* Dîroknas-nivîskar Erdogan Aydin, diyar kir ku Qanûna Bingehîn a 1921'ê ku Ocalan îşaret pê kir, ji bo Tirkiyeyê şanseke mezin e û got: "Eger Qanûna Bingehîn a 1921'ê pêk bihatana, wê ev welat sed salek winda nekirina. Eger dilê me û demokratîkbûyînê hebe, nexwe divê derfet ji bo Ocalan bên peydakirin."
* Projeyên li Çiyayên Kazê û derdora wê dibin sedema qetilkirina xwezayê, ji sala 1998'an ve didomin. Li herêmê niha 29 projeyên madenê yên biruxset hene. Serokê Komeleya Piştevaniyê ya Îdayê Ekrem Akgul, got piştî Çiyayê Kazê wê dor bê Çiyayê Agiyê.
* Pisporê Rojhilata Navîn Mûstafa Pekoz, diyar kir ku Rûsya li dijî peymana "navbirra ewlehiyê" ye û got, piştî Îdlibê wê Efrîn El Bab jî ji Tirkiyeyê bê stendin.
* Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli, Suleyman Soylû yê ku ew ji pewyirê girt şiband Joseph Goebbels û got, ji bo wan heqîqet û gotina gel girîng e.
* Parlementerê HDP'ê Kemal Bulbul, anî ziman ku tayînkirina qeyûman pêkanîna nû ya "Plana Rûxandinê" ye û got: "Li hemberî îhtimala aştiyê demildest pîm dikişînin. Dibe şevekê ji nişkave biçin Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbol û Îzmîrê jî."
* Çalakiyên HDP'ê yên li dijî tayinkirina qeyûman wê li bajaran bê şopandin.
* Komîteya Amadekar a Mîtînga 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê, wê têkildarî mîtînga bi şîara "Ji bo aştiya bi rûmet çareseriya demokratîk" li avahiya HDP'ê ya Amedê civîna çapemeniyê li dar bixe. (10.00)
* Endamên ÎHD'ê û Xizmên Windayan li Amed û Êlihê bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin wê li Şaxên ÎHD'ê yên Amed û Elihê çalakiyên xwe berdewam bikin. (12.00-13.00)
* Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta windayan bipirsin wê di hefteya 752'an de li Qada Galatasarayê kom bibin û aqûbeta windayan bipirsin. (12.00)
* Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'a Stenbolê bi boneya balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş wê çalakiya "Rûniştina F" di hefteya 387'an de li Qada Galatasarayê berdewam bikin. (13.30)
* Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî, bi boneya balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, wê li pêş Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (14.00)