye dewrê. Bulbul, bilêv kir ku peymana "herêma biewle" ya li Bakurê Sûriyeyê pêk hat, ne li gor çarçoveya ku Tirkiye amade kiriye û Tirkiye li dijî vê çalakiyeke "hemberîdaniyî" pêk aniye û got: "Ev aqlekî perçekirî ue. Di hevdîtina xwe ya dawî de Birêz Ocalan bang li aqlê dewletê û rayedaran kiribû. Ji bo vê îhtimala bersiveke erênî jî hebû. Lê ji bo ev îhtimal ji holê bê rakirin derdoreke di nav dewletê de bi cih bûye û ji aliyê MHp û Suleyman Soylû ve tên berhêlîkirin ev polîtîka pêk anîne. Lê wê ev polîtîka AKP'î fihêl neke. Çimkî hikûmet AKP ye û di parlemetoyê de herî zêde hêza wê heye. Yanî ev polîtîkayeke AKP'ê ye."
‘LI HEMBERÎ AŞTIYÊ PÎM KIŞANDIN'
Bulbul, destnîşan kir ku dewlet ji bo têkoşîna gelê kurd tune bike her cure polîtîkayê pêk tîne û tenê polîtîkayek pêk neaniye ew jî "aştiya civakiyî" ye. Bulbul, got: "Birêz Ocalan ji bo aştiya civakî bang dike. Lê mixabin niha qlê dewletê ne di asta vê yekê de ye û loma tiştên wiha dike. Li hemberî vê tişta divê bê kirin, tişta herî sereke berxwedaneke rewa, bikaranîna mafê demokratîk e."
Bulbul, destnîşan kir ku polîtîkayên qeyûman ji ber neçareserkirina pirsgirêka kurd e û got: "Heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin wê Tirkiye noqî çiravê bibe. Berpirsiyariya xilaskirina Tirkiyayê ya ji vê çiravê tenê ne li ser milê gelê kurd û HDP'ê ye. Em biq asî hêz û quweta xwe berpirsiyariya xwe ya ji bo gelê kurd û tirk pêk tînin. Lê belê ev berpisiyarî tenê ne aîdî me ye. Niha gelê kurd li Amed, Wan û Mêrdînê li ser piya ye. Ji rojavayê welêt jî hin deng bilind dibin lê divê ev deng bia wayekî girseyî bilind bibe."
‘DIBE JI NIŞKAVE BIÇIN STENBOLÊ JÎ'
Bulbul, gotina Serokê Giştî ya AKP'ê Erdogan ku ji o Sûriyeyê gotibû 'dibe şevekê em ji nişkave biçin' bi bîr xist û got, welat bi biryarên ku di nîvê şevêekê de ji nişkave tên girtin tê birêvebirin. Bulbul, got: "Di siyasetê de navê vê ne demokras ye, faşîzm e. Dibe şevekê ji nişkave biçin Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbol û Îzmîrê jî."
MA / Ozgur Paksoy – Aydin Atay