STENBOL – Pisporê Rojhilata Navîn Mûstafa Pekoz, diyar kir ku Rûsya li dijî peymana "navbirra ewlehiyê" ye û got, piştî Îdlibê wê Efrîn El Bab jî ji Tirkiyeyê bê stendin.
Operasyona rejîma Sûriyayê ya li hemberî Îdlîb a ku di bin kontrola Heyet Tahrîr El Şamê (HTŞ) de ye didome. Pipsorê Rojhilata Navîn Mûstafa Pekoz, geşedan û qewimînên li Îdlibê nirxandin.
Pekoz, diyar kir ku Tirkiyeyê tu sozên xwe yên ji bo Îdlibê dabûn bi cih neaniye û got, du hefte berê jî bi israra Moskowayê Şamê agirbest îlan kiriye. Pekoz, got: "Piştî biryara agirbestê Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Rûsyayê Alksander Lavrentîev, daxuyand ku ji bo rêxistinên îslamîparêz ên tund dev ji çekê berdin û ji bo rêyên M5-M4 bên vekirin berpirsiyarî ya Enqereyê ye. Ji ber Tirkiye tu gav neavêtin agirbest du rojan dewam kir û li Îdlibê operasyon dest pê kir." Pekoz, bilêv kir ku êdî tu îhtimala ku ji niha û pê ve Enqere li Îdlibê manewrayan bike nemaye û got: "Mirov dikare bêje ku têkilya di navbera Moskowa û Enqereyê te ne têkiliyên kûr in li gor kinjukturê diyar dibin û dibe ku ev têkilî ji nişkave biguherin. Ji ber S-400'an her du hêz nêzî hev bûn lê belê ev nêzîkatî ne nêzîkatiyeke stratejîk e."
‘JI BO SEYRA ŞER XAN ŞEYXÛN GIRÎNG BÛ'
Pekoz, bilêv kir ku bajaroka Xan Şeyxûnê ku li başûrê Îdlibê dikeve ket destê rejîma Sûriyeyê, ji bo guherîna seyra şer girîng e û got: "HTŞ, herî zêde li Xan Şeyxûnê bihêz bû. her wiha ev der nêzî Hamayê ye û li ser navbirra ber bi herêma Latîkyayê ve diçe. Hêzên îslamîparêz ên tund hêzeke mezin li Xan Şeyxûnê bi cih kiribûn û difikirîn ku ji cihekî dûr ve rê li ber artêşa Şamê û milîsênw an bigirin. Armanca wan ew bû ku bi vî awayî nehêlin hêzên leşkerî yên Şamê ber bi navenda Îdlibê ve werin. her wiha otobana M-5 ku Heleb-Hama-Şamê bi hev ve girê dide piştî Hamayê li bajaroka Xan Şeyxûnê ye. Loma kontrolkirina vê navçeyê pir girîng bû. Li vira bi qasî têkçûyîna hêza leşkerî ya rêxistinên îslamîparêz, tesîreke wê ya derûnî jî heye."
‘WÊ OEPRASYON BIDOME'
Pekoz, bilêv kir ku piştî Xan Şeyxûnê wê artêşa Sûriyeyê di demeke kurt de navçeya Maarrat Al-Nûyê jî bi dest bixe û got: "Dema mirov bi baldarî li heêrmên operasyon lê tên çêkirin dinere, heta kontrola rêyên M-5 û M-4'an nekeve destê hêzên rejîmê wê operasyona bênavber bidome." Oekoz, anî ziman ku wê bi vî awayî herêma sînor a Tirkiyeyê jî bê kontrolkirin û got: "wê bi vî awayî navenda Îdlibê bê dorpêçkirin û wê asta operasyonê kêm bibe û wê rêxistinên îslamîparêz teslîm bigirin. Wekî Helebê wê li Îdlibê jî ji bo radestgirtinê bang bikin. Eger îktîdar li gor vê tev negere wê li navenda Îdlibê amadekariyên operasyoneke berfireh bên kirin."
‘NOQTEYÊN ÇAVDÊRIYÊ KETIN POZÎSYONEKE DERÎ QANÛNÎ'
Pekoz, bilêv kir ku Rûsya, Îran û Tirkiye ji sînorê Efrînê heta Heleb-Hama-Latîkyayê û sînorên Îdlibê gelek noqteyên çavdêriyê çêkirine û got: "armanca noqteyên çavdêriyê ew bû ku herênên pevçûn li wan nediqewimîn bên kontrolkirin. Lê ji ber herêmên bêpevçûnî nehatin çêkirin tu maneyeke noqteyên çavdêriyê jî nema. Yanî ev noqteyên ku li gor armnaca xwe tev negeriyan ketin posîzyoneke derî qanûnî. Ji ber vê di warê leşkerî û warê polîtîk de tu mane û girîngiyeke noqteyên çavdêriyê yên Enqereyê jî neman. Êîrşên li ser noqteyên çavdêriyê yek jê jî ne tesadufî ne, hayê Moskowayê ji van êrîşan hebû û bi rizayê wê pêk hatine. Ev ji bo Enqereyê hişyariyeke cidî bû. Dibe piştî demekê Enqere dev ji van noqteyên çavdêriyê berde."
‘WÊ ŞERÊ ÎDLIBÊ TESÎRÊ LI EFRÎN Û EL BABÊ BIKE'
Pekoz, destnîşan kir ku şerê Îdlibê wê yekser tesîrê li Efrîn û El Babê bike û got: "Rûsya, bi temamî li dijî 'Plana herêma Biewle' ye. Ji ber Şam di nav de cih nagire bi her awayî li dijî wê ye. Ji bo vê hişyarî jî kirin. Ev hişyarî ji bo kê kir? Helbet ji bo Enqereyê. Rûsya ji bo vê biryarê vala derxîne piştî Îdlibê wê demildest ji bo Efrîn û El Babê tev bigere û wê hewl bide rasdetî Şamê bike. Yanî Enqere bi rewşeke pir zehmet re rû bi rû ye. Di navbera Rûsya-DYA'yê de asê bûye û hema bêje qada wê ya liv û tevgerî ya dîplomatîk nemaye."
MA / Ferhat Çelik