Xizmên windayan: Dewlet bixwaze dikare kujerên Elçî ronî bike 2017-11-25 15:06:01 AMED - ÎHD û xizmên windayan di hefteya 459'an a çalakiya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" de xwestin kujerê Serokê Baroya Amedê yê li Sûrê hat qetilkirin Tahîr Elçî bê ronîkirin. Serokê Şaxa ÎHD'ê Racî Bîlîcî, jî diyar kir ku ger dewlet bixwaze dikare bi hêsanî kujerê Elçî ronî bike."  Komîsyona Windayan a ÎHD'ê û Xizmên windayan bi dirûşmeya “Bila Winda bên dîtin û kujer bên darizandin", di hefteya 459’an de bi boneya bîranîna Tahîr Elçî li şaxa ÎHD'ê ya Amedê çalakiya xwe berdewam kirin. Çalakiya ku li salona ÎHD'ê pêk hat, wêneyên Elçî û kesên di bin çavan de hatin windakirin û kuştin hatin vekirin. Dîsa pankarta "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" hat vekirin.    TUNDIYA LI DIJÎ JINÊ POLÎTÎK E   Serokê Şaxa ÎHD'ê Racî Bîlîcî, bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê ya Navneteweyî tundî şermezar kir û diyar kir ku tundiya li ser jinê polîtîk e. Bîlîcî, diyar kir ku tundî berhemê feraseta mêrê serdest e û wiha got: "Em hêvî dikin ku bi minasebeta 25'ê mijdarê tundiya li ser jinê bi dawî bibe."    Bîlîcî, bal kişand ser kuştina Tahir Elçî û wiha got: "Di ser kuştina Elçî re 2 sal borîn. Kuştina Elçî siyasî ye. Elçî ji bo aştiya civakî têdikoşiya. Divê kuştina Elçî bê ronîkirin. Ger ku dewlet bixwaze dikare dikare ronî bike. Dîsa ji bo windayan jî ger dewlet bixwaze dikare windayan bibîne û kujerên wan ronî bike."    ÇÎROKA JIYANA ELÇΠ   Li ser navê ÎHD'ê endamê Komîsyona Windayan Hasan Yalçin, çîroka Elçî xwend û wiha got: “Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî di sala 1966'an de li Cizîra Şirnexê hat dinê. Dibistana seretayî, navîn û lîse li Cizîrê xwend û ji bo xwendina zanîngehê derbasî Zanîngeha Dîcle Beşa Hiqûqê bû. Di sala 1991'ê de kuta kir. Elçî di sala 1992'yan de li Amedê dest bi parêzerî kir û ji wan salan ve hem di nav xebatên mafên mirovan de cih girt û parêzeriya xwe dom kir. Elçî di van salan de di dozên wekî şewitandina gundan, windakirina mirovan, kuştinên kiryar nediyar de parêzerî kir û alîkariya mexdûran kir. Elçî di navbera salên 1998-2006'an de li Baroya Amedê rêveberî kir, di sala 2012'yan de ji bo Serokatiya Baroya Amedê hat hilbijartin; di heman demê de endamê Navenda Mafên Mirovan a Lijneya Şêwra Zanistê ya Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê bû. Dozên wekî "Doza Licê", "Doza Temîzoz", "Doza Bombekirina gundên Kuşkonar û Koçagili", "Doza Komtkujiya Roboskî" de parêzerî kir. Parêzer Elçî di 15'ê kewçêra 2015'an de di bernameya "Tarafsiz Bolge" ya Ahmet Hakan ku di CNNTurkê de tê weşandin got: "PKK ne rêxistinek terorîst e". Li ser vê yekê Elçî roja 20'ê kewçêrê li Amedê hat binçavkirin û piştî îfadeyê bi şertê qontrola edlî hat berdan. Der barê Elçî de bi daxwaza 7.5 cezayê hepsê, bi îdîaya "propogandaya rêxistina terorê" îdîaname hate vekirin. Elçî di 28'ê Mijdara 2015'an de dema li ber mînareya Çar Ling a Sûrê daxuyanî dida hat qetikirin. Elçî bavê 2 zarokan bû.    Hem endamê ÎHD'ê û hem jî sazumankarê DÎHV'ê bû. Li ser îhlalên mafên mirovan ên herêmê gelek komxebat pêk anî. Elçî, endamê Yekîtiya Baroyên Tirkiye (TBB) Lijneya Şêwirmendiya Navenda Mafên Mirovan bû.    Tevî 2 sal di ser kuştina Elçî re derbas bûn hêj kujer nehatine ronikirin.