AMED - Kesên ku piştî qeyûm tayînî şaredariyên HDP'ê yên Amed Mêrdîn û Wanê kirin, di serdegirtina malan de hatin binçavkirin, ji ber şertên giran û binpêkirina mafan a li Midûriyeta Polîsan dest bi greva birçîbûnê kirin.
Lii Amedê di 19'ê Tebaxê de roja ku qeyûm tayînî Şaredariyên Bajarên Mezin ên Mêrdîn, Wan û Amedê kirin polîsan operasyona hemwext li dar xistibûn û 85 kes binçavkiribûn. Li 29 bajaran operasyon hatibû li darxistin û bi tevhaî 418 kes hatibûn binçavkirin. Li Amedê ji 85 kesên hatibûn binçavkirin 40 kes hatin berdan, kesek jî hat girtin. Binçavkirina 44 kesan dirêj kirin û dîsa şandin Midûriyeta Polîsan a Amedê. Kesên ku di serdegirtina malan de hatin binçavkirin û 4 rojên din binçavkirina wan dirêj kir, ji ber şertên giran û binpêkirina mafan a li Midûriyeta Polîsan dest bi greva birçîbûnê kirin.
HUCRE BÊ HEWA NKE
Hat diyar kirin ku di bin çavan de 53 kes rastî binpêkirina mafan hatibûn. 44 kesên disa paşve şandin miduriyetê, bi armanca şertê xerab şermezar bikin dest bi grevê kirin. Parêzeran diyar kirin ku kesên di bin çavan de ji ber deriyê nezaretxaneyan girtî ye hucre bê hewa dimînin û nikarin nefesê bistînin. Pêdivîyên lavabo yên kesên di bin çavan de nayê pêşwazîkirin. Dîsa ava ku ji derve dixwazin nadin wan. Wan neçar dihêlin ku ava lavabo vexwin. Kesen di nava şertên giran de dijîn dest bi greve kirin.