Xizmên windayan: Dewlet bixwaze dikare kujerên Elçî ronî bike

  • rojane
  • 15:06 25 Mijdar 2017
  • |
img

AMED - ÎHD û xizmên windayan di hefteya 459'an a çalakiya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" de xwestin kujerê Serokê Baroya Amedê yê li Sûrê hat qetilkirin Tahîr Elçî bê ronîkirin. Serokê Şaxa ÎHD'ê Racî Bîlîcî, jî diyar kir ku ger dewlet bixwaze dikare bi hêsanî kujerê Elçî ronî bike." 

Komîsyona Windayan a ÎHD'ê û Xizmên windayan bi dirûşmeya “Bila Winda bên dîtin û kujer bên darizandin", di hefteya 459’an de bi boneya bîranîna Tahîr Elçî li şaxa ÎHD'ê ya Amedê çalakiya xwe berdewam kirin. Çalakiya ku li salona ÎHD'ê pêk hat, wêneyên Elçî û kesên di bin çavan de hatin windakirin û kuştin hatin vekirin. Dîsa pankarta "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" hat vekirin. 
 
TUNDIYA LI DIJÎ JINÊ POLÎTÎK E
 
Serokê Şaxa ÎHD'ê Racî Bîlîcî, bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê ya Navneteweyî tundî şermezar kir û diyar kir ku tundiya li ser jinê polîtîk e. Bîlîcî, diyar kir ku tundî berhemê feraseta mêrê serdest e û wiha got: "Em hêvî dikin ku bi minasebeta 25'ê mijdarê tundiya li ser jinê bi dawî bibe." 
 
Bîlîcî, bal kişand ser kuştina Tahir Elçî û wiha got: "Di ser kuştina Elçî re 2 sal borîn. Kuştina Elçî siyasî ye. Elçî ji bo aştiya civakî têdikoşiya. Divê kuştina Elçî bê ronîkirin. Ger ku dewlet bixwaze dikare dikare ronî bike. Dîsa ji bo windayan jî ger dewlet bixwaze dikare windayan bibîne û kujerên wan ronî bike." 
 
ÇÎROKA JIYANA ELÇΠ
 
Li ser navê ÎHD'ê endamê Komîsyona Windayan Hasan Yalçin, çîroka Elçî xwend û wiha got: “Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî di sala 1966'an de li Cizîra Şirnexê hat dinê. Dibistana seretayî, navîn û lîse li Cizîrê xwend û ji bo xwendina zanîngehê derbasî Zanîngeha Dîcle Beşa Hiqûqê bû. Di sala 1991'ê de kuta kir. Elçî di sala 1992'yan de li Amedê dest bi parêzerî kir û ji wan salan ve hem di nav xebatên mafên mirovan de cih girt û parêzeriya xwe dom kir. Elçî di van salan de di dozên wekî şewitandina gundan, windakirina mirovan, kuştinên kiryar nediyar de parêzerî kir û alîkariya mexdûran kir. Elçî di navbera salên 1998-2006'an de li Baroya Amedê rêveberî kir, di sala 2012'yan de ji bo Serokatiya Baroya Amedê hat hilbijartin; di heman demê de endamê Navenda Mafên Mirovan a Lijneya Şêwra Zanistê ya Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê bû. Dozên wekî "Doza Licê", "Doza Temîzoz", "Doza Bombekirina gundên Kuşkonar û Koçagili", "Doza Komtkujiya Roboskî" de parêzerî kir. Parêzer Elçî di 15'ê kewçêra 2015'an de di bernameya "Tarafsiz Bolge" ya Ahmet Hakan ku di CNNTurkê de tê weşandin got: "PKK ne rêxistinek terorîst e". Li ser vê yekê Elçî roja 20'ê kewçêrê li Amedê hat binçavkirin û piştî îfadeyê bi şertê qontrola edlî hat berdan. Der barê Elçî de bi daxwaza 7.5 cezayê hepsê, bi îdîaya "propogandaya rêxistina terorê" îdîaname hate vekirin. Elçî di 28'ê Mijdara 2015'an de dema li ber mînareya Çar Ling a Sûrê daxuyanî dida hat qetikirin. Elçî bavê 2 zarokan bû. 
 
Hem endamê ÎHD'ê û hem jî sazumankarê DÎHV'ê bû. Li ser îhlalên mafên mirovan ên herêmê gelek komxebat pêk anî. Elçî, endamê Yekîtiya Baroyên Tirkiye (TBB) Lijneya Şêwirmendiya Navenda Mafên Mirovan bû. 
 
Tevî 2 sal di ser kuştina Elçî re derbas bûn hêj kujer nehatine ronikirin. 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

28/11/2017
09:19 ‘Li girtîgehan serdema hov a 30 salên dawî diqewime’
09:19 Li Manîsa cûda, li Mûşê cûda
09:18 Mamosteyên nehatin peywirdarkirin: Başe ku peywir nedan me
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2017'AN
27/11/2017
22:27 Pentagon: Wê tevkariya me ya bi YPG’ê re berdewam bike
22:16 Kongreya Diyalogê ya Netewî ya Sûriyeyê hat taloqkirin
17:13 Aktîvîsta TJA’yê Ayşe Gokkan hat berdan
17:04 Dadgehê biryar da ku Gulmen girtî bimîne
16:42 Di serdegirtina malan de 91 kes hatin binçavkirin
16:26 Demîrtaş ji doza Rojnameya Starê beraet kir
15:18 ÎMO: Mînareya Çar Ling bi xerabûnê re rû bi rû ye
14:45 'Ne baran kevir jî bibarin em karê xwe dixwazin'
14:39 Leşkerek bi guman mir
14:38 Rûken Cansiri ji nexweşxaneyê hat derxistin
14:35 Di kana komirê de hezaz pêk hat
14:34 4 çalakgerên Yukselê hatin binçavkirin
14:28 Di dozên tundiya li dijî jinan de qanûn tên îhlalkirin
14:08 Endamê Koma Aştiyê Seydî Firat hat binçavkirin
14:05 Di mîhrîcana şanoyê de dê 37 lîstikan bên pêşandan
13:11 'Xwedêyo! Dar qut nekirana...'
13:04 Li Kocaeliyê 3 HDP'î hatin binçavkirin
12:22 Nivîskar Fîkret Başkaya hat berdan
12:09 Irmak bi zorê anîn odeya SEGBÎS'ê
12:04 Pirsên balkêş ji HDP’iyan pirsîn
12:00 20 girtî 167 rojin di hucreyan de ne
11:57 Ji Tirkiye geriyan û ji malbata Êzidî 60 hezar dolar fîdye xwestin
11:37 Ji bo Nuriye Gulmen daxwaza berdanê
10:49 Jina ku Elçî jê nerîn girt: Ji ber sekna xwe hat qetilkirin
09:47 Li 4 gund û 6 mezrayan qedexeya derketina derve îlan kirin
09:26 Ji heman malbatê 8 kes jehrî bûn
09:26 Hevserokê li mal nebû, hevjîna wî binçav kirin
09:17 Karkerên zeviyên pembû zarok in
09:17 Dadgehê polîs berat kir û birayê kuştî jî ceza kir
09:16 Ji wê rojê şûn ve Minareyê şîn girêdaye
09:15 Xwestin tevî kelepçeyê rontgenê bikişînin
09:14 Pîra 72 salî bi keda xwe li ser piya ye
09:14 'Ev Tarsûs e, cihê dewletê ye, naşibe cihên din'
09:13 Dolar bihabûn TIR jî rawestiyan
09:12 Estukyan: Îktîdar gotina nifrînê belav dike
09:11 Karkerên çalakger: Oboriya wezîran baş e lê ya me?
09:00 ROJEVA 27'Ê MIJDARA 2017'AN
08:08 Nivîskar Fîkret Başkaya hat binçavkirin
26/11/2017
20:04 Ji bo Misirê li Tirkiyeyê rojek şîn hat îlankirin
19:54 Polîsan 6 çalakvanên Kolana Yukselê binçav kir
18:33 Elçî bibîr anîn: Dawiya dawî tarî dê ronî bibe
17:08 Gurkan dîsa Seroka Giştî ya EMEP'ê ye
16:43 Ji ber êrîşa li dijî dêrê kesek hat binçavkirin
16:42 3 helîkopterên Rûs li Helêbê hatin xistin
16:00 Taxeke Farqînê hat dorpêçkirin
15:16 Dozger heta 5 salan ceza ji Fîgen Yuksekdag dixwaze
14:44 ‘Cizîrê li dijî êrîşan dîrok nivîsand'
14:43 Bertek nîşanî polîsan da: Ji ber ku ez AKP'î me ez ji xwe şerm dikim
14:19 Di serdegirtinên malan de 13 kes hatin binçavkirin
14:18 'Em ê bi rêxistinkirinê zilmê têk bikin'
13:58 Cenazeyekî şewitî li Stenbolê hat dîtin
13:50 AKP'ê bi 60 milyar dolar malê cemaweriye firot
13:34 ‘Cizîrê li dijî êrîşan dîrok nivîsand'
13:16 EMEP: Em li dijî yek mirovî di demokrasiyê de bibin yek
11:16 Dadger xwest mirî bi SEGBÎS'ê beşdarî dadgehê bibe
10:26 2 sal di ser kuştina Elçî re borî: Kameraya polîsan li ku ye?
10:13 Sibe danişîna Gulmen û Ozakça ye: Bê hiqûqî destpêkir û bê hiqûq didome
09:54 'Me Newala Dîcleyê fêm bikira dê dawî wiha nebûya'
09:14 Piştî 15 salan cîhan pêşniyara ‘di olê de reform’ a Ocalan nîqaş dike
09:13 Parêzera 10’ê Cotmehê: Polîsan şopandine lê nekirine
09:12 40 hefte ne li kuçeyan e: OHAL wê bi têkoşînê rabe
09:11 Altiparmak: Îşkence encama polîtîkayên ‘bê ceza hiştinê' ye
09:10 3 cenaze winda ne, 10 cenazeyan jî nadin malbatan
09:04 ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2017'AN
25/11/2017
21:17 Şanohez careke din temaşeyî lîstika “Heft û Heşta Du Kesan” kirin
18:42 Hevjîna Kemal Gun jiyana xwe ji dest da
17:31 Xebatkarên TV10: Bila zextên li ser rojnamegerên jin bi dawî bibin
16:26 Kemalbay: Bila tecrîda li Îmraliyê rabe aştî bê
16:20 Yildirim: Êrîşa hişk titûnvan provoke kir
16:09 Wê Amed Tahîr Elçî bi bîr bîne
16:08 Ozelmali yê nexweşiya Wernicke Korsakoffê berdin
15:51 Jinan li Şirnex û Amedê tundiya mêr û dewletê şermezar kirin
15:38 Rapora salekê ya binpêkirina mafên jinan: 56 jin bi tundiyê hatin kuştin
15:32 'Bila jinên girtî ên nexweş serbest bên berdan'
15:22 Rapora Tîpa T a Denîzliyê: Em ê we bikujin
15:06 Xizmên windayan: Dewlet bixwaze dikare kujerên Elçî ronî bike
14:48 Yuksekdag: Yên cengê dikin û em hene
14:45 Polîsan li Kolana Yukselê jin darp kirin
14:25 'Divê saziyên jinan ên hatin girtin bên vekirin'
14:22 Karkerê li ber ÎBB'ê di grevê de: Malbateke me ya em xwedî dikin heye
14:21 Kesên li Misirê mirin gihişt 305’an
14:04 Dayikên Şemiyê: Çima goreke em qurnafîlan dînin ser tune?
13:47 Prz. Îsteklî 11 rojin di bin çavan de ye
13:38 Meclisa Jinan a HDP’ê: Şerê li dijî faşîzmê xwedîderketina jiyanê ye
13:17 Mitînga ‘Em ê qirkirina jinan rawestînin û jiyanê azad bikin’ dest pê kir
13:15 Parlamenterê HDP’ê Onder, malbata Eroglu ziyaret kir
12:41 HDP’ê komkujiya Misirê şermezar kir
12:38 Komîsyonê 'Butçeya şer' qebûl kir
12:37 ‘Tundiya li ser jinê nayê ceza kirin’
12:37 DÎSKÎ'yê sedema qûtbûna avê bi Dîcle Epsaşê ve girêda
12:34 Titûnvan: Zagon semsûriyan mehkumî karkeriya demsalî dike
11:54 Çîrokên serkeftina jinên Sûriyeyî: Eşîk
11:50 Soro: Soçiya beyî kurdan ji cih guhertinê wêdetir kêr nayê
11:49 Ji bo germ bibin kuçe bi kuçe depan kom dikin
11:33 9 kes li Senbolê hatin binçavkirin
11:32 Qedexeya li Farqînê hat rakirin