WAN - Li Wanê Hevserokê Şaxa Tum Bel-Sena Wanê Şukru Kaçici jî heye 10 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan.
Li Wanê roja ku qeyûm tayînî şaredariya Wanê kirin polîsan bi ser gelek malan de giribûn û 10 kes binçavkiribûn. 10 kesên ku di navde Hevserokê Şaxa Tum Bel-Sen a Wanê Şukru Kaçici jî piştî li Midûriyeta polîsan îfade dan, sewqî dozgeriya Komarê ya Wanê kirin. Dozger 10 kes bi şertê kontrola edlî sewqî dadgehê kir. Heyeta dadgehê jî 10 kes bi şertê kontrola edlî serbest berdan.