STENBOL - Li Kadikoyê, gava ciwanên HDP'î xwestin li dijî tayînkirina qeyûman daxuyaniyê bidin polîsan mudaxileyî wan kir û di mudaxileyê de nûçegihana me Berfîn Aslan jî di nav de 7 kes hatin binçavkirin.
Meclîsa Ciwana ya HDP'a Kadikoyê, gava xwestin li ber Navenda Çandê ya Zekî Goçer a Kadikoyê li dijî tayînkirina qeyûman daxuyaniyê bidin, polîsan mudaxiliyî wan kir. Li ser vê ciwan li ber Operasya Sureyyayê dest bi meşê kirin.
Dema ciwanan dirûşme berz dikirin polîsan mudaxileyî wan kir. Di mudaxileyî de polîsan fîşekên plastîk û gaza îsotan bi kar anî. Du mudaxlieyê de nûçegihana me Berfîn Aslan jî di nav de 7 kes hatin binçavkirin.