STENBOL - Dîroknas-nivîskar Erdogan Aydin, diyar kir ku Qanûna Bingehîn a 1921'ê ku Ocalan îşaret pê kir, ji bo Tirkiyeyê şanseke mezin e û got: "Eger Qanûna Bingehîn a 1921'ê pêk bihatana, wê ev welat sed salek winda nekirina. Eger dilê me û demokratîkbûyînê hebe, nexwe divê derfet ji bo Ocalan bên peydakirin."
Dîroknas-nivîskar Erdogan Aydin, bangawaziya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di hevdîtina 7'ê Tebaxê ya bi parêzerên xwe re kiribû û gotibû "ez ji bo çareseriyê amade me" nirxand.
'QANÛNA BINGEHÎN A 1921'Ê XWE DISPART XWESERÎBÛNÊ'
Aydin, bal kişand ser Qanûna Bingehîn a 1921'ê ku Ocalan ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê îşaret pê kiribû û got: "Qanûna Bingehîn a 1921'ê ji 24 xalan pêk dihat û xwe dispart xweserîbûnê. Di vê qanûna bingehîn de tenê ne fealiyetên şaredariyan, pergala perwerdehiyê, xizmetên herêmî, polîtîkayên açndniyê... û gelek tiştên din wê ji aliyê kesên li wê herêmê ve hatine hilbijartin bihatana diyarkirin. Dema mirov di vê çarçoveyê de esas bigire, eger ev qanûna bingehşn pêk bihatana wê ev welat sed selake winda nekirina. Dema em lis ed sala bihoriye dinerin bi binpêkirinên mafan derbas bûye. Bi tu awayî demokrasiyeke rasteqîn pêk nehat. Tim behsa meseleya ewlehîparêziyê û bekayê hatiye kirin. Ez dikarim îdia bikim ku eger Ataturk sax bûna wê bigotian çima me ev qanûna bingehîn betal kiriye û a 1924'an çêkiriye û wê bigotana; 'Ev qanûna bingehîn en li gor me ye, em vegerin Qanûna Bingehîn a 1921'ê."
'ŞANSEKE MEZIN E'
Aydin, destnîşan kir ku Qanûna Bingehîn a 1921'ê gelan temsîl dikir û got: "Di 1923'yan de di Konferansa Îzmîrê de Mustafa Kemal dema bi rojnamevanên Stenbolê re diaxive dibêje, 'Li vî welatî sînordanîn ne mimkun e. Çimkî gel bi hev re û di nav hev de dijîn. Lê belê li kuderê kîjan gel zêde be divê ew bajar li gor daxwazên xwe bê birêvebirin.' Yanî dema em li dîrokê vegerin em dibînin ku di vî warî de gelek derfet hene. Yanî Qanûna Bingehîn a 1921'ê ji bo vî welatî şanseke mezin e."
‘HÊZA ÇARESERKIRINÊ YA OCALAN HEYE'
Aydin, bal kişand ser bangawaziya Ocalan a ji bo çareserkirinê jî û destnîşan kir ku divê aktorên siyasî xwedî li vê bangawaziyêd erkevin. Aydin, got: "Li Tirkiyeyê û li herêmê piraniya gel ji bo Ocalan dibêje 'rêberê min e.' Û ev mirov dibêje 'ev dikarim vê pirsgirêkê di nav hefteyekê de çareser bikim.' Loma divê ji bo wî ev derfet bê peydakirin. Lê em baş dizanin kesên çareserkirinê ne xema wan e, derî jî li vê derfetê venakin. Hêzeke bi vî rengî ya Ocalan heye. Dikare vê pirsgirêkê çareser bike. Îjar eger dilê me û demokratîkbûyîna welat hebe, divê ji bo Ocalan derfet bên peydakirin. Ji bo Tirkiyeê ji vê tarîtiyê ber bi ronahiyê ve biçe ev bivê nevê ye. Gelên li Tirkiyeyê vê yekê heq dikin."
MA / Bariş Ceyhan – Naci Kaya