ÊLIH - Li Êlihê jina Sûriyeyî Emel Hac Huseyîn a rastî tundiya hevjînê xwe hat û bi giranî birîndar bû, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Li Êlihê Emel Hac Huseyin (35) a ji Sûriyeyê ku dayika 6 zarokan bû, hefteyek berê li mala xwe ya li Petrol Kentê rastî tundiya hevjînê xwe hatibû û bi giranî birîndar bubû. Huseyin a li Nexweşxaneya Herêmê ya Batmanê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Pişti otopsiyê cenazeyê Huseyin teslîmî malbatê kirin. Hat diyar kirin ku hevjînê Huseyîn hat binçavkirin û girtin.